BI DÎMEN

Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi semînerê qediya

Çalakgeran ku roja destpêkê ya Meşa Dirêj li ber HBF a Bîelefeldê qedandin, danê êvarê semînera 'Jin, Jiyan, Azadî' lidar xistin.

Roja destpêkê ya Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst tê lidarxistin, danê êvarê bi semînera 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.

Ciwanan li stasyona navendî ya trenê ya Bîelefeldê govend gerandin, roja destpêkê qedandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Freiheit fur Ocalan", "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.

Piştre jî ji bo tevlî semînera 'Jin, Jiyan, Azadî' bibin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelefeldê li hev kom bûn.

Piştre hunermend Hekîm Sefkan axivî û anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê çareserî ye. Hekîm Sefkan helbesta ku ji bo Jîna Emînî nivîsandibû xwend.

Pşştre jî hunermend Sînan stran got û ciwanan jî govend gerandin.

Di çalakiyê de axaftinên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê û sosyalîzmê bi sînevîzyonê hate nîşandan.

Roja duyemîn a meşê jî îro saet di 09:00 de wê li stasyona trenê ya navendî ya Hammê destpê bike.