Pêngava 27'ê Sibatê nabe ku di çarçoveyeke klasîk a serketin-têkçûnê de bê nirxandin. Ev pêngav qewînbûna îdeolojîk a Rêber Apo û bandora wî ya li ser gelan nîşan dide. Ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan modelekê pêşkêş dike.
Dîrok tenê li ber siya çekan ava nabe, di heman demê de bi fikir, îrade û hişmendiya polîtîk şênber dibe. Di nava rewşa krîzê de ku li Rojhilata Navîn bi sedan sal in dewam dike, çarenûsa gelan bi giranî di çarçoveya berjewendiyên xwediyên hêzê ve diyar bûye. Dem bi dem kesayet û tevger jî bûne xwedî wê hêzê ku rêveçûna dîrokî diyar bikin. Rêber Apo afirînerê guherîneke polîtîk û fikrî ye ku dikare çarenûsa gelên bindest ên li herêmê hemûyan biguherîne ne tenê ya gelê Kurd. Li gel şert û mercên giran ên tecrîda 26 salan jî fikrên wî azad in û rê li ber avakirina serdema nû dixe. Di têkoşîna wî ya 52 salan de deklarasyona 27'ê Sibatê yek ji kêliyên herî krîtîk e. Ev deklarasyon paşvegavavêtin nîne, pêngaveke stratejîk e. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo azadiya gelên li Rojhilata Navîn, ji bo veguherîna aqlê dewletê û avakirina xeteke nû ya têkoşînê perspektîfeke dîrokî pêşkêş dike.
DEKLARASYONA 27'Ê SIBATÊ: PÊNGAVEKE STRASTEJÎK KU RÊYA RIZGARIYÊ NÎŞAN DIDE
Rojhilata Navîn erdnîgariyeke welê ye ku destwerdanên emperyal, krîzên netewe-dewletê û parçebûnên civakî di zikhev de lê diqewimin. Di rewşeke bi vî rengî de gelê Kurd ne tenê aktorê berxwedanê ne, di heman demê de yek ji aktorên herî girîng ên veguherîna demokratîk e. Deklarasyona 27'ê Sibatê ya Rêber Apo bang li Kurdan dike ku ne tenê bibe hêzeke şerker, di heman demê de ji bo veguherîna herêmî bi roleke navendî rabe. Di bingeha vê pêngavê de ew fikir heye, ku li atmosfereke ku şer dibe sedema krîzên giran ji bo gelan, yekane rêya rizgariyê jî çareseriya demokratîk e.
Banga Rêber Apo li şûna ziyanên şer, avakirina aştiyê datîne ber xwe. Peyama li ser 'fesihkirina PKK'ê teslîmiyet nîne, berevajî vê yekê ragihandina formeke nû ya têkoşînê ye. Berxwedana çekdarî di nava şert û mercên welê de destpê kir ku hingî zemîna rewabûnê, derfetê siyaseta demokratîk tine bûn. Lê belê îro rêya qezençkirina mafên gelan yekser bi tevlîbûna li siyasetê, bi bikaranîna mekanîzmayên demokratîk û têkoşîna rêxistinbûyî dibe. Lewma pêngava 27'ê Mijdarê ne tenê veguherîneke rêxistinî ye, di heman demê de guherîneke paradîgmayê ye.
Di vir de têkoşîna Kkurdan ne tenê çarenûsa gelekî diyar dike, di heman demê de ji bo demokratîkbûna hevpar a gelên li Rojhilata Navîn modelekê pêşkêş dike. Rêber Apo gelê Kurd ne tenê weke gelekî berxwedêr, her wiha weke gelekî pêşengê demokratîkbûna herêmê pênase dike Bi vê perspektîfê re gelê Kurd ji rewşa pasîf a şerker rizgar dike û weke aktorekî siyasî destnîşan dike.
NASNAMEYA KURD XURT DIBE
Modela civaka demokratîk a ku Rêber Apo afirand, ji aliyê hin derdoran ve weke lawazkirina nasnameya Kurd tê şîrovekirin. Halbûkî ev nêzîkatî bi temamî şaş e. Paradîgmaya Rêbertî li hemberî fraseta nasnameya asîmîlasyonê û tekperestiyê ya ku netewe dewlet ferz dike, modeleke alternatîf pêşkêş dike. Nasnameya Kurd bêyî ku ji aliyê netewe dewletan ve bê bisînorkirin, bi rêxistiniya xwe ya çandî, siyasî û civakî ya xweser re hîn xurt dibe. Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo destnîşan dike, modeleke welê pêşkêş dike ku Kurd ne weke parçeyek ji dewletekê, lê bi xwe sîstema xwe ya rêveberiya demokratîk ava bikin û hebûna xwe biparêzin.
Divê bê destnîşankirin ku têkoşîna Kurdan ne tenê projeyeke dewletbûnê ye, xwerêveberî û tevlîbûna yekser a gel ji we re dike esas. Ji têkoşîna çekdarî derbasbûna li nava siyaseta demokratîk wê nasnameya Kurd lawaz neke, berevajî vê yekê wê hîn qewîn û demdirêj bike xwedî hêz. Lewma modela ku Rêber Apo pêşkêş kir nasnameya Kurd lawaz nake, berevajî vê yekê ji zexta dewletê, polîtîkayên asîmîlasyonê û neteweperestiyê rizgar dike û hîn xurt dike.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK: DI TÊKOŞÎNA KURD DE DEMA NÛ
Yek ji tevkariyên herî girîng ên Rêber Apo ew e ku destnîşan kir, divê têkoşîn ne tenê li ser bingeha mafên neteweyî, her wiha li ser bingeha avakirina civaka demokratîk bê meşandin. Paradîgmaya netewe dewletê modeleke welê ye ku gelan dike dijminê hev û wan di nava sînorên etnîkî û olî de radigire. Halbûkî modela Rêber Apo sîstemeke welê ye ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, neteweperestî ji holê tê rakirin û demokrasiya yekser tê xurtkirin.
Li gorî Rêber Apo têkoşîna Kurd divê ne tenê li ser dewletbûn an jî bidestxistina xakê ava bibe. Azadiya rasteqîn bi avakirina rêxistiniyên xwe yên demokratîk ên gelan û xurtkirina mekanîzmayên tevlîbûna yekser dibe. Ji ber vê yekê jî Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê ye.
RÊBER APO RÊ Û RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ DIGUHERÎNE
Pêngava 27'ê Sibatê ya Rêber Apo ne tenê rêxistinekê, serdemekê digire. Dema ku şert û mercên têkoşînan çekdarî qediya cihê ku bikeve şûna wê, têkoşîn û hişmendiya demokratîk e. Banga ji bo fesihkirina PKK'ê ne tenê biryareke siyasî ye, her wiha tercîheke ku pêşî li rêxistiniya siyasî û azadiya gelan vedike. Polîtîkaya dewleta Tirk a ku bi hinceta 'terorê' Kurdan krîmînalîze dike, bi vê pêngavê re pûç bû. Mesele êdî ji şerekî leşkerî wêdetir veguheriye mijareke siyasetê. Ev yek ji bo gelê Kurd qezenceke siyasî û dîrokî ye. Eger astengî nebûya Rêber Apo wê ev yek beriya 33 salan bikira.
Li aliyê din ji bo pirsên ku dibêjin, 'Di metnê de çima berpirsyariyên dewletê nîne' bersiveke bi vî rengî dikare bê dayin: Deklerasyona 27'ê Sibatê ya Rêber Apo mutabaqateke siyasî nîne, nîşandana îradeyekê ye. Ev cudahî gelekî girîng e, ji ber ku ragihandinan îradeyê meyla stratejîk a lîder an jî tevgerekê nîşan dide ku bi rengekî yekalî ji bo paşerojê diyar dike. Mutabaqata siyasî jî lihevkirineke navbera aliyan a encama bazarî û danûstandinan e. Beyana Rêber Apo peymanek bi aliyekî re nîne, çarçoveyeke stratejîk a şênber a li ser paşeroja têkoşîna Kurd e.
Rêber Apo bi vê deklarasyonê re ne tenê ji bo PKK'ê her wiha ji bo hemû rêxistiniyên siyasî û gel nexşerêyekê pêşkêş dike. Ev bang ne encama bazariyeke bi dewletê yan jî hêzekê re ye, bang eşkerekirina îradeyeke dîrokî ya ji bo jinûve avakirina siyaseta demokratîk a têkoşîna gelê Kurd e.
Bi kurtasî mutabaqata siyasî ji peyman û lihevkirinê pêk tê; ragihandina îradeyê jî meyleke şênber û yekalî ya lîder an jî tevgerekê ye ku li ser paşerojê destnîşan dike. Rêber Apo nexşerêya nû ya têkoşîna Kurd bi vê ragihandina îradeyê diyar kir, ne di berdêla bazarî yan jî tawîzekê de dest bi vê pêvajoyê kir.
RÊBER APO JI BO GELAN BÛYE RONAHIYEKE HÊVIYÊ
Rêber Apo têkoşîna Kurdan ji çarçoveyeke entîkî derxist û weke parçeyek ji têkoşîna hevpar a gelan diyar kir. Modela ku wî pêşkêş kir ne tenê ji bo Kurdan, îro ji bo hemû gelên bindest bûye ronahiyeke hêviyê. Ji bo civakên ku di nava sînorên netewe dewletan de asê mane sîstemeke nû ya xwe dispêre tevlîbûna yekser a gelan pêşniyar dike.
DAWÎ: SERKETINA STRATEJÎK A RÊBER APO
Pêngava 27'ê Sibatê nabe ku di çarçoveyeke klasîk a serketin-têkçûnê de bê nirxandin. Ev pêngav qewînbûna îdeolojîk a Rêber Apo û bandora wî ya li ser gelan nîşan dide. Ew ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo gelan hemûyan modelekê pêşkêş dike. Deklarasyona 27'ê Sibatê ya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo azadiya hevpar a gelan nexşerêyeke. Modela ku wî afirand ne tenê hêza şer e, hêza herî mezin a çareseriya demokratîk e. Ev pêngav ragihandina serketineke stratejîk e ku paşeroja hevpar a gelan ava dike.