Rê ji bo çareseriyê hîna bi mayin e

Rêber Apo dixwaze gavên stratejîk biavêje. Lê ji bo pêşketina pêvajoyê, divê her du alî jî gavên li ser bingeha ewletiyê biavêjin. Lê li Enqereyê siyaseta ewarekirinê tê pêkanîn.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî 26 salan bang li Rêber Apo kiribû ku li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê girtin. Heyeta DEM Partiyê piştî vê bangê, di nava çend mehên dawî de bi Rêber Apo re hevdîtinan pêk anîn.

Rêber Apo di hevdîtina 28’ê Kanûnê de ku bi heyeta DEM Partiyê re kir, têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd “Deklerasyona Veguherîna Demokratîk” a ji 7 xalan pêk tê, weşand. Rêber Apo destnîşan kir ku tecrîd dewam dike û diyar kir ku eger şert û merc bêne afirandin ew xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike.

Rêber Apo bi gotina, “Bûyerên ku li Xeze û Sûriyeyê qewimîn raxistin pêş çavan ku bi destwerdanên ji derve re hewl didin vê pirsgirêkê bikin kangren. Lewma çareseriya vê pirsgirêkê jî gihîştiye wê astê ku êdî nabe bê paşvexistin. Ji bo karekî li gorî vê cidiyetê bê kirin û bi ser bê xistin, tevkarî û pêşniyarên muxalefetê jî hêja ye. Ev hewldanên me hemû wê welêt bigihîne wê astê ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk bibe rêberekî gelekî bi qîmet û hêja. Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî, xwişk û biratiyê ye” hêza xwe ya teorîk û pratîk a di çareseriya demokratîk de eşkere kir.

Banga Rêber Apo û daxuyaniyên Rêber Apo ên piştî wê, ne tenê ji bo gelên Kurd û Tirk, di heman demê de ji aliyê hêzên gerdûnî û dewletên herêmê ên bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ve deng veda. Ev pêvajo bi gotinên fikar, hêrs, nediyarbûn û gotinên vala re bû navenda analîz û şîroveyên bêdawî.

Gelek sedemên vê pêvajoyê ku ji aliyê Rêber Apo ve bi “guherîn, veguherîn û jinûve avabûnê” hatiye binavkirin, hene ku tê xwestin were pêşxistin. Di serî de lêgerînên dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurd bêçareserî maye, dibe rolê sereke. Di heman demê de hebûna pirsgirêka Kurd ku nayê çareserkirin, rasterast bi geşedanên konjonkturel ên wekî pevçûna Îsraîl-Filîstîn û jeopolîtikaya nû ya Sûriyeyê re girêdayî ye.

Ev nîqaş ji aliyê Tirkiyeyê ve di çarçoveya du bingehan de şêwe digire ku li ser xeta fayê ya geşedanên siyasî, leşkerî û aborî ye ku li herêm û cîhanê bandorên hejîner çêdike.

1- Polîtîkaya berfirehbûnê: Yên xwedî daxwaza dagirkerî, belavbûn û girtina herêman, ketina Şamê ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî firsenda berfirehbûnê dibîne. Ji ber vê yekê ji Erdogan re tê gotin, Yavuz Sultan Selîm ê îroyîn. Ev polîtîkaya berfirehbûnê di çarçoveya geşedanên heyî de şêwe digre ku xeyala Erdogan e ku bi ruhê Neo-Osmanî tevger dike û demekî wekî “xelîfeyê cîhana Îslamî” dihat dîtin. Kesên xwediyê vê nêrînê hebûna pirsgirêka Kurd înkar dikin û alîgirê berdewamkirina polîtîkaya îmhakirina Tevgera Azadiya Kurd in.

2- Fikara parçebûn û dabeşbûnê: Li hemberî vê kesên ku difikirin polîtîkaya berfirehbûn û belavbûnê di rastiyê de xefik e jî hene. Li gorî wan, “Dema ku em xwe dirêjî vê xefikê ku cazîp tê dîtin bikin wê xefik li ser me de were girtin û bi biçûkbûna Tirkiyeyê re bi encam bibe.” Ev beşê ku ders ji bûyerên Iraq, Sûriye û Lîbyayê qewimîne derxistine, dixwazin pêşengî ji hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêber Apo re bikin.

Tevî nêrînên cuda û zehmetiyên pêvajoyê jî Rêber Apo bi biryar e ku pêvajoyê rêve bibe û bi encam bike.

DAXWAZA TIRKIYE YA BÛYÎNA HÊZA GERDÛNÎ

Baş e, geşedanên li herêmê çawa bandor li Tirkiyeyê dike? Tirkiye bi rastî jî di bin êrîşekî de ye, yan jî ber bi bûyîna hêzekî gerdûnî ve diçe?  Ji aliyê Tirkiyeyê ve feyde ye ku mirov ji du aliyan berê xwe bide geşedanan.

Di salên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hegemonyaya herêmî ava bike û di welatên cuda de bandora xwe zêde bike, piştgirî da komên Îslamî yên siyasî û çete. Di vê çarçoveyê de bi hevkarîkirina rêxistinên cîhadîst re, polîtîkayên wekî parçekirina civakan û bi hezkirina komên diyar lli hemberî yên din, şopand. Armanca wî ya dawî ew e ku di van welatan de kes û hikûmetên nêzî xwe bîne ser desthilatdariyê û bi rêya lihevkirinên bêhiqûq û ne rewa tesîra xwe asê bike. Ev welat dikarin wekî mînak bên nîşandan:

Sudan: Di pêvajoya Bihara Ereban de Tîrmeha 2011’an belavî du parçeyan bû. Sudana Başûr ji Sudanê cuda bû û serxwebûna xwe ragihand. Ji wê dîrokê ve Tirkiye serweriya xwe ya li ser welat zêde kir.

Libya: Piştî hilweşandina Kaddafî şerên vekaletê destpê kirin. Komên milîs hewl didin ku serweriya xwe çêbikin. Piştî hilbijartinên 2014’an welat ji ber siyasetê bû du parçe.

-Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Navend Trablusê: Paytext Trablus û Rojavayê Libyayê kontrol dike. Ji aliyê NY’ê ve tê naskirin û Tirkiye û Qeter piştgirî dide.

-Hikûmeta Navend Tobrukê: Rojhilatê Libyayê û herêma Sirtê kontrol dike. Artêşa General Hafter ji aliyê Misir, Rusya û BAE ve tê piştgirî kirin.

Iraq: Ji dagirkeriya DYE ya sala 2013’yan ve otorîteya xwe ya navendî winda kir. Bi bêîstikrariya siyasî, parçebûnên mezhebî û destwerdanên derve re têdikoşe.

-Hikûmeta Navendî (Bexda): Beşekî mezin a welat kontrol dike. Komên milîs ên Şîî ên bi piştgiriya Îranê bandora xwe li ser hikûmetê heye.

-Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê: Ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirî kirin. Li herêmê gelek baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê heye.

-Komên Sunnî jî lêgerînên xwe yên parçebûyî, lê yekîtiyê didomînin.

Suriye: Rastiya siyasî ku di 8’ê Kanûnê de li Sûriyeyê bi hilweşandina Beşar Esad re derket holê, ne tenê ji bo welat, di asta herêmî û gerdûnî de jî gelek rojevan bi xwe re anîn. Di nava van rojevan de projeya Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Qeter-Tirkiye jî cih digre.

Yek ji armancên Tirkiyeyê ew e ku tesîra xwe ya jeopolîtîk ya li Deryaya Spî zêde bike û bibe navenda enerjiyê ya Ewropayê. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyê Xwezayî Alparslan Bayraktar di civîna xwe ya çapemeniyê ya 10’ê Kanûna 2024’an de, diyar kir ku ew ê projeya Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Qeter bînin rojevê. Tê armanckirin ku gaza Qeterê li ser Erebîstana Suudî, Urdun, Sûriye û Tirkiyeyê ji Ewropayê re bê gihandin. Bi vê rêyê re girêdabûna bi gaza Rusyayê re kêm bibe.

Enqere girêdayî hevrikiya tund a di navbera aktorên herêmî de dixwaze li Rojhilatê Deryaya Soî qada nû ya tesîrê ava bike. Rewşa nû ya li Sûriyeyê qad vedike ku Tirkiye li herêmê manewrayên nû bike.

Foruma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî (EastMed) lihevkirinekî ye ku Yewnanîstan û Başûrê Qibrisê tê de cih digre. Ev lihevkirin di sala 2022’yan de hat îmzekirin. Tirkiye ku ji derveyî vê lihevkirinê hat girtin, ji sala 2019’an ve li dijî cîranên xwe dest bi tevgerê kir.

Lê hînek çavdêr diyar dikin ku Îsral tesîra Tirkiye ya li Rojhilatê Tirkiyeyê qebûl nake. Bi taybetî jî tê destnîşankirin ku EastMed ji bo enerjiya ku ji bo Ewropayê tê hinare kirin, navendek herêmî ye. Projeya xeta boriyê ku ji bo hinartina enerjiyê ji bo Ewropayê, Yewnanîstan, Başûrê Qibrisê û Îtalyayê girê dide, ji bo Îsraîlê xwedî girîngiyekî jeopolîtîk e.

PIŞTGIRIYA HÊZÊN GERDÛNÎ: DESTHILATDARIYA ESADÊ HILWEŞIYA

Desthilatdariya Esad ji aliyê Ahmet Şara nasnav (Colonî) ve bêyî ku rastî tu berxwedanekî were, bi piştgiriya hêzên gerdûnî ve hilweşiya. Hate diyarkirin ku di hilweşandina Esad de Tirkiye pir bandorker e û “biqezenc” derket. Îran (Hizbullah) û Rusya di bin vê kavilê de man.

Sûriye û Kurdistan di jinûve vesazkirina herêmê de bi erka kilîd tê dîtin. Heta ku li ser Sûriye û Kurdistanê rasterast serweriyek çênekin, kes nikare Rojhilata Navîn bike bin kontorlê, nikare bibe hêz û nikare serweriyê li ser hêzên din bike. Tirkiye bi vê pêşbiniyê ji beriya hemû welatan çû Şamê. Erdogan ji Colonî xwest ku zîhniyeta yek dewlet, yek al, yek netew jiyanî bike, di pergala nû hatî avakirin de cih nede Kurdan û hemû şervanên ne Sûriyeyî yên di nava QSD’ê de ji Sûriyeyê bên derxistin.

EREBÎSTANA SIÛDÎ NAXWAZE DERFETÊN KU DERKETINE JI TIRKIYEYÊ RE BIHÊLE

Tirkiye dixwaze li ser bingeha têkiliyên xwe yên dostane yên demdirêj bi Colanî re di jinûve avakirina Sûriyeyê de cih bigire û naxwaze derfetên derketine holê bi welatên cuda re parve bike. Ji bo vê jî trafîka Enqere-Şamê bi lez bû. Lê belê Erebîstana Siûdî hevrikekî xurt ê Tirkiyeyê ye û naxwaze qada xwe ya serdestiyê bi Tirkiyeyê bide parvekirin. Serketiyê pêşbirkê Erebîstana Siûdî ye.

Erebîstana Siûdî ji rêveberên Misrê ku bi tedbîr nêzî desthilatdariya HTS'ê dibin re got, "Eger em qadê vala bihêlin, Tirkiye dikare bi rêya hikûmeta nû li ser tevahiya Sûriyeyê bibe desthilatdar. Lê belê em wek Ereb dikarin piştgiriyê bidin rêveberê HTŞ’ê û heta ji destê me bê em wî bidin aliyê xwe. Bi vî awayî em dikarin wê ji rewşa xeteriyê derxin.”

Serokê Navenda Lêkolînê ya Kendavê Abdulazîz Sager ku di 14'ê Sibata 2025'an de li Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê pêk hat de axivî û got, "Mîna ku me Iraq ji Îranê re hişt, em naxwazin Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re bihêlin.”

Di vê çarçoveyê de siyaseta berfirehkirina neo-Osmanî ya Erdogan ne tenê ji aliyê welatên Ereban ve, ji aliyê hêzên cîhanî û dewletên cîran ve jî bi fikar û tedbîr nêzîkatî çêdibe.

Colanî ku koçberek Sûriyeyî û hemwelatiyê Siûdî ye, rastiya Sûriyeyê baş dizane. Haya wî ji hesasiyeta Kendavê û welatên Ereb ên cîran û hêzên gerdûnî heye. Ji bo vê jî bêyî ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re xirab bike hewl dide ku bi welatên Ereb re têkiliyên pêşî çêbike. Colanî serdana xwe ya destpêkê li Siûdiyê û piştre jî li Tirkiyeyê kir û bi vî awayî peyama pêwîst da raya giştî ya cîhanê.

Qoçê Efrîkayê: Welatên weke Somalî û Erître ji ber destwerdana derve û aloziya etnîkî bêistiqrariya xwe didomîne. Tê zanîn ku Tirkiye bi sûdwergirtina ji hawira pevçûnê ya hêzên mûxalîf re hewl dide li van welatan bibe hêz.

CIVÎNA G20’Ê Û PEYMANA ENERJIYÊ YA BI HÎNDÎSTANÊ RE

Di Civîna Bilind a Serokan a G20'ê de, ku 9-10'ê Îlona 2023'yan li paytexta Hîndîstanê Delhiya Nû pêk hat, di warê enerjiyê de biryarên girîng hatin girtin. Di navbera Hindîstan, DYE, Erebîstana Siûdî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Fransa, Elmanya, Îtalya û Yekîtiya Ewropayê de ji bo avakirina "Korîdora Aboriyê ya Hîndîstan-Rojhilata Navîn-Ewropa" ÎMEC a ku wê Hîndîstanê bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve girê bide, peyman hat îmzekirin.

Ji ber ku Tirkiye li dervî vê korîdorê hat hiştin, nerazîbûn nîşan da. Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya vegera ji Hîndîstanê de got, "Bêyî Tirkiyeyê korîdor nabe. Tirkiye baregeheke girîng a hilberîn û bazirganiyê ye. Ji bo trafîka ji rojhilat ber bi rojava ve xeta herî guncav e, neçar e ji Tirkiyeyê re derbas bibe." Her wiha destnîşan kir ku xebat li ser projeya "Rêya Pêşketinê” ya alternatîf ku dê bi rêya Iraq, Qeter, Ebû Dabî û Tirkiyê bigihîje Ewropayê, tê meşandin.

Bi kurtasî, piştî bûyerên "Bihara Ereban" ku di sala 2011'an de destpê kir, gelek dewletên dewlemend ên enerjiyê hatin wê radeyê ku nasnameya xwe ya neteweyî winda bikin.

ÇAVKANIYÊN ENERJIYÊ Û ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ

Îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji ber şerê parvekirina hêzên navneteweyî bi armanca xwedîlêderketina çavkaniyên enerjiyê û ewlekirina xetên veguhastina enerjiyê pêk tê. Li van welatên ku ji aliyê çavkaniyên petrol û enerjiyê ve dewlemend in, destwerdanên derve bi giranî dewam dikin. Tirkiye ya bi îdîaya ku bibe hêzeke cîhanî radibe, bi awayekî dijwar destwerdana van welatan dike û dixwaze cihê xwe di nava vê hevkêşeyê de bigire.

Bi gotineke din, çi hêzên şerên wekaletê li herêmê dimeşînin, çi jî dewletên herêmî yên paşverû û zordar, çi jî aktorên gerdûnî, her kes ji bo pêvajoya nû pozîsyoneke guncav digirin û tifaqên xwe li gorî vê yekê dihûnin. Ti alî bê alternatîf nîne; Di berîkên wan da planên A, B û C’yê hene. Ji bo vê jî her aktorek hesab dike di vê pêvajoyê de bêyî ku ziyanek mezin bide çawa dikare tevkariyê li berjewendiya xwe bike. Li hemberî destwerdanên Îsraîl û DYE’yê, pêwîstiya Îranê bi Kurdan heye. Li aliyê din Îsraîl ji ber pirsgirêkên xwe yên bi dewleta Ereb û Tirk re dixwaze bi Kurdan re têkilî dane.

Rêber Apo yê ku van pêşketinan ji nêz ve dişopîne "Deklarasyona Veguherîna Demokratîk" a xwe dispêre berjewendiyên gelên herêmê weşand. Rêber Apo bi nirxandina geşedanên konjonkturel re, bêyî ku girêdayî qalibek bimîne xwest gavên stratejîk bavêje. Lê belê ji bo pêvajo bi pêş bikeve û çek bêdeng bibin, divê alî li ser bingeha baweriya bi hev gavan biavêjin. Lê belê Enqere di mijara gav avêtinê de bêxwestek e û siyaseta ewarekirinê dide meşandin. Lê belê pêwîste ji zimanê neyînî rizgar bibe û gavên cidî bavêje.

Ji aliyekî ve hûnê qala danîna çekan û meşandina siyaseta demokratîk bikin û li aliyê din jî her roj bi tonan bombeyan li ser gelê Kurd bibarînin. Hûn ê kuştina rojnamevanan bidomînin û bi hezaran girtiyên siyasî dîl bigirin. Hûn ê vîna hilbijartiyan ji nedîtî ve werin û li şûna wan qeyûm tayîn bikin. Bi gotina, "Ya wê çekên xwe li erdê binax bikin yan jî wê bi çeka xwe bên veşartin" hûnê zimanê jehrî û qure bikar bînin. Ev nêzîkatî û daxuyanî bi kêrî kesî nayên.

Îsraîlê di şerê Hamasê de ji bo her girtiyekî bi sedan Fîlîstînî serbest berda, rêveberên MÎT'ê Erkan Pekçetîn û Aydin Gunel ên di sala 2017'an de li navçeya Dûkan a Silêmaniyeyê ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, di operasyona nuqteyan a artêşa Tirk a 10'ê Sibata 2021'an de bi hinceta ku li herêma Garê girtî ne, bûn sedema mirina zêdeyî deh leşkerên xwe yên dîlgirtî. Ev zîhniyet e ku li şûna agirê bi malê ketiye vemirîne, dar davêje û agirê gurtir dike.

Êdî dem hatiye ku mirov xwe ji îhtîmala xerabî û sûc rizgar bike. Çareseriyek efsûnî û bi rûmet encax bi paradîgmaya Rêber Apo ya veguherîna demokratîk dikare pêk were.