Peywirên sereke yên welatparêziyê – II-

Welatparêzî tê wateya ku li hemberî hebûna civakê û jiyana azad de xwe berpirsyar bibîne, tevlê bibe û çalak be. Asta welatparêziyê ya kes û civakê bi qebûlkirina nirxên civaka polîtîk û exlaqî û pêkanîna wê diyar dike.

Bêguman bi zanatiya Rêbertî û pîvanên PKK’ê di welatparêziya Kurdan de geşedanên girîng çêbû. Hêza perwerdekar a Rêber Apo, bîra welatparêziyê, cesaret û fedakariya wê di asteke girîng de pêş ve bir. Fedaîtiya di nav milîtaniya PKK’ê de pêk hat, pîvanên welatparêziyê jî bilindtir kir. Helwesta gelê Kurd a ji bo azadiya welat û civakê de bi fedakarî têbikoşe û di têkoşîna azadiyê de tevkarî çêkir. Netewebûna demokratîk bi bîr û helwesteke exlaqî ya wisa teşe girt.Tevlêkirina zarokên xwe ya nav têkoşîna azadiyê, şehadeta ji bo azadiyê, tevlêbûna çalakiyên girseyî, xebata ji bo geşbûna rêxistinkirina girseyî, xurtkirina di warê maddî û manewî de ya têkoşîna azadiyê, malbatên şehîd, girtî û şervanan bû nirxên bilind.

Bêguman ev geşedan xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ev pîvanên welatparêziyê cara pêşîn di nav civaka Kurdan de pêk nehatiye û cara pêşîn jî di nav civaka Kurdan de derneketiye holê. Lê li hemberî êrîşên qirker ên mêtingeriya dewleta Tirk, cara pêşîn evqasî di asteke bilind de pêk hat. Ev jî di xeta neteweya demokratîk de ji bo civakîbûna Kurdan de dibe pêngaveke nû û gelekî xurt. Li ser vî esasî siyaseta demokratîk a Kurdan teşe digirt û rastiya civakeke exlaqî derdiket holê. Takekesên azad û civakîbûna demokratîk esasê geşedana Kurdan ava dikir.

Ev geşedanên li ba takekesên Kurd û civaka wê, di asta global de feraset û siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan parçe dikir û bi demê re dianî asta ku dikare were têkbirin. Feraset û siyaseta qirker û mêtinger li hemberî van geşedanan zêde bû û di gelek aliyan de bi armanca tunekirin û îmhakirinê êrîş kir. Ev êrîşên di çarçoveya şerê taybet a faşîst de gelekî bi plan û rêxistinkirî dihat kirin, ji aliyekî di nav civakê de sîxûrî ava dikir, dixwest bi vî awayî derbeyê li exlaqê civakî û hêzên azadiyê bixe. Ji aliyê din ve jî takekes û civak dikir hedef, dixwest pîvan û exlaqê nû yê welatparêziyê xera bike. Bi vî awayî di her astê de asîmîlasyon geş dikir, ji aliyê din ve jî bi tiryak, fihûş, dizî û beredayîbûnê xwest exlaqê civakê xera bike.

Gelekî zelal e ku di navbera welatparêzî û civakîbûnê de girêdanên xurt hene. Bîra civakî ya demokratîk û rêxistinbûna wê welatparêziya rastîn derdixe holê. Welatparêzî tê wateya ku li hemberî hebûna civakê û jiyana azad de xwe berpirsyar bibîne, tevlê bibe û çalak be. Asta welatparêziyê ya kes û civakê bi qebûlkirina nirxên civaka polîtîk û exlaqî û pêkanîna wê diyar dike.

Bêguman tiştên berevajî vî tiştî jî lê ne. Ji bo takekes û civakê de qelsbûna nirxên civaka polîtîk û exlaqî, di heman demê de tê wateya qelsbûna pîvanên welatparêziyê. Ji ber vê jî hêzên mêtinger û qirker, ji bo ku pîvanên welatparêziya ji bo tevlêbûna xurt a têkoşîna azadiyê, berê dixwazin civakê xera bikin û pîvanên polîtîk û exlaqî yên civakê de hilweşînin. Êrîşên xwe li ser vî esasî zêde dikin.

Gelekî zelal e ku dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê di çarçoveya şerê taybet de, li dijî Kurdan û civaka Kurdan êrîşên giran dike. Aliyekî vî tiştî zêdekirina sîxuran e û karibe van kesan ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne û ji aliyê din ve jî bi fihûş û diziyê tiştên li dijberî exlaqê civakê zêde bike û civakê ji têkoşîna azadiyê ya neteweyî û civakî dûr bixîne. Fikra faşîzma AKP’ê ya di vî warî de ev e ku dibêje ‘Ji dêvila ku wê biçe çiyayan bibe terorîst, bila bibe orispî baştir e.’

Vê feraseta koma şerê taybet a di bin rêveberiya Suleyman Soylû di her firsendê de vî tiştî bi awayên cihê dibêje. Li ser vê feraseta jî ji bo pêkanîna wê her tiştî dike. Li navçe û bajarên Kurdistanê ji bo ku di nav civakê de dizî, fihûş û tiryakê zêde bike, hemû derfetên dewletê seferber dike û êrîşeke gelekî bi plan û rêxistinkirî dike. Di van êrîşan de beriya her tiştî ciwan û jinên Kurd dike hedef.

Dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo ku nehêle ciwanên Kurd bibin xwedî bîra neteweyî û berê xwe nedin helwesteke wisa, her cure rê û metodê diceribînin. Dibistan, tax, qehwe û kolan bi kurtasî hemû zemînên ku ciwan dikarin biçin wê derê, ji xwe re bi kar tîne. Hê di demên dibistana navîn û seretayî de hewldaneke wisa dikin. Zarokê ku ji bo perwedehiyê ji dibistanan re tên şandin, dev ji bîr û pîvana li gorî nirxên civakî demokratîk berde, wan dixin nav tiştên xerab ên wekî fihûş, tiryak û diziyê. Li ser vî esasî sûc bi wan dide kirin, di nav psîkolojiya sûckirinê de, hest, raman û ruhê wan tê tunekirin.

Ji ber vê jî ne tesaduf e ku li Kurdistanê û di nav ciwanên Kurd ên li qadên din fihûş, tiryak û dizîtî evqasî tê zêdekirin. Ev tişt wekî kirina şerê taybet a faşîst û qirker a faşîzma AKP û MHP’ê bi awayekî plan, rêxistinkirî tê kirin. Li ber çavan e ku ji bo van tiştan bi milyaran lîra pere tê xerckirin, bi deh hezaran xebatkarên şerê taybet tê perwerdekirin û ev tişt wekî polîtîkaya dewlet û hikumetê bi zanebûn û rêxistinkirî tê kirin.

Nexwe li hemberî van êrîşên dijmin divê çi were kirin? Ji bo ku mirov bibe welatparêzên rast û peywirên xwe yên sereke yên welatparêziyê bi cih bîne, divê hay ji van rastiyan hebe û ji bo ku zêdetir tiştan bizanibe divê her dem di nav hewldanan de be. Beriya wê jî li hemberî êrîşên dijmin ên faşîst û qirker divê mirov di nav têkoşîneke bi plan û rêxistinkirî de be. Beriya her tiştî divê mirov bibîne ku ev êrîş ji bo hebûna Kurdan xetereyeke çawa mezin e! Piştre bi vê bîrê divê mirov li dijî êrişên şerê taybet xwe rêxistin bike û têkoşîneke bi plan û bandor bike! Divê mirov zanibe heta ku ev tişt bi serkeftî neyê kirin jî ne welatparêzekî/e rastîn e!

Ji bo vê jî divê mirov bi perwerdehiyên rast ên li ser bingeha welatparêziyê ya zarok û ciwanan eleqedar bibe. Divê mirov rê li ber vî tiştî veke ku ew bîreke xurt a dîrokê bistînin û bi çand û zimanê Kurd xwe xurt bikin. Ji bo ku zarok û ciwanên me nebin qurbaniyên tiştên xerab ên wekî fihûş, dizî û tiryakê divê mirov haydar tevbigere. Divê mirov vî tiştî wekî parçeyekî şerê me yê azadiyê ya li dijî şerê taybet a dijmin bibîne. Ji bo ku mirov karibe van tiştan bike, divê mirov zarok û ciwanên xwe ji têkoşîna azadiyê dûr nexîne. Divê tu nebêjî ‘Bila biçe di nav pergalê bixwîne û bibe tiştek.’ Çawa ku te xwe ji têkoşîna azadiyê dûr nexistiye, divê tu zarok û xizmên xwe jî jê dûr nexîne û wan bi ruh û bîra têkoşîna azadiyê mezin bikî.

Di demên dawîn de di van meseleyan de hinek qelsî hene. Şerê taybet baş nayê zanîn û xetereya wê baş nayê dîtin. Ji ber vê jî li dijî êrîşên şerê taybet têkoşîneke xurt û çalak nayê kirin. Eleqedariya ji nêz û bi awayekî rast a perwerdehiya zarok û ciwanan nayê kirin. Ji dêvila ku zarok û ciwanên xwe tevlî têkoşîna azadiyê bike, wan jê dûr dixîne. Divê em ji bîr nekin ku ji xeynî têkoşîna azadiyê helwesteke welatparêzî û jiyaneke mirovî tune. Divê hemû Kurd vê rastiyê baş bizanibin û tu carî ji bîr nekin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA