PDK’ê ji petrolê çi bi dest xist, çi ji dest da!

PDK û taybet serkêşên Barzaniyan gotinên qelew ên ‘serxwebûn’, ‘cudabûna ji Iraqê’ kiribûn hemû li wan vegeriyan û serê xwe şorkirin û berê xwe dawiya dawî dan Bexda.

PDK’ê û serkêşê wê yên Barzanî di asta jor de ji Mesûd Barzanî bigire heta Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Sûriye û beşek mezin a Iraqê jî dagirkir û şûnde, ketibû nava panîkek mezin û heta gelek ji wan bi balafirên fermî jî ketibûn ser rêya revê ya ji Kurdistanê. 

Têkoşîna bi pêşengtiya PKK’ê ya li Rojava û di serî de li gelek deverên Iraq û Başûrê Kurdistanê mîna Şengal, Kerkûk, Mexmûr pêşiya DAÎŞ’ê girt û bi berdêlên mezin pêşiya DAÎŞ’ê girt û têk bir. Ev yek hêzeke mezin da PDK’ê û xelkê Başûrê Kurdistanê. 

PDK a vê yekê dît, dema xwe her çendî zêde helwestek nîşan ne dabe, lê ti demê ev serketina PKK’ê hezim nekiriye. Bi valatiya li nava Iraqê xwest ku serbixwe bê ku gavên saxlem û qehîm bavêje, her weke berê lezûbez kete nava tevgerên ne di xizmeta civakê de. Di vê çarçoveyê de sala 2014’an bi Tirkiye re peymaneke 50 salî ya petrolê îmze kir, bê şirîkên xwe yên hikûmet û dahata vê hemû kişandin ser xwe. Tevî dehan car şirîkên hikûmetê daxwaza eşkerekirina madeyên vê peymanê jî kir, lê PDK’ê xwe neda ber vê.

PDK’ê petrola ku hinardeyî bendera Cehyan a Tirkiye dikir, 10 dolar kêmtirî nirxê bihayê petrolê ya diçe cîhanê difirot Tirkiye, salaneya vê dike 2,5 milyar dolar, yanî nêzî 10 sal in ku ev lihevkirin heye, bihayê wê dike 30 milyar dolar ku ziyan kiriye. Hikûmeta Iraqê li ber vê yekê rabû û gilî kiribû û ev yek weke ne ‘rewa’ pênase kiribû. Rayedarên Iraqî anîbû ziman ku ev peyman tê wateya binpêkirina peyman neftê ya sala 1973’an. Piştî vê hewldanê bûdceya para Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17 bû hate qûtkirin û li ser hihevkirinê ji sedî nêzî 9 êdî par hate şandin.

Ji xwe çi bû, sala 2017’an bû. Piştî israra Barzaniyan a referandûma serxwebûnê bû. Di pêvajoyeke welê de ku hê DAÎŞ bi temamî têk neçûyî û aloziyên li Iraq û lihevkirinên Peymanî yên Navneteweyî li herêmê di nava operasyonan de gaveke wiha serê xwe her çendî rast be jî li gorî dem û cih, şaştiyek mezin bû. Bû sedem ku ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ji destê wan biçe. 

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, 25’ê Adarê Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye. Dadgehê 1,5 milyar dolar tazmînat li Tirkiye birî. Tirkiye li aliyê din diyar kir ku ew vê qebûl nakin û divê Hikûmeta Herêmê vê tanzîmatê bidin Iraqê. Li ser vê di serî de gelek kargehên hinardekirin û derxistina petrolê kar dan sekinandin. 

Li ser vê yekê şandeyên PDK’ê ketin dû hev û bûn rêwiyên Bexda. Di encama lihevkirinên hatin kirin de, Herêmê bê bê Iraqê nikare neftê bifiroşe, neft bi rêya kargeha SOMO bê firotina Tirkiye. 

Weke encam eger em bixwazin dawî bikin, em ê bibînin pêvajoya borî PDK’ê karê ji bejna xwe mezintir rabûn û ziyana wê pêvajoyê hemû ji gel hate standin. Gelê Başûr hejar bû, bê kar bû, dahata ji petrola dihate girtin, weke bombe li xelkê herêmê hatin barandin. 

PDK û taybet serkêşên Barzaniyan gotinên qelew ên ‘serxwebûn’, ‘cudabûna ji Iraqê’ kiribûn hemû li wan vegeriyan û serê xwe şorkirin û berê xwe dawiya dawî dan Bexda. Niha jî gotinê; ‘Em dixwazin bi Bexda re li ser bingehê wekheviyê ya herêmê kar bikin, têkilî xweş bikin’. 

Pêşiya ti ji paşiyan re nehiştine gotine; ‘Gotinê ji xwe mezintir nekin’, ‘Pariyê nan ê mezin bixwe, lê gotinê mezin neke’ û dîsa jî ‘Gava xwe li gorî berika xwe dirêj bikin’ yanî ku mirov hinek guhdar û zana be, wê bibîne bê ka çi ji bo wî û civakê girîng e bike. Lê em dibînin PDK’ê ev yek hemû ji bo kibîra xwe û desthilata xwe qehîm bike, kir. Li aliyê din pêşiya pêşketinên Tevgera Azadiya Kurd bigire bû. Lê axirê mirov ji kîjan cihê şaştiyê vegere ya xêrê ye. 

Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Iraqê, bi rêya Kampanya Somo sala 2022’an 1 milyar û 208 milyon û 531 hezar û 119 varêl petrol hatiye firotin. Ev yek jî miqabilî rojane 3 milyon û 311 hezar û 416 varêl petrol hatiye firotin. Li gorî vê yekê her varêlek bi nirxê 95,53 dolarê Emerîkî hatiye firotin. Ev yek jî bi giştî dike bihayê 115 milyar û 466 milyon û 245 dolar.

Li gorî saziya Rûbîn a zelalî li proseya neftê jî raporek belav kiriye û li gorî wê ew dahata herêma Kurdistanê ji kampanyayên neftê digire eşkere kiriye. Li gorî raporê dahata Herêma Kurdistanê ji 10 bîrên petrolê yên bi rêya 11 kampanya sala 2022’an bi dest xistî 3 milyar û 115 milyon û 800 hezar dolar e.

Ji 1’ê heta 25’ê Adarê rêjeya petrola ku Herêma Kurdistanê şandî bendera Ceyhan 10 milyon 795 hezar û 47 varlê petrol bûye, ev yek rojê dike 449 hezar û 668 varêl.