Dewleta Tirk plana xwe ya sed salî ya tunekirina gelê Kurd bê navber didomîne. Eger mirov binirxîne ku şer êdî li çar aliyên Kurdistanê belav bûye û dewleta Tirk li dijî Kurdan bi her kesî re hewl dide tifaqan bike, hemû rastî nayê fêmkirin. Îro şer heye. Yên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin, bi gotina 'em li dijî terorê têdikoşin' hewl didin pirsgirêkeke dîrokî ji nedîtî ve bên. Projeya qirkirina Kurdan ev sed sal e tê meşandin. Dibêjin, “Duh em li dijî diz û eşqiyayan, îro jî li dijî terorê şer dikin.” Lê cewherê kar, tepisandin, tirsandin, asîmîlekirin û ji dîrokê birina gelê Kurd e.
Her kesê ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibe bila bizane ku pirsgirêk ne pirsgirêka terorîzm û hwd. ne. Koka pirsgirêkê qirkirina gelê Kurd e. Digel ku di tevahiya dîroka komarê de seferên li dijî Kurdan hatin kirin, qetlîam û sirgûn nesekinîn. Yên ku li Tirkiyeyê bi siyasetê re eleqedar dibin kêm-zêde vê yekê dizanin. Lê diyar e yên ku di nava sînorên ku dewletê xêz kiriye de difikirin û hewl didin siyasetê bikin, ne parçeyek çareseriyê ne, parçeyek ji pirsgirêkê ne. Bi rastî jî li Tirkiyeyê di vî warî de hawirdoreke siyasî ya gelekî paşverû û dewletparêz heye. Hin partî û rêxistinên ku dibêjin em çep in û sosyalîst in, hîna jî ji dewletê bêtir hewl didin kurdan û rêxistinên wan neheq nîşan bidin.
Lêgerîna maf û têkoşîna Kurdan ji aliyê hêzên emperyalîst ve wek terorê hat binavkirin û ji siyaseta cîhanê hat dûrxistin. Tirkiye ji vê hewayê sûd werdigire, her sûcê mirovahiyê li dijî Kurdan dimeşîne. Ji ber van sûcên ku kiriye di tu platformê de hesap nedaye, kesî jî hewl nedaye ku hesab jê bipirse. Ji hêzên rastgir ên di bin bandora hêzên emperyalîst û dewleta Tirk de, heta yên sosyalîst, gelek derdor li pişt vê barîkata li dijî Kurdan hatin rakirin, sekinîn. Wan aliyên xwe ne ji bo mafderan, ji bo neheqan diyar kirin.
Di vê lîstikê de aliyekî Kurd jî heye. Bêyî dîtin û bêbandorkirina aliyê Kurda yê vê lîstika xwînrêj a ku li dijî gelê Kurd hatiye plankirin, dawî li vê trajediyê nayê. Di hemû serhildan û pevçûnên kurdan de her tim komeke xiyanetkar û hevkar hebûye. Ger Kurd bibin yek û bi hev re tevbigerin, ti carî têk naçin. Ji ber ku dijminên Kurdan vê yekê baş dizanin, her tim hewcedarî dibînin xwe bispêrin komek hevkar. Ji bo vê jî hewl didin nakokiyên navxweyî yên Kurdan bi kar bînin û li dijî hev provoke bikin. Ji salên 1980’î ve dewleta Tirk her rê û rêbaz ceribandiye. Cerdevaniyê organîze kir, Hizbul-Kontra wek şebekeya kuştinê bi kar anî, hinek kurd di warê aborî de xurt kirin, bi xwe ve girêda û hwd. li gel van hemûyan jî nekarî tevgera Kurd bitepisîne.
Dewleta Tirk hewl da ku Kurdên li derveyî sînorên xwe jî bike parçeyekî vî şerî. Bi taybetî li ser PDK'ê li Başûrê Kurdistanê xebitîn. Li aliyekê heqaret û tehdîd li wan dikir, li aliyê din jî li dijî PKK’ê û gerîla bi kar tîne. Bi hewldanên dûr û dirêj û bi rêbazên curbecur karî PDK’ê bigire aliyê xwe. Xeta siyasî ya PDK'ê jî ji bo vê meyldar bû. PDK’ê di rastiyê de tê wateya malbata Barzanî. PDK’ê ne xwediyê karaktereke siyasî ya demokratîk, azadîxwaz bû. Di vê partiyê de xeteke siyasî ya ku bi piranî malbatperest û desthilatdar, serdest bû. Dema ku wisa dibe, parçeyên din ên Kurdistanê dikarin bibin qurbanî û di şikandina wan de rol bilîze.
Di salvegera 15'ê Tebaxê de Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan bang li gelê Kurd, rewşenbîr û partiyên Kurd kir. Ji bo PDK’ê berê jî gelek caran bang hatibûn kirin. Di nav gel de jî hesasiyetek hate afirandin. Lê PDK’ê ji ber lihevkirin û danûstandinên ku bi dewleta Tirk re kiriye, her ku diçe zêdetir dikeve nava şer. Karayilan jî bal kişand ser vê xeteriyê. Êdî rewş hatiye asta pevçûnê, divê gelê Kurd û derdorên berpirsyar vê zanibin, ger tiştekî wan heye bila bikin. Her wiha destnîşan kir ku ew naxwazin bi PDK’ê re şer bikin û hate gotin ku divê Kurd ji bo berjewendiyên dewleta Tirk hevdu nekujin.
Dema ku PKK’ê û fermandarên gerîla van bangawaziyan dikirin û hewl didan rê li ber nakokiyên navbera Kurdan bigirin, ji aliyê PDK'ê ve daxuyaniyên berovajî hatin. Yek ji rêveberên PDK'ê Alî Ewnî derket ser televîzyonên malbata Barzanî û bang li dewleta Tirk kir. Bi gotina, “Artêşa Tirk û MÎT’ê bi balafirên bêmirov weke ku dixwazin PKK’yiyan hedef digirin. Çima artêşa Tirk û MÎT'ê bi balafirên bêmirov Rêveberên PKK’ê yên payebilind nakin hedef?” pijiqî holê. Em nikarin vê tenê weke provokasyona Alî Ewnî bibînin. Ger wisa ba, dê bandorên wê ew qas xirab nebûna. Divê ev weke banga Barzaniyan bê dîtin. Ger ne wisa ba malbata Barzanî wê vê daxuyaniyê di televîzyona xwe de neweşandiba. Ango hin wê derketibana û gotibana em tevlî vê daxuyaniyê nabin. Lê tiştek wiha pêk nehat. Her wiha di çapemenî û medyaya civakî ya PDK’ê de li dijî PKK’ê û gerîla şerekî giran ê psîkolojîk tê meşandin. Wisa xuya dike ku PDK’ê hewl dide hawîrdorek ji bo tevlîbûna şerê li dijî gerîla ava bike.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka