PDK çima serweta Kurdan dibe derve?

Saziyeke lêkolînê ya li DYE’yê ragihand ku serweteke mezin a PDK’ê li Emerîkayê heye. Tê zanîn ku bi milyaran dolar serweta PDK’ê li Tirkiyê û Ewrûpayê jî heye.

Derveyî alîgirên fanatîk ên PDK’ê û hin kesên ji derfetên wan sûdê werdigrin an jî yên dixwazin li gel PDK ya ku bi hêza zorê li Başûrê Kurdistanê bibe otorîte, beşeke zêde ya gelê Kurd ji PDK’ê nerehet e. Jixwe, tevî ku PDK’ê hemû derfetên xwe seferber kirin jî, dengê li Kurdistanê wergirtiye ji sedî 20 jî nîne. Ji ber ku PDK weke hêzeke zextê ya li hemberî azadiyan tê dîtin. Derfetên aborî yên li Kurdistanê, malbata Barzanî û derdora wê di dest xwe de digrin. Dîsa beşeke girîng a dahatên aborî yên Başûrê Kurdistanê diherikin Tirkiyeyê. Başûrê Kurdistanê êdî bûye mêtingeha nû ya Tirkiyê. Esas, PDK’ê piştgiriya gel ji dest xwe daye. Bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî û dewleta Tirk li ser piyan dimîne. Ji gel sil bûye. Ne bi tenê bi PKK’ê re, bi partiyên siyasî yên Başûr hemûyan re pirsgirêkên wê hene. Ji ber ku ji derveyî xwe, xwe li ti hêzeke din a siyasî ranagire. Heger di bin bandora wê de be, hebûna hêzeke siyasî qebûl dike. Van polîtîka û helwestên wê hemûyan, hiştiye ku gel ji PDK’ê gelekî bi hêrs be. Bi zextê gel di bin kontrola xwe de digire. Nexwe, gel dikare di rojekê de PDK’ê serûbinî hev bike. 

Saziyeke lêkolînê ya li DYE’yê ragihand ku serweteke mezin a PDK’ê li Emerîkayê heye. Tê zanîn ku bi milyaran dolar serweta PDK’ê li Tirkiyê û Ewrûpayê jî heye. Heta li her cîhî tê gotin, ji van reqeman gelekî zêdetir, biriye derveyî welat. Beşeke mezin a dahatên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê, ev malbat bi kar tîne. Jixwe, di serî de Hewlêr, xelkê Başûr dibîne ku PDK xwedî erd û binesaziyên gelekî girîng e. Weke koma lêkolînê ya Emerîkî destnîşan kiriye, malbata Barzanî beşeke girîng a serweta xwe ji ser xizmên xwe, di dest xwe de digire.

Gava PDK radibe nirx û qîmetên di destê gel hemûyî de desteser bike, li ser hukim bike, ev yek nîşan dide ku PDK ji gel jî û ji Kurdistanê jî qut e.

PDK ji sala 2003’ê ve hêza esasî ya rêveberiya herêmê ye. Beriya 2003’ê jî li Başûrê Kurdistanê hêza serwer bû. Tê zanîn ku di sala 1997’an de bi piştgiriya Sedam û leşkerên Iraqê, Hewlêr ji YNK’ê stend. Zêde pêwîst nake ku ewm behsa wê yekê bikin ka qonaxa Iraqa di bin rêveberiya Sedam de, ji bo Kurdan tê çi wateyê.

PDK niha jî li gel dewleta Tirk re hevkariyê dike; ew dewleta Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, Rojava dagir kiriye û Başûrê Kurdistanê kiriye bin serweriya xwe. Bi vê hevkariyê di pîlana tesfiyekirina PKK’ê de bûye xwedî rol. 

Ev PDK serweteke bi deh milyaran heta sed milyaran veguhestiye derveyî Kurdistanê. Bêguman, mirov dikare bibêje, diziye û revandiye.

Baş e, gelo partiyeke di rêveberiya welatekî de xwedî gotin e, ji bo çi vê yekê dike? Malbata Barzanî ji bo çi serweteke evqasî li derveyî welat radigire? Ji bo çi dihêle ku bi deh milyaran dolar ji aliyê DYE, Ewrûpa û Tirkiyê ve werin bikaranîn? Heger ev serwet ji bo Kurdistanê were veguhestin, dikare gelek pêdiviyên gel ê Başûrê Kurdistanê û saziyên xizmetguzariyê werin pêşiwazîkirin. Pirsgirêkên aborî yên li Başûrê Kurdistanê dikarin dakevin asta herî jêr. 

Em fêm dikin ku PDK desthilatdariya xwe ewle nabîne. Ne tenê desthilatdariya xwe, ew statûya heyî jî ewle nabîne. Jixwe, dema ku DAIŞ’ê êriş kir û bi ser Hewlêrê ve meşiya, xwe amade kiribûn ku bi serwetên di dest xwe de, Hewlêrê û Kurdistanê biterikînin. Heger hinekî din DAIŞ nêzîk bibûya, wê Başûrê Kurdistanê biterikandana. Bi vî rengî wê bi serweta di dest xwe de li derveyî welat ji xwe re li rêyeke din binihêriyana.

PDK ne xwedî wê têgîhîştinê ye ku statûya heyî heta dawî biparêze. Ditirse ku desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê ji dest bide. Li gel wê, bawerî û têgîhîştineke wisa nîne ku statûya Başûrê Kurdistanê saxlem bike û mayînde bike. Ji ber vê sedemê, serweteke girîng a Kurdistanê li derve dihêle. Em fêm dikin ku dema dît wê hinek êriş bikin, ew ê li rêya revê bigere. Wekî din ti wateyeke hiştina li derve ya vê serwetê nîne. 

PDK derfetên li Başûrê Kurdistanê, weke nirxên ku bi tekoşîna vî gelî hatine bidestxistin, nabîne. Weke hêzeke serdest, xwediyê têgîhîştineke welê ye ku bibêje, dilê min çawa bixwaze, ez ê wiha bi kar bînim. PDK di asteke welê de ji gel qut bûye ku ji ya mîrnişîn û şêxên Ereban jî wêde ye. Dibe ku dixwaze weke van îmaratan be. Lê rastiyeke ku PDK ne hay jê nîne, heye. Gelê Kurd di nava tekoşîna bi dehan salan de, li 4 hêlên Kurdistanê jî gihîştiye bîrewerî û zanebûneke polîtîk ku li gel ti gelekî Rojhilata Navîn nayê dîtin. Ji vê hêlê ve, gelê Kurd qebûl nake ku bi vî rengî dest deynin ser serwetên Kurdistanê. Gava ku gel xizan be, tehemûl nake ku kêf kêfa malbata Barzanî be û destê malbata Barzanî di nava kilora bi rûn de be. 

Em bela xwe ji serwetên revandine derve berdin; gelê Kurd dibîne ku malbata Barzanî dest daniye ser serwetên li Başûrê Kurdistanê jî. Gel ji vê rewşê ne razî ye. Gel li ser vê rewşa PDK’ê gelekî diaxive. Ev mijar bûye yek ji rojevên bingehîn ên sohbetên di nava malan de. Li aliyekî PDK dest datîne ser van serwetan, û li aliyê din di heman demê de dor li herêmên gerîla digire û piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk, em dikarin bibêjin, di demên pêş de ev nerazîbûnên ji PDK’ê wê hîn zêdetir xwe bidin der. 

Ez hêvî dikim ku PDK serwetên Kurdistanê hemûyan bixe xizmeta gel û dest ji hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk berde.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA