PDK çima dora Garê digire?

Ji bo ku siyaseta Kurdan bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike, şerê navxweyî ji holê rabe û yekîtiya neteweyî pêk were, feraset û siyaseta demokratîk hewce ye.

Biharê dema ku PDK’ê li Zînî Wertê ya ku li hemberî Qendîlê ye hêzeke leşkerî bi cih kiribû, civaka Kurdan a ku serê xwe bi yekîtiya Kurdan diêşand û di vî warî de gelekî hêvîdar bûbû, ji ber vê gava PDK’ê gelekî şaş mabûn. Ronakbîr û hunermendên Kurd di serî de gelek beşên civakê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dabûn. Niha jî PDK ji bo ku dora gerîlayên PKK’ê bigire, li Çiyayê Garê, li herêmên Deştê Nehlê hêzên leşkerî û çekên giran bi cih dike. Ji ber vê jî civaka Kurdan careke din şaş maye. A niha ji xeynî bertekên qels, helwesteke xurt nayê nîşandan. A niha hêzên PDK û PKK’ê hatine asta ku êdî şer bikin û ev rewş dahatûya Kurdan a dîrokî eleqedar dike.

BI ZÎNÎ WERTÊ DEST PÊ KIR

Gelekî baş tê zanîn ku vê tevgera PDK’ê bi biryara DYE ya nûkirina kompoloya navneteweyî ya li ser PKK’ê di 6’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir. Ev plan li ser xeta ku faşîzma AKP û MHP’ê PKKê tune bike, didome. Êdî gelekî zelal e ku li dijî PKK’ê tifaqeke DYE, TC û PDK’ê heye û piştî bihara 2020’an li dijî PKK’ê êrîşeke bi plan tê kirin. Ev tifaq di êrîşan de yên li dijî PKK’ê hewl dide sûdê ji hêzên wekî YNK û Îranê jî bigire. Bi vê êrîşa bi plan re dewleta Tirk dixwaze PKK’ê ji binî ve tune bike, rêveberiya DYE’yê jî dixwaze PKK’ê qels bike û li ser vî esasî rê li ber cihêbûneke îdeolojîk veke. Ji ber vê jî dixwazin li ser PKK’ê zextan ava bike, hêzên wan ên rêxistinî û leşkerî jî qels bike. Rêveberiya PDK’ê dikeve wan hesaban ku wê Kurdistan êdî ji wan re bimîne.

Em tiştên beriya wê deynin cihekî, em dikarin bibêjin ku êrîşa hevpar û bi plan a di sala 2020’an de bi bûyera Zînî Wertê dest pê kiriye. Vê êrîşa hevpar di nîveka meha Hezîranê de bi êrîşa dagirker a li ser Heftanînê de diımiyay, di meha Tebaxê de jî li herêmên Bradost, Xinêrê, Goşîne û Helgurdê belav bûye. Piştî 9’ê Cotmehê bi êrîşa li ser Şengalê re şênber bûye. Plana li ser Şengalê ya ku bi peymana rêveberiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê didome, armanca wê ya sereke PKK e û di wekî Peymana Washîngtonê ya di 17’ê Îlona 1998’an de jî tê xwestin PKK ji Başûrê Kurdistan û Iraqê were derxistin. Rêveberiya PDK’ê li dijî PKK’ê tevî dewletên mêtinger û qirker ên wekî faşîzma AKP û MHP’ê peymanên înkar û îmhayê dike. Çavkaniya sereke ya şerê navxweyî ya li Kurdistanê û astengiya li pêşiya yekîtiya neteweyî jî ev e.

PDK RÊYAN DIGIRE

Di vir de tişta ku divê were nirxandin, a niha Peymana Şengalê tê nîqaşkirin û halê hazir dibe ku li dijî Şengalê êrîşeke leşkerî were kirin, gelo çima rêveberiya PDK’ê berê tevgera leşkerî daye Garê. Raya giştî ya ji bo Şengalê hate avakirin, li pêşiya planan PDK û hevkarên wê ya li dijî Şengalê bûye asteng? Yan jî bi bicihkirina hêzên leşkerî ya qada Garê re, rêveberiya PDK’ê dixwaze dema êrîşî Şengalê kir, pêşiya alîkariya gerîlayan a ji bo gelê Şengalê bigire. Yan jî wê operasyona Şengalê û êrîşa li ser Garê wê bi hev re bidome.

Li vê derê dibe ku hemû îxtîmal were kirin. Êdî bi zelalî tê dîtin, peywira girtinê rêyên di navbera Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava dane PDK’ê. PDK ev demek e li se sînorê Rojava kozikên leşkerî ava dike û êdî zelal e ku armanca wê ev e.

PDK’ê dema li dijî qada Garê tevgera xwe ya leşkerî dikir, vî tişta nû derketiye holê. Heta niha hêza leşkerî ji aliyê dewleta Tirk dihate kirin, PDK jî wekî alîkarên wan bû. Êrîşên dagirker ên faşîzma AKP û MHP’ê jî dispart hebûna PKK’ê ya li qadê. Digot, “PKK li qadê heye, ji ber wê leşkerên Tirk êrîş dike” Digot, “Ji bo ku dewleta Tirk zêde li qadê belav nebe, ez diçim qadê gerîlayan.” Ya rast bi bûyera Zînî Wertê û gelek bûyerên din derdixist holê ku ev rewş jî derew e. Lê dîsa jî di nav alîgirên xwe de dixwest rewşê rave bike. Niha bi êrîşa leşkerî ya li ser Garê re, guherîneke mezin kir. Êdî eşkere û zelal e ku hêza ku êrîşê dike PDK ye. Ev îxtîmal zêde bûye ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi banga PDK’ê hatiye kirin.

PKK Û KDP HATINE ASTA KU ŞER BIKIN

Ev rewş wê ber bi ku ve biçe, wê li pêş me geşedanên çawa hebe? Gelekî zelal e ku PDK û PKK hatine asta ku şer bikin û şerekî navxweyî li ber destpêkirinê ye. Diyar e ku ev şer wê bi tenê li wê qadê nemîne û bi lez li hemû Kurdistanê belav bibe. Ji ber vê jî ev rewş ne bi tenê PDK û PKK’ê eleqedar dike. Ev rewş bandorê li hemû kesan dike. Pirsgirêkên rê li ber vê rewşê vedikin ne bi tenê pirsgirêkên wisa ne ku bi tenê du partiyan eleqedar dike. Berevajî wê hemû partiyên Kurdan û gelê wê eleqedar dike. Ji ber ku ev tişt wê diyar bike ku wê yekîtiya Kurdan a neteweyî çawa pêk were û wê demokrasiya Kurdan teşeyekî çawa werbigire.

Heke heta niha di navbera PDK û PKK’ê de de şerek çênebûbe, ev ji ber helwesta bihistya a rêveberiya PKK’ê ye. Rêveberiya PKK’ê helwesteke bi sebir û bihistyar nîşan daye. Lê wekî ku fermandarê gerîlayan jî got, sînorekî sebrê ye û PKK êdî hatiye wî sînorî. Heke mudaxeleyeke xurt a raya giştî ya Kurdan pêk neyê, diyar e ku wê çi bibe.

Gelekî zelal e ku raya giştî ya Kurdan dixwaze hemû kêşeyan bi awayekî aştiyane bi diyalogê çareser bike û dixwaze yekîtiya neteweyî pêk were. Lê ev tişt wê çawa pêk were? Ji bo yekîtiya neteweyî divê diyalog û aştî û ji bo wê jî demokrasî hewce ye. Eşkere ye ku heta diyalog û aştî pêk neyê, wê yekîtiya neteweyî jî pêk neyê. Heta feraset û siyaseta demokratîk pêk neyê, wê diyalog û aştî jî pêk neyê. Nexwe her tişt bi feraset û siyaseta demokratîk re girêdaye. Ji ber vê jî hemû problem û alozî ji ber vî tiştî ye ku PDK ji feraset û siyaseta demokratîk dûr e, xwedî feraset û siyaseteke malbatî, eşîrî, feodal û despotîk e. PDK malbatekê wekî partî, partiyekê wekî welat, netewe û dewletê dibîne.

ENKS DIXWAZE DESTHILATDARÎ WERE PARVEKIRIN

Ji ber vê sedemê PDK naxwaze ku di navbera partiyan de pergaleke demokratîk a li ser azadiyan pêk were, berevajî wê dixwaze desthilatdarî û derfet jî werin parvekirin. Li Başûrê Kurdistanê pergaleke wisa hatiye avakirin û bi awayekî xwezayî bi rê ve naçe. Li Rojavayê Kurdistanê jî di hevdîtinên ENKS û PYD’ê de parvekirina desthilatdariyê hatiye ferzkirin û tu encam derneketiye holê, ji ber vê jî hevdîtin hatine sekinandin. Dema ku desthilatdarî di navbera partiyan de were parvekirin, rêgezên demokratîk ên ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û rêveberî bi hilbijartinê were diyarkirin jî pêk nayê.

Ji bo ku siyaseta Kurdan bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike, şerê navxweyî ji holê rabe û yekîtiya neteweyî pêk were, feraset û siyaseta demokratîk hewce ye. Feraset û siyaseta PDK’ê ya tekparêz, bi tenê li xwe difikire, ji partiyên din ên Kurd re dibêje ‘Biçin’ û xwe dixe şûna welat , netewe û rêveberiyê jî divê were guhertin. Divê êdî PDK feraset û siyaseta xwe biguherîne, li gorî demokrasiyê tevbigere, girêdayî rêgezên demokrasiyê be, hurmeta wê ji rastiya netewe dewletê re hebe. Divê bizanibe ku ew çiqasî qîmetê bide demokrasiyê, wê ev qasî hurmet ji feraset û siyaseta wê ya dewletparêz re were nîşandan.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA