Lîberalîzm, îdeolojiya hegemonîk a pergalê ne bi rengê klasîk û ne jî bi rengê neo çareseriyê hildiberîne. Lîberalîzm, ya ku maneya xwe ya peyvê azadîparêzî ye, têgîneke wihaye ku pir guherbar e. Azadî ya ji bo mirovekî/ê ji bo komeke dî bi rengê koledariyê diterise. Êzda-kralên serdema pêşî ku bi asta herî zêde pozisyona azadî dijiyan, bi rengê çîna koledar dijberê xwe afirandine. Ji bo arîstokrastiya serdema navîn azadî bi koledariya girseya berfireh a gundî-serfan pêkan e. Lîberalîzma burjuvayan a serdema nû jî li gel koleyên nû, nîv-prolter û bi koledara heqdesta herî kêm a kedkaran di zik hev de meşiyaye. Bi maneya xwe ya fermî lîberalîzm li gel ku ji bo çînen hemû netew-dewletan azadî ye jî, ji bo bendeyên modern hemwelatiyan bêkarî, xebata bêyî heqdest, hejarî, birçîbûn, weknehevî, neazadbûn û nebûna demokrasiyê ye. Divê mirov baş bibîne ku bi maneya rastîn lîberalîzm ne azadî ye.
AZADIYA JI BO BIJARTEYAN, JI HEMÛYÊN DIN RE KOLEDARÎ
Hegel dewlet weke amûra herî baş a azadiyê hesibandibû. Lê derkete holê ku ev azadî encex ji bo çînên dewletê û bûrokrasiyê ye. Bi gotineke dî ya ku ji bo yekdestên aborî û desthilatê (kesên bijarete) azadî ye, ji bo hemû yên din her cure koledarî ye.
Girîng e ku mirov lîberalîzmê weke îdeolojiyekê nas bike. Mirov tenê bibêje takekesîtî, azadîparêzî ji bo pênaseyê kêm dimîne. Lîberalîzm bi rengê têgînî bi têgînên ‘wekhevî û xwîşk û biratiyê’ ku di Şoreşa Fransî hatin ser zimên derkete pê: Bi rengê Lîberte, Egalîte, Fraternîte ya meşhûr. Weke têgîneke navendî li hêla xwe ya rast muxafezakarî, li çepê xwe demokrat û sosyalîst dîtin. Bêyî ku hewcehiyê bi şoreşan bibîne xwe kire rengekî nerm ku dixwaze pergalê (yekdestiya kapîtalîst) bi perasanê geş bike. Muxafazkar te divê bi perasanê û te divê bi şoreşê be bi temamî li dijî geşedanê bûn. Bi rengekî paşverû berevanî li rêveberiya kralî, malbatî û dêrê dikirin. Sosyalîst û demokrat jî ji bo ku guherîn zû pêk bê şoreş weke divêtiyekê didîtin. Xala hevpar a hemûyan jî modernîte bû. Her çendî hin nerazîbûnên wan hebûne jî her kes di modernbûnê de xwe xwedî îdîayekê didîtin. Bi xetên herî giştî veguherîn têrê dikir ku bibûna modernîst. Jiyana modern a bi navenda Ewropayê, hîmê wê bi bajarîbûne hatî danîn û bi Ronesans, Reform û Ronakbûnê li xwe lezandî dibû temsîla asfoya sê îdeolojiyên sereke yên hevpar. Pirs li ser wê disekinî bê ka rêbaz û gaên kê, kîjan îdeolojî û partî, kîjan çalakî û şerwê hê baştir vê asoya zevt bike.
LÎBERALÎZMA RASTGIR Û ÇEPGIR
Lîberalîzm ev rewş pir baş tespît kir. Pê derxist ku modernîte bi mohra kapîtalîst geş dibe û wê zêdetir geş bibe, bêyî ku bi derengî bixe bi hostayî bi îdeolojî û avabûnên li hêla rast û çêpê lîsti. Xwe bi rengê lîberalîzma rast û çep dabeş kir. Bi lîberalîzma rastgir muxafazakar bêbandor kirin û din av xwe de bû qenadek, bi lîberalîzma çepgir jî demokrat û sosyalîst bi beşekî ji xwe re kire sparteyek. Bi vî rengî kete pozîsyona navendî. Her dema ku krîz giran bûye yek ji wan dida cem xwe û xurt dibû. Bi burjuvabûna arîstokratan demokratîkbûna sosyal a beşek ji karkerên tawîzkar, rêveberiyên krîzê tim geş bûn. Veqetandina pareke kêm a ji kara yekdestê têra vê dikir. Muxalîfên pergalê yên sedsala 19 û 20’an bi vî rengî dihatin bêbandorkirin,diketine pozîsyona hêza palpişt ku avaniya bi krîz di hemû pêvajoyan de were rêveberinin. Hegemonyaya îdeolojîk a lîberalîzmê wiha dihate avakirin.
Lîberalîzm ji bo ku hegemonyaya xwe ya îdeolojîk bidomîne ji çar guhartoyên îdeolojîk ên girîng sûd wergirt.
1-Milliyetgirî bi rengekî pir kartêker bi kar anî. Hem di meşrûkirina şerên navxwe û derve de, hem jî bi destê dewletê bi avakirina neteweyan milliiyetgirî bû hevalbendê ku pir berê xwe didayê. Dibû xeleke pêşî ya eklektîk. Bi geşkirina hîsên milî, di heqderketina ji krîzên giran têra xwe bû xwedî tecrûbe. Milliyetgirî bi asta dîn, xistin îdeolojiyeke pîroz. Di vê nixumandinê de ne ku bi hêsanî ji ser krîzan dihate qevaztin û domandin, ji aliyê dî ve jî yekdestdan mêtingeriya herî giran û pergalên xirabûyî bi vê dikarîbûn veşêrin.
2- Rola milliyegiriyê li îdeolojiya dînî ya kevneşopiyê lê danîn. Lîberalîzmê dînên kevenşopî, ji hêlên wan ên polîtîk û exlaqî qut kir, di bin hegemonyaya xwe de ew kirin milliyetgirî. A rast, ew kirine dînê millî. Hîsên dînî k udi nav civakê de kokên wan kûr diçûn û bi hêsanî diketin ser rengê milliyetgir bi milliyetgiriyê bi eynî rolê rabû, bi ser de jê bêhtir bi roleke pevkelijandinê rabû. Carinan jî herdu îdeolojî kirin zik hev, hewl dan ku netew li ser hîmê etnîk-dinî were avakirin. Nexasim îdeolojiya Yahûdî û Îslamê bi rehetî bi millliyetgiriyê re bûne yek. Dînên din jî (Xiristiyanî, dînên Rojhilata Dûr, rêçên dînî yên berê yên Efrîkayê) jî ji vê paş neman. Lîberalîzmê jî mîrasa çand^ya manewî dibire ser şaristnaiya kapîtalîst ku mîrateya çandî ya madî ya şaristaniyê dewr girtibû û entegreyî wê dikir. Di mijara heqderketina ji krîzên pergalê de, ku bi asteke wiha bûn nedihate domdarkirin, rola îdeolojiyên milliyetgir ku li lîberalîzmê dihatin zêdekirin, mirov nikare piştguh bike.
3-Îdeolojiya zanyariya pozîtîvîst nexasim bi guhartoyeke felsefîk kedeke wê ya xurt li ser lîberalîzmê heye. Îdeolojiya pozîtîvist ku ji îtîbara xurt a zanyariyên sirûştê sûd wergirtî, hem di kartêkirina ser îdeolojiyên rastgir û hem jî çepgir de bi roleke sereke rabû. Bi hêsanî etîketeke zanistî bi îdeolojiyan ve hate zeliqandin û rê li ber gelek averêbûnan vekir. Nexasim bandora xwe li ser hemû bizavên çepgir danî. Sosyalîzma reel di vê mijarê de serê govendê bû. Bi zanyariya pozîtîvîst kişandin kemîna modernîteya kapîtalîst. Di hêla rast de de jî faşîzm ku ji zanyariya pozîtîvîst hêz standî yek ji bizava herî li pêş bû. Bi vî rengî pozîtîvîzm ji hêla çepgiriya herî radîkal bigirin heta bi rastgiriya herî radîkal vebijêrkên îdeolojîk ava dikir. Di şertên hewce yên zemên û mekên de lîberalîzm ev vebijêrk bi xwe ve movik kir û bi kar anî û bi vî rengî ji bo ku heq ji krîzên avanî yên pergalê derkeve pir jê sûd wergirt.
4-Zayendîparêzî herî pir di serdema lîberalîzmê de weke hêmaneke îeolojîk hate geşkirin û bikaranîn. Lîberalîzm ku civaka zayendîparêz dewr standî jin ne tenê kirine karkerên bêheqdest ên li malê. Jin bi rengê objeya zayendî kire meta, da piyaseyê û jê zêdetir bi dest xist. Di zilêm de tenê ked bû meta lê jin bi beden û rihê xwe kirin meta. Rengê herî taloke yê koledariyê dihate avakirin. ‘Jina mêr’ her çendî ne sifetek baş jî bû, ji bo îstîsmareke sînordar dibû mijar. Lê metabûna bi hemû kesayatiya xwe, tê mateya koleyê herî xirab ji koletiya firewn. Bûyina koleyê her kesî, ji kolebûna dewletekê an jî kesekî bi gelek caran bêhtir taloke ye. Kemîna ku modernîteyê li ber jinê danî ev e. Jin, a ku bi şikl li azadiyê dihate vekirin, dikete amûra herî rezîl a îstîsmarê. Ji amûrgeriya reklamê em bigirin heta bi amûrbûna seks, pornoyê amûra sereke ya îstîsmarê jin e. Bi rehetî dikarim bibêjin, di hilgirtina kapîtalîzmê de barê herî giran li ser jinê ye.
JI HÊLA PERGALÊ VE MÊTINGEHKIRINA JINÊ STRATEJÎK E
Ji bo pergalê jin di zêdekirina mêtingeriyê û desthilatê de bi roleke stratejîk radibe. Zilam, ku nûnerê dewletê yê li nav malê ye, li ser jinê di geşekirina mêtingeriyê û desthilatê de xwe berpirs û xwedî raye dibîne. Bi berbelavkirina zexta kevneşopî ya li ser jinê her mêr dibe parçeyek ji desthilatê. Civak bi vî rengî dikeve sendoroma desthilatdarîbûna zêde. Stayûya jinê hîs û ramana bêsînor a desthilatê die civakê.
Ji aliyê dî ve jî ji çêbûna karkeriya tawizkar heta bi bêkarî, ji karkeriya bêkariyê heta bi heqdestiya herî kêm di her rewşa neçê de ya ku berdêlê didin kedkarên jin in, jin bi xwe ne. Îdeolojiya zayendîparêz a eklektîk a lîberalîzmê ne ku rewşê tenê averê dike û cihê nîşan dide lê herwiha ji bo jinan jî vediguherîne guhartiyên îdeolojîk ku bi pûtepêdanî geş kirine. Mirov dikare bibêje bi destê xwe qebûlkirina koledariya xwe. Mirov dikare bibêje pergal ji hêla îdeolojîk û madî e ne ku jinê tenê îstîsmar dike û pê heq ji krîzên giran derdikeve, hebûna xwe jî pê pêk tîne û mîsoger dike. Jin bi giştî di dîroka şaristaniyê de û di rewşa taybet de ya modernîteya kapîtalîst de bi pozîsyona neteweya ku tê mêtingehkirin a herî berê û herî nû ye. Heke rewşa krîzê ya ku bi her rengî nikaribe were domandin bikaribe were jiyîn divê de para mêtingehkirina jinê di serî de ye.
CIVAK AN JI HEV DIFEŞKILIN AN LI BER XWE DIDIN AN JÎ PERGALÊN NÛ AVA DIKIN
Pergala kapîtalîst a cîhanî di roja berdest de di hegemonyaya yekdestên fînansê yên global de bi qasî krîzên giştî yên pergalê her wiha krîzên resen ên fînansî jî dijî. Krîza giştî ya pergalê (ji ber dijberiya aboriyê çêdibe) bi krîzên resenî qada fînansê (qutbûna çapkirina pereyan a ji zêr, bi ser de ji Dolarê, temsîlbûna bi senet, tehvîl û hwd. Bi argûmanên farazî yên curbecur) re di zik hev de ne û pêvajoya herî kûr a dîrokê dijîn. Pergalê heta niha bi esasî bi du rêyan heq ji krîzên xwe derketibû: Ya pêşî seraqet bi zêdekirina desthilatê û bi amûrên zorê yên netewdewletê. Ev her cure şer girtîgeh, dînxane, nexweşsane, êşkence, getto, qirkirinên herî taloke û qirkirina civakê ne. Ya duyan; bi amûrên hegemonyaya îdeolojîk a lîberal ku tim bi hev ve hatine movikkirin û geşkirin. Bi rengê îdeolojiyê di navendê de lîberalîzm heye; pêvekên wê milliyetgirî, dîngirî, zanyarîgirî û zayendîgirî ye. Amûrên wan dibistan, qijle, îbadetgeh, organên medyayê, zanîngeh û herî dawî torên înternetê ne. Divê mirov her wiha endustriya kulturê jî lê zêde bike ku huner kirine vî rengî.
Zanyarên ji rêzê jî qebûl dikin ku her du rê î li şûna çareseriyê têne maneya geşkirina rêveberiya krîzê. Wekê berê wiha bi hêsanî nikarin ji krîzan bibihurin. Berevajî, krîzên ku awarte bûn ketiye ser rengekî domdar û serdemên normal bûne bûne awarte. Li gel ku di hîmê pergalên şaristaniyê de hêmanên krîzê hene jî, ti caran civaka mirovahiyê nebûbû şahidê yeka wiha giran. Civak heke wê bidomin zêde wê nikaribin rêveberiyên krîzê ragirin. An wê ji hev bifeşkilin û belawela bibin, an jî wê li ber xwe bidin, sîstemên nû geş bikin û heq ji krîzê derkevin. Niha em ji serdemeke wiha derbas dibin.