Nîqaşkirina pergalê û paradîgmaya Rêber Apo

Gelo li Başûrê Kurdistanê meseleyên rêveberiyên herêmî, rêveberiya xweser, demokrasiya radîkal tê nîqaşkirin.

Kurdistan bi şertên hebûn û azadiyê yên civakê di rojeva dinyayê de ye. Bi qasî ku di rojeva hêzên serdest de yên ku dixwazin siyaseta qirkirinê bidomînin, di rojeva hêzên azadîxwaz de ne. Yên ku xwe negihandine pênaseya dewleta serwer û di navberê de mane, ji bo parastina berjewendiyên xwe serweriya xwe mezin kirine, hindik be jî di warê têkoşîna azadiyê de hin tişt tên kirin. Ev cihekî digirin lê wekî yên ku tên diyarkirin. Ji ber vê jî gelek mesele hene ku tên axaftin û tu encam nayê stendin.

Ev demek e li Başûrê Kurdistanê nîqaşek li ser ‘pergala ne navendî’ heye. Ev pergal berê ji aliyê têkoşîna azadiyê PKK’ê ji ser Şengalê ji nîqaşê re hatibû vekirin. Ji bo ku Şengal di nav Iraqê de wekî pergaleke ne navendî rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne, hin refleks hatibûn kirin. Şengal dema di bin êrîşa qirkirinê de bû, wan ew avêtibûn ber devê celadan û hemû dinyayê bi saya kedkarên çapemeniya azad ev tişt dîtibû û di wan deman de kiribûn tiştekî seyr ku Şengal ji Kurdistanê were hesibandin. Axaftina di demên hêsan de nasnameyek e. Lê ne azadîxwaz e, tê wateya erzankirina nirxan.

TIŞTA NE EZELÎ NABE EBEDÎ

Rol û girîngiya nîqaşa li ser pergala Başûr ji nîqaşa pergala Iraqê zêdetir e. Ji ber ku desthilatdariya li Başûr xwe dixe meseleyeke bênîqaş. Lê tu tişta ku bi destê mirovan hatiye avakirin, nabe ku neyê nîqaşkirin. Tişta ne ezelî nabe ebedî jî. Ji ber vê jî pêşvebirina nîqaşa li ser pergalê li hemberî ferasetên tekparêz jî civaka Kurd dixe nav fikaran.

Pergala ne navendî di nav çarçoveya makeqanûna Iraqê de ji nîqaşkirinê wêdetir wateyeke xwe heye. Mirov wê wekî meseleyeke hiqûqî nîqaş bike tê wateya ku mirov wê ji dîroka doza Kurdistsanê, ji berxwedana dîrokî ya civaka Kurdan veqetîne. Ji ber vê jî meseleya pergala ‘la merkezî’ divê bi nêrînên siyasî, dîrokî û civakî li ser wê were sekinandin. Silêmanî çima dixwaze derbasî pergala la merkezî bibe? Navend Iraq e yan jî rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê ye? Çi qasî girêdayî navendê ye? Divê ev pirs rast were pirsîn û li bersivan were gerandin.

PDK a ku li ser rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de, meyla wê ev e ku li ser Başûr tehakumê ava bike. Li Başûr pergaleke wisa heye ne li gorî dîroka gelê Kurd e. Demokrasî tune. Ji bo Kurdan axaftina bi Kurdî û yan jî Kurd li ser hin peywiran be, têr tê dîtin. Ji ber ku demokrasî tune, beşeke zêde ya gel bi metodên dijwar ên îdeolojîk bi azîneyên wekî yên modernîteya kapîtalîst tê bêdengkirin. Li Başûr di demên dawîn de girtinên bêyî darizandin, mirinên bi guman, xwekuştinên di demên dawîn de nîşan dide ku bi rêya çekê mirovan derdixînin derveyî jiyanê.

LI SER BERJEWENDIYÊN MALBATÎ NE BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ Û NE JÎ YÊN DÎROKÎ HENE

Mirovên ku derfeta wan a jiyanê hene û pirsgirêkên xwe bi pergalê çareser dike, gelo çima xwe bikuje? Li Başûr desthilatdariyeke yekdest heye. Îradeya gel tune, di nav desthilatdarê de îradeya siyasî ya hevpar jî tune. Roleke gel di rêveberiyê de tune, tu hêviyan wan ji rêveberiyê jî tune, ji xeynî meaşê ku xwe bi pergalê girêdaye, tu girêdaneke wan jî tune. Biryarên li ser desnedayina parlementeran jî wekî li TC’yê ji aliyê hêza zêde tê wergirtin, îradeya beşên hindik tune tê hesibandin.

Ev pirsgirêk pergala desthilatdariyê ya rêveberiya herêmî ya PDK’ê ji nîqaşê re vedike. Tu ferqa feraseta neteweya serwer ji vê desthilatdariyê heye? Li ser berjewendiyên malbatê ne berjewendiyên neteweyî ne jî yên bawerî û dîrokî dikarin ava bibin. Dema berjewendiyên malbatê tê rojevê, vebijarkên din ji holê radibe. Ev rewş hêrsa gelê Kurd zêde dike, baweriya gel dişkîne û gel dike biyaniyê xwe. Kurdên bûne biyaniyên xwe, dixwazin bibin kesên din, ji xwe direvin.

ŞERÊN MALBATÎ ÇÊDIBE

Meseleya hebûna Kurdan jî di vir de dibe rewşeke ku herî zêde gef li ser wê çêdibe. Ji ber vê jî girîng e ku li se pergalê nîqaş were kirin. Dema mirov li temamî Kurdistanê binihêre, dibîne ku desthilatdariya Başûr a li ser bingeha PDK’ê xwe ji parçeyên din vediqetîne û li hemberî Kurdistanê bi berpirsyarî tevnagere. Jê wêdetir pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdên li parçeyên din jî li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin. PDK li hemberî Bakur xwe wekî Başûr dide pênasekirin lê Başûr nikare vê pênaseyê bike û berjewendiya partiyê zêdetir derdikeve pêş.

Tê zanîn ku ji destpêkê ve şerên navxweyî yên malbatê, pirsgirêkên desthilatdariyê û rikdariyên ji bo payeyan tê kirin. Ev jî diyar dike ku pirsgirêk ne malbatî ye. Di pergaleke wisa de yên xurt bi ser dikevin. Ev pergal jî ne li gorî mirovayetiyê ye.

Li hemberî vî tiştî di salên 1970’an de PDK derbeke giran dixwar û gel bêhêvî dibû, rastiya Rêber Apo heye ya ku xwedî li hêviyên gel derdiket. Paradîgmaya Rêber Apo xwe dispêre xwerêveberiya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Xwe dispêre vî tiştî ku divê civak xwe çawa bi rê ve bibe. Ji ber vê jî divê civak kîjan pergalê bike esas, ew ê wê pergalê çawa ava bike û di vê pergalê de wê kî pêşengiyê bike divê civak biryara vî tiştî bide.

KONFEDERALÎZMEKE NE DEMOKRAT NIKARE PIRSGIRÊKÊN GEL ÇARESER BIKE

Gelo li Başûr nîqaşa pergalê wisa ye? Meseleyên wekî rêveberiyên herêmî, rêveberiyên xweser, demokrasiya rasterast, demokrasiya radîkal tê nîqaşkirin? ‘La merkezî’bûn tê wateya xwe li ser xweseriyê ava bike yan jî civak xwe bi rê ve bibe, yan jî ji Hewlêrê veqete ew bi xwe ji xwe re li rêyeke din bigere.

Başûr li ser bingeha konfederal û demokratîk, li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk xwe ava bike, wê ev tişt bibe pergaleke îdeal. Konfederalîzmeke ne demokratîk wê nikaribe pirsgirêkên pergalê çareser bike. Ji ber ku di rêxistina konfederal û demokratîk de divê gel xwe bi rê ve bibe. Li ser pişta gel avakirina hêzên nayê wateya guherandina pergalê, tê wateya guherandina xwediyên wê.

Nîqaşa li ser pergalê bi nîqaşeke rast divê were kirin. Mafê tu kesî tuneye ku bi hestên civakî yên gelên Kurd bilîze. Ji bo van nîqaşan xala sereke ev e. Di heman demê de divê sûd ji tecrubeyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, PKK, KCK û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were stendin. Berevajî wê dibe ‘bila biçûk be, bila ya min be’ û ev jî dibe tekçûneke mezin. Ev feraset wê gelê Başûr û nîqaşa ji bo pergalê jî têk bibe.