Newroz mizgîniya azadiyê ye

Gelê Kurd di Newrozê de dîsa meydan dagirtin. Em Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û ji ber ku meydan dagirtine, wan silav dikin.

Gelê Kurd di Newrozê de dîsa meydan dagirtin. Em Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û ji ber ku meydan dagirtine, wan silav dikin.

Newroz rojek e ku Kurd hest, hizir û çi dixwazin, eşkere tê de diyar dikin. Di vî warî de ne tenê ji bo wê salê, ji bo siberojê peyamên xurt didin. Newroz rastiya civakî û dîrokî ya Kurdan e. Hem rabirdûya xwe, hem roja xwe, hem jî siberoja xwe datînin holê. Ji vê hêlê ve ji bo Kurdan nirxandina rast, bi nihêrîna li Newrozê pêkan e. 

Di sala 2022’yan de, ew Newrozên ku gelê Kurd heta niha pîroz kirine, nîşan didin ku Gelê Kurd wê di sala 2022’yan de jî aktîf û çalak be.

Jin û ciwan wê dîsa di refên herî pêş ên tekoşîna azadiyê û demokrasiyê de cihê xwe bigirin. Tu zext û zilm wê nikaribe tekoşîna ciwanên Kurd û tekoşîna jinan rawestîne.

Kurdan Newroza îsal weke sala azadkirina Rêbertiyê ragihand. Ji ber vê meydan bi xwedîderketina li Rêber Apo deng veda. Ev xwedîderketin tê wateya bi qêrîn îfadekirina rola Rêbertiyê di tekoşîn û destketiyên di 50 salan de. Beriya 49 salan di Newrozê de Rêber Apo têkoşîna azadî û demokrasiyê dabû destpêkirin. Ew gav, wê rojê hem Kurdistan, hem Tirkiye û hem jî Rojhilata Navîn guhert. Bi wê rojê li Kurdistan û Rojhilata Navîn dîrokeke nû dest pê kir. Heger ew gav nebûya, îro ne tenê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn hemû wê mehkûmê çarenûsa xwe ya reş bibûna. Rêber Apo bi gava di Newroza 1973’yan de, çarenûsa gelê Kurd, jinan û gelên Rojhilata Navîn guhert.

Rabihurî û dîrokeke bi hezaran salî ya Newrozê heye. Esas rojek e ku Kurdan ew bi wate kiriye û herî zêde xwedî lê derdikevin. Ji ber vê çendê, rewşa Kurdan bandor li Newrozê kiriye. Bi taybetî jî di sedsalên dawî de giranbûna zextên li ser gelê Kurd, polîtîkayên înkar û qirkirinê, bû sedem Newroz jî bê bipaşvexistin. Bi qasî Kurdbûn lawaz bû, hebûna neteweyî ya Kurdan jî kete xeterê. Ji ber ku Rêber Apo girêdana di navbera Newrozê û hebûna neteweyî ya gelê Kurd de dît, ev gava azadiyê ya dîrokî di Newrozê de avêt. Yek ji tekoşîna destpêkê ya Apoyiyan zindîkirina Newrozê bû ku dijminan dixwest lawaz bikin û bidin jibîrkirin. PKK'ê bi taybetî ji destpêka 1976’an û vir ve Newroz bi rêxistinî û bi plan pîroz kiriye.

Çawa ku Kawayê şoreşger qesra zilmê şewitand û hilweşand, PKK'ê jî di Newrozan hemûyan de li dijî dagirkeriya qirker, çalakiyên mezin pêk anîn. Bi vî rengî Newroz li dijî dagirkeriya qirker, bû roja berxwedanê. Jinûve nirx bidestxistin û bihêzbûna Newrozê, gelê Kurd jî bihêz kiriye. Bûye gelekî ku hîn bêhtir têkoşer bibe.

Bi bihêzbûna Newrozê re, gelê Kurd bû gelê Newrozê û serhildanê. Jiholêrakirin û bibinxistina gelê Kurd ê xwedî ruhekî wiha yê tekoşînê ye, ne mumkun e. Gelê Kurd ê bûye Newroz, zext çiqasî giran dibin bila bibin, teqez wê têkoşe û bi ser bikeve.  

Gelê Kurd û PKK dikevin sala 50'î ya tekoşînê. Her saleke Newrozê bûye saleke welê ya ku gelê Kurd hîn bêhtir bihêz dibe. Dijmin zext kiriye û xwestiye Newrozê û Kurdbûnê têk bibe. Lê gelê Kurd di her Newrozekê de bersiva pêwîst daye dagirkerên qirker. Îradeya azadiyê û biryardariya xwe ya di vê mijarê de daniye holê. 

Gelê Kurd di sala Newroza 50'î de, di sala PKK'ê ya 50'î de, di sala tekoşînê ya 50'î de, biryardariya xwe ya azadkirina Rêber Apo, yê ku her tişt bi wan da qezenckirin, daniye holê. 

Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li şehîdan û biryardariya azadkirina Kurdistanê ye. Gelê Kurd wê sala 2022’yan bike sala têkbirina faşîzmê, azadkirina Rêber Apo û gelê Kurd. Newrozan hê ji niha ve ev mizgînî daye. 

Ez bawer dikim di sala PKK'ê ya 50'î de, bi ruhê di Newroza 2022’yan de derketiye holê, têkoşîn wê were bipêşxistin, Rêber Apo û gelê Kurd wê werin azadkirin...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA