Neteweperestiya kevneperest û faşîzm-nijadperestiya Tirk çawa digihêjin hev?

Neteweperestiya kevneperest bi feraseta dijminê Kurdan, faşîzm-nijadperestiya Tirk re li ser heman tifaqê gihîşt hev. Sedema sereke ya vê yekê jî dijminatiya li PKK'ê ye.

Ev hêza ku xwe weke neteweperestên Kurd pênase dike, têkbirina Kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşîne, ji xwe re kiriye mijareke psîkolojîk, travmatîk. Ji xwe re kiriye polîtîkayek ku mejî, polîtîka û kiryarên ku li Roboskî, Efrîn û Başûrê Kurdistanê bi rêk û pêk Kurd qetil kiriye, ji nedîtî ve bê. Bêyî ku plansaz û kiryarên Roboskî Hakan Fîdan û Yaşar Guler bibînin, propagandaya 'Erdogan di desteya wezîran de cih da Kurdan' dikin.

Ji ber bandora travmaya ku me li jorê qalê kir, hûn partiyên ku Tirkiyeya Demokrtîk, Kurdistana Azad ji xwe re kirine dirûşm, berdêlên giran dane û bi vî rengî cihekî girîng di siyaseta legal de girtine, dikin hedef, reş dikin, sûcdariyên bi neheqî li wan dikin û bi vî rengî avê berdidin ser aşê faşîzmê. Eşkere ye ku ev yek bi zanebûn tê kirin. Li dijî qada polîtîk û polîtîkaya ku xwe weke Rêya Sêyemîn pênase dike, azadiya gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca bingehîn û esasî, demokratîkbûna Tirkiyeyê bi azadiya gelê Kurd pênase dike, şer û êrîşên li hemberî vê xetê ji bilî dijminatiyê nayê ti wateyê.

Gelo yên ku van êrîşên organîzeyî dikin kî ne?

REXNE NAKIN, POLÎTÎKAYA LÎNÇKIRINÊ DIMEŞÎNIN

Eger hûn vê teza xwe li gorî hin kêmasiyên di hilbijartinên dawî de derketin holê dikin, hingî ji aliyê stratejiya polîtîk û sosyolojiya polîtîkayê ve hinceta we derbasdar nîne. Çima? Ji ber ku li ser armanca tifaqê, destnîşankirin û tespîtkirina namzetan, lawaziya qutbûna ji civakê, şaşitiya ferasetê û li ser gelek mijarên din rexne dikarin bêne kirin. Bilêvkirina van, bilêvkirina rexneyên erênî û çêker wê xizmetê ji pêşketinê re bikin. Lê belê ya ku niha tê kirin ev nîne. Kêmasiyên ku derketine holê weke êrîş û polîtîkayeke lînçê têne bikaranîn. Ev yek nêteke xerab nebe, hingî korbûna polîtîk e.

Eger mirov bi rengekî hîn şênber bînin ser ziman; bi propagandayeke êrîşê ya organîzeyî û bi zanebûn êrîş li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tê kirin. Bi bandora propagandaya şerê taybet, bi nêteke baş an nî nebaş, li hemberî paradîgmaya azadiyê êrîşeke îdeolojîk tê kirin. Çewtiyeke mejî ye ku bê gotin, ev yek ji bo xwedîderketina li Kurdîtiyê, misogerkirina azadî û paşerojê tê kirin.

Di polîtîkayê de bi qasî ferasetê, rêbaz jî gelekî girîng e. Ya yekemîn; Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe dispêre paradîgmaya paşeroja gelan, jinan gelan; bi cihêrengiya mirovahiyê mirov dikarin bi rengekî azad û wekhev bijîn. Mejî û polîtîkaya olperest, neteweperest û nijadperestiyê ku jiyan û paşerojê li ser şer ava dike, weke nexweşiyê pênase dike. Jiyana bi hev re û wekhev a gelê Kurd bi gelên li ser heman cografyayê weke şertê zanistiya polîtîk, sosyolojîk û dîrokî dinirxîne.

Faktora duyemîn a girîng jî ew e ku paşeroj û hebûna Kurdan dûrî armancên neteweperest û nijadperestiyê, bi parastin û ewlehiyeke di ser Kurdistanê re dikare pêk were. Kurdîtiyek ku li Kurdistanê asê maye, eşkere ye ku di bin gef û zexta qirkirinê de ye. Li Başûrê Kurdistanê niha rewşeke bi vî rengî heye. Feraset an jî têkiliyeke ku bi rengekî rast bi Iraqê yan jî gelê Ereb re nehatiye danîn, rojane li ser Başûrê Kurdistanê mîna gefekê ye. Ya ku ji bo propagandaya şerê taybet û êrîşan weke hedef têne nîşandan paradîgmaya azadiyê û Rêbertî ye.

MEJIYÊ DAÎŞ'Ê LI TIRKIYEYÊ BÛ DESTHILATDAR

Tevî ku desteya wezîran û hikumeta bi serkêşiya Erdogan hatiye avakirin li dijî Kurdan, jinan, demokrasî û azadiyê ye, tevî ku tê zanîn desthilatdariya herî paşverû û metirsîdar e, bi zanebûn hewl tê dayin ku erênî bê nîşandan, rejîma şerê taybet bêguneh tê nîşandan. Mîna ku dûrî plana têkbirinê, êrîşên qirkirinê û konsepta tunekirinê hilbijartinek hatiye kirin, mîna ku partiyên legal di nava şert û mercên asayî de tevlî hilbijartinê bûne, hewl didin atmosferekê biafirînin. Hîzbûlkontra bi navê HUDA PAR'ê tevlî meclîsê hate kirin. Heman mejî dixwaze neyê dîtin ku ev yek encamek ji polîtîkaya bi plan a li dijî paşeroja gelê Kurd e. Mejiyê DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê bûye desthilatdar. Faşîzma reş û kesk dixwaze bi bikaranîna ol, di ser neteweperestî û nijadperestiyê re dijminatiya xwe ya li azadî, demokrasî, jin û Kurdan mayinde bike. Divê ev yek bê dîtin.

Li dijî yên ku kêmasiyan ji bo tunekirin û rencîdekirina nirxên bi berdêlên giran hatine afirandin bi kar tînin, divê têkoşîneke şênber û cidî bê meşandin. Li hemberî hewldanên ku di ser medya dîjîtal re dixwazin siyaseta demokratîk dîzayn bikin, divê helwest bê nîşandan, têkoşîn bê meşandin, ku ev yek şertê dilsoziya bi nirx û gel re ye. Ji ber ku temsîliyeta gelê Kurd, hêzên demokratîk û azadîparêz ên Tirkiyeyê bi têrkerî pêk nehat, ev yek wê ji bo rêveberên vê pêvajoyê weke rexnedayinê bêne nirxandin. Dema ku ev hate kirin jî divê li hemberî yên ku bi bandora şerê taybet dixwazin siyaseta demokratîk ji wate û girîngiya wê dûr bixînin, helwesteke bêdeng neyê nîşandan.