Ne tenê civak, taloke li ser jiyana hemû zindiyan e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Endustrî tam mîna îmkana nukleerê ye. Dema ku di ber yekdestan de were xebitandin, dibe ku veguhere ser amûra ku bi bobelatên ekolojîk heta bi rengê şer gefê li jiyanê bixwe.

Şoreşa endustriyê ku bi qasî şoreşa çandiniyê girîng e, li ser zemîna serhevîbûna dîroka bi hezaran salan, li dawiya sedsala 18'an û destpêka sedsala 19'an gaveke mezin daye ber xwe,  bi rabûn û kêmbûnê heta bi roja me ya îro hatiye. Mirov nikare pê derxîne bê ka li kûderê, kengî, çawa wê raweste an jî were rawestandin. Ev şoreş xwedî xisletekî mîna aqilê analîtîk ê geşbûyî ye, ku jixwe berhema vî aqilî ye. Di bin nîrê teqez ê sermiyanê  de ye. Bêguman sermiyan bixwe ne mûcîdê piranî amûrên endustriyel e. Lê ji bo ku wan veguherîne ser amûren ku karê tîne, her demê bi lez û bez li ser rawestiyaye, tiştên ku pê hewce dîtine kirine milkê xwe. Hilberandin li pey hev û bi erzanî ji bo civakê derfeteke mezin a geşbûnê ye. Mîna êqil endustiriya ku di ber xizmeta civakê de ye hêja ye. Mesele ne endustrî bixwe, şêwaza xebitandina wê ye. Endustrî tam mîna derfeta nukleer e. Dema ku di ber berjewendiya yekdestiyan de tê xebitandin ji bobelatên ekolojîk bigirin heta bi şer, dikare bibe amûreke ku gefê li jiyanê bixwe. Jixwe bikaranîna wê ya bi armanca karkirinê, di roja me de bêhtir beloq bûye û hilweşîna hawîrdorê lezandiye. Ber bi civaka ferazî ve bi lez û bez diçe. Li şûna organên mirovan robatbûn peyda dibe. Wiha biçe mirov bixwe wê bibe hebûne beleheq.

Ramaneke hevpar e ku ji rewşa niha ya hawîrdorê jî xuya dike gef ne tenê li ser civakê, li ser jiyana hemû zindiyan heye. Bi girîngî divê mirov li ser raweste, berevajîkirin e ku mirov ji vê rewşê endustiyê tenê berpirs bibîne. Bi serê xwe endustrî derfetek e notr e. Endustriyeke ku bi sedema heyinê ya civakê re hatibe yekkirin, ji bo ku cîhanê ji bo mirovan, ji bo hemû jiyanan bike Sirûşta Sêyan dikare bi risteke diyarker rabe. Bi potansiyeleke wiha ye. Heke wiha bibe divê mirov endurstiriyê pîroz bike. Lê bi giştî ku bikeve ber kontrola karkirin-sermiyanê, ji bo bilî çend yekdestan, dikare cîhanê ji bo hemû mirovahiyê bike dojeh. Jixwe niha ber bi wir ve diçe. Mirov nikare înkar bike ku mirovahî ji ber vê rewşê fikarên kûr nake. Yekdestiya endustriyel li ser civakê împaratoriyên rastîn ava kiriye.

NABE KU SIBEROJÊ ÎMPARATORIYA ENDUSTRIYEKE DYE'YÊ ÇÎNÊ JI XWE RE NEKE NAVEND?

Li dijî hegemonyaya super a DYE'yê gelek hegemonên endustriyelî hene. Heke hegemona siyasî leşkerî were rawestandin jî, hegemonên endustriyalî bi hêsanî nikarin werin rawestandin. Ji ber ku êdî ew jî global bûne. Heke welatek ji navendîbûnê re berteng bibe, di cih de dikarin mekanekî dî, welatên din bikin navend. Nabe ku siberojê împaratoriya endustriyê ya DYE'yê Çînê ji bo xwe bike navend? Piştî ku şert guncav bûn, niha jî xuya dike ku ev hêdî hêdî pêkan dibe.

ENDUSTRÎYALÎZMÊ JI ŞAHDAMARA WÊ LI ÇANDINIYÊ DAYE

Endustrîyalîzmê ji şahdamara wê li çandiniyê daye. Çandinî, ku hêmana sereke ya civaka mirovî ye, amûra hebûnê ye, li bara endustriyê hildiweşe. Ev kirina pîroz ku ev panzdeh hezar sal in mirov çêdike, îro bi serê xwe hatiye hiştin. Hewl tê dayin ku wê bi dest serweriya endustryê ve berdin. Dema ku endustriya bi nîrê kar-sermiyanê bikeve qada çandiniyê, weke ku tê hesibandin weke hilberandin li pey hev û zêde nikare were şîrovekirin. Ji ber tovê ku ku bi genên axê hatiye lîstin, ji hêla yekdestên endustriyê ve wê bikeve rewşa wan kesên ku bi ducanîbûna sunî bûne xwedî zarok. Çawa ku bi spermekî biyan, ducaniyeke bi tendiristiyê, dayikbûn ne pêkan be, reşandian bi tovên ku bi genên wan lîstine, wê axê neyîne rewşeke dayiktiyeke baş.

JI BO HEBÛNÊ YA ÇANDINÎ, XAK AN JÎ NEMAN

Yekdestên endustrî bi ser çandiniyê de xwe ji vê şêtbûnê re hazir dikin. Dîroka mirovahiyê belkî jî mezintirîn dij-şoreşê wê di qada çandiniyê de bijî, bi ser de vê dest pê kiriye jî. Ax, çandinî ne amûr û têkiliyeke hilberandinê ye; parçeyên hebûnê yên civakê ye, mirov nikare jê veqetîne û pê bilîze. Civaka mirovahiyê bi giştî li ser xakê û çandiniyê ava bûye. Qutkirina wê ya ji van mekanan û ji hilberandinê, darbeya herî giran a bi ser hebûna wê de, aniye. Rastiya bajaran ku mîna pençeşêrê mezin dibin, hê ji niha ve talokeyê bi rengekî çipiltazî nîşan dide. Rizgarî bi îhtîmaleke mezin û bi rêjeyeke mezin di tevgereke berevajî vê de xuya dike: Tevgera vegerê ya ji bajêr ber bi xakê û çandiniyê ve. Dirûşmeya sereke ya vê tevgerê weke ku wê bi rengê, ''ji bo hebûnê ya çandînî û xak an jî neman'' diyar bibe.  Kar-sermiyan endustriyê û xakê, çandiniyê bi hev nagihîne, bi têkiliyên dostanî, simbîyotîk bi hev ve girênade, di nav wan de nakokiyan mîna çiyayan mezin dike û wan li hev dike dijmin.

Nakokiyên çînî, etnîk, netewî û îdeolojîk ê li nav civakê dibe ku bibin şer jî. Lê ev nakokiyên wiha ne ku çareserkirina wan ne pêkan e. Çawa ku bi destê mirovan hatine avakirin , her wiha bi destê mirovan dikarin werin belavkirin jî. Mirov, bi endustriyê ku amûra sermiyanê ye, nakokiya di navbeyna çandinî û xakê de nikare kontrol bike. Xak û çandinî bi milyonan sal ji hêla ekolojîk ve xwe hazir kirine. Dema ku xira bibin bi destê mirovan nikarin werin avakirin.  Çawa ku bi destê mirovan ax/xak nikaribe were hilerandin, vê gavê ne pêkan e ku mirov berên çandiniyê, zindinyên din, mînak nebatan bi dest mirovan hilberîne. Jixwe ev derfet bi destê mirov hatiye pêkanîn. Ti mane û derfeta wê nîne ku mirov ya pêkhatî dubare bike.

ŞÊWAZA ROBOTKIRINÊ YA ENDUSTRÎYALÎZMÊ DAHATUYEKE KU MIROV LE BIJÎ AVA NAKE

Ji ber ku mijareke kûr a felsefîk e ez ê zêde mijarê venekim. Firewn, bi gorên bi şêweya pîramîtan çawa ku xwedêgiravî xwestibe dahatuya xwe hazir bike, şêwaza robotkirinê ya endustrîyalîzmê jî dahatuyeke ku mirov bikaribe lê bijî nikare ava bike. Ev şêwaza bêhurmetiya li mirov e.  Di rewşeke wiha de ku sirûşt bi hebûneke bêhempa li holê ye, wê çi mane û giringiya robotan û kopyayê wê hebe? Şêtbûna sermiyanê ya karkirinê li vir dîsa dertê pêşberî me.  Em bibêjin robotan hilberandina herî erzan çêkirin. Baş e, bêyî ku bikarhênerê wan hebe ev ê bi kêrî çi werin? Endustrîyalîzm ji vî alî ve, sedema sereke ye ku civakê bêkar dihêle, li dijî hilberandiniya civakê, çeka herî mezin a sermiyanê ye. Sermaye, hem dema ku kêm karkeran bixebitîne, hem jî di kêmkirina bihayan de piyaseyê li gorî dilê xwe manîpule dike, dema vê dike jî çeka endustriyê bi kar tîne. Bihayên yekdest krîzên sereke yên bêkariyê (krîza hilberandina zêde) mîsoger dike. Dawiyê jî metayên riziyayî, bi milyonan mirovên bêkar, birçî û hejar dibine qurbanê van krîzan.

ENDUSTRÎ YA KU BI SOTEMENIYA FOSÎLAN DIMEŞE TIM IKLÎM Û HAWÎRDORÊ JEHRÎ DIKE

Sirûşta duyan civak, tenê bi hawîrdorê re, ku mekanê bi milyonan sal û yê guncav e, dema hişk pê ve girêdayî be dikare xwe bidomîne. Ti pêkhateya endustrîyal nikare şûna hawîrdorê bigire ku pêkhateya bêhempa ya gerdûnê ye. Hê ji niha ve li erdê, li hewayê, li deryayê û fezayê trafîk hatiye asteke kambax. Endustrî ya ku bi sotemeniya fosîlan dimeşe, tim iklîmê û hawîrdorê jehrî dike. Beramberiya van hemû bobelatan, serheviya karê ya dused salî ye. Ev serhevî hêjayî ev qas ziyanan bû? Ziyana ji ber vê çêbûyî, hemû şerê li dîrokê mirov bike ser hev ev qas nake, mirina zindiyan jî ne bi destê mirovan ne jî bi destê sirûştê ev qas çênebûye.

Endustrîyalîzm ya bi rengê îdeolojiyeke yekdest û amûrekê, pirsgirêka sereke ya civakê ye. Divê mirov ji kûr ve wê bide ber pirsan. Tenê talokeyên ku wê derxistine holê ji bo vê bes in.   Heke cinawir hê zêdetir mezin bibe û ji kontrolê derkeve, dibe ku pirsyarkirina wê û tevdîrên ji bo heqjêderketinê bi derengî û bêmane bike. Ji bo ku pêşî lê were girtin ku civak ji xwe neçe û nekeve rewşa civaka farazî, tam dema wê ye ku mirov vî cinawarî ji destê yekdestan bistîne, kedî bike û piştre bi sirûşta civakê re bike dost.

FÎNANS, BAZIRGANÎ Û PÎVANA ENDUSTRIYÊ..

Dema ku mirov bi endustrîyalîzmê re têdikoşe, divê mirov nêzîkatatiye îdeolojîk a li teknîka endustrîyal a yekdestiyê û şêwaza bikaranîna wê û avaniya teknîka endutriyel a bi berjewendiya giştî ya civakê re lihev û şêwaza bikarnaîna wê ji hev veqetîne, ev peywira herî girîng a têkoşîna îdeolojîk û xebatên zanistî ye ku bi vê çarçoweyê wê werin kirin. Komên ku li ser humanîzmê, ji pozîsyona sosyal û çînî bêrî, îdîa dikin ku ew li dijî endustriyalîzmê têdikoşin, ne pêkan e ku bigihin armana xwe. Ev kom bi rengekî objektîf dikevine pêşberî armancên xwe, wê bikevin ber xizmeta endustrîyalîzma yekdest, nikaribin xwe ji vê rewşê xilas bikin. Endustrîyalîzm ji ya ku tê zanîn zêdetir bi karakterê îdeolojîk, milîtarîst û çînayatî ye; bi rengê îdeolojîk zanist û teknîk e.  Temsîla herî taloe ya zanist û teknîkê ye ku ji vî alî ve têne xebitandin. Cinawirê endustriyê ne ku bi serê xwe derketiye holê. Em bînin bîra xwe: Dema ku burjuvaziya Ingilîst hem li gravê, hem li Ewropa û cîhanê xwe dihelefta emperyalîzma dîrokî, ew çîn bû ku em rêxistiniya endustrîyalîzmê dikir, hem jî bi rengekî befireh û bilez bi kar dianî. Di nav sêbareya fînans, bazirganî û endustriyê de, serweriya burjuvayê ku di sedsala 19 û 20'an de pêk hatî, ku ev sedsalên endustriyê bûn, vê rastiyê datîne holê.

TEVGERA REEL SOSYALÎST CIVAKA NEKAPÎTALÎST PAŞVERÛ ÎLAN KIR

Nêzîkatiya tevgera Reel Sosyalîst ku civaka nekapîtalîst paşverû îlan kir û bi rengekî stratejîk li tifaqa bi bûrjûvaziya pîşesaziyê re nihêrî, bi zanebûn nebe jî rewşeke li dijî armancên xwe ye. Vê yekê tevgera reel sosyalîst xist wê rewşê ku di nava tevgerên ketine rewşa xiyaneta objektîf de encamên herî trajîk bi serî ve hatiye. Mîna aqûbeta Xiristiyaniyê; ku beriya sed salî ola aştiyê bû, lê piştre bi dewlet û desthilatdariyê re tifaq kir, bi rengekî objektîf û bi giranî bi zanebûn li dijî armancên xwe tevdigeriya û xiyanet li armancên xwe kir. Xiristiyanî jî di dawiya dawî de li ber bayê serdestiya desthilatdariyê ket, kete rewşeke li dijî armancên xwe û veguherî olê şaristaniyê. Ya ku li nava Îslamiyetê bû jî, hîn dema Hz. Mûhammed sax bû rû da. Di dawiyê de li pêşberî endustriya desthilatdariyê têk çû.

EGER EM NAXWAZIN TRAJEDÎ BI SERÊ ME VE BÊN...

Eger îro mirovahî li pêşberî talana hawirdorê mîna ku dema xwe ya qiyametê nêz be dike feryad, fêhmkirina aliyên çînî, dîrokî-civakî yên xisarên ku endustriyalîzm bûye sedem, pejirandina têkoşîna li dijî endustralîzmê weke tevgereke hebûnê û meşandina têkoşînê bi rêbaza tevgereke olî ya pîroz a nû pêwîstî ye. Çawa ku agir bi agir nayê tevandin, heta ku li jiyana li nava çirava endustralîzmê neyê pirsîn û dest jê neyê berdan, têkoşîna ekolojîk nayê meşandin. Eger em naxwazin trajediyên bi serê Xiristiyaniya nû, Îslamiyet û reel sosyalîzmê hat bi serê me ve bê, divê em dersê jê derxînin û têkoşîna zanistî-îdeolojîk, exlaqî-polîtîk rast binirxînin.