Di dawiya meha Tebaxê û hefteyên ewilê meha Îlonê de li dû hev Musteşarê Îstixbarata Tirk Hakan Fîdan hem li Sûriye û hem jî li Iraqê hevdîtin pêk anîn.
Hem Sûriye û hem jî Iraq salên dirêj in ji ber şerê bi çeteyên DAÎŞ’ê û dîsa mijarên navxwe re tim di nava alozî û nakokiyên siyasî de ye. Ji ber vê jî Tirkiye sûdê ji vê yekê girtiye û destê xwe avêtiye karê siyasî û dîsa navxweyî yên van welatan, heta sînorên wê yên erdnîgarî bi dehan kîlometreyî dagir kiriye û ji bo armanên xwe bikar tîne.
Tirkiye piştî şerê DAÎŞ’ê yê li Sûriye bi temamî pişta xwe da qaşo muxalefeta navxwe lê çete hemû bi rêk xist, xwest di serî de Şamê û piştre herêmên Kurdan dagir bike. Bi dijwarbûna şer re, Tirkiye gava yekem Cerablûs, Bab, Ezaz û heta Idlibê dagir kir, çete perwerde kir û ser bi Kurdan ve şand. Raste rast Şam red kir û bi ti awayî nexwestin Serokê Sûriyeyê Beşar El Esed li ser erkê bimîne. Heta ji bo hilweşe hemû tişta jê hat kir.
Li aliyê din ji xwe Iraq hema bêje nîvê zêdetir xaka wê kete bi kontrola DAÎŞ’ê û di warê siyasî û leşkerî de serobin bû. Tirkiye ewilê li Iraqê hinek di mijara çeteyan de bi tedbîr gav avêt, lê li hev kirin û wisa karî li Iraqê bikare xwe bicih bike. Demeke bi vî rengî taybet di mijara siyasî de karî destê xwe bigihîne gelek kesên nava hikûmetê, kesên mîna Kazimî kirin alîgirê xwe li ser Kurdan ketin bazarê. Dixwaze bloka Sûne ku weke bloka ji xwe dibîne, piştgirî bike li ber bloka Şîa. Dixwaze Şengal, Mexmûr ji vala bikin, bi vê yekê wê derbê li Kurdan bixin û dîsa van herêman bi temamî di warê îdarî, leşkerî û rêveberiyê de radestî Iraqê bikin. Ji xwe di warê pratîk de ne Şengal û ne jî Mexmûr ne ji Iraqê qut e. Lê ji ber rewşa xwe ya stratejîk û asta xwe ya siyasî xwedî taybetmendiyeke cihê ye.
Dîsa hevdîtina bi Xamîs Xencer û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re ku weke aliyeke siyasî tên zanîn, rê li ber nerazîbûnan vekir. Hinek aliyên Iraqî ev civîn weke metirsî pênase kirin û daxwaza lêkolînê kirin. Ji vê jî diyar dibe, Iraqî hemû gel van hevdîtinan nîne.
Yek ji xala din ku kir Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan biçe Sûriye û Iraqê di esasê xwe de Tevgera Azadiya Kurd e. Her çendî ji Iraqê li ser vê mijarê hinek dengê derketin ku sedemê serdana Fîdan ji bo têkiliyên piştî komkujiya Perexê ya 20’ê Tîrmeha îsal rû dayî xirabûyî hinek xweş bike, bi rengekê malbatan qane bike, bi tanzîmatekê vê komkujiyê veşêre yan bixe stûyê PKK’ê. Li aliyeke din jî derket holê ku ji bo avakirina hikûmeta nû li gel aliyên Sûne dixwaze hikûmetek ava bike di berjewendiyên wan de be, bikare bi vê yekê li Iraqê zêdetir êrîşî Tevgera Azadiya Kurd bike.
Lê ya esas, yek ji mijarê din lihevkirin û civîn ser dijminahiya Kurdan e. Bi nêrîna min a şexsî di vê hevdîtinê de di serî de mijara PKK’ê û taybet xaleke din Mexmûr û Şengal jî di dosya Hakan Fîdan de heye. Li gorî agahî û çavkaniyên ji van herêman berdestê min ketî, demê dawî bi taybet li ser Mexmûr û Şengalê tevgerên nû yên Iraqê hene, gefên cuda cuda tê kirin. Ji xwe êrîşên esmanî yên li vê herêmê jî van agahiyan piştrast dike. Ji xwe demê dawî agahiyên ku dixwazin careke din dorî Wargeha Penaberan a Mexmûrê têl bikin û kuleyên çavdêriyê danin hatin parvekirin. Bi vî rengî temamî kontrol bikin, armancên xwe bi cih bînin.
Her wiha li aliyê din em werin ser serdana li Sûriye ku piştî rojan derket holê ku Fîdan li gel serokê îstixbarata Sûriyeyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye. Ev jî mirov bêje ne li bendê bû, wê ne rast be. Ji xwe ev demeke Tirkiye ji bo hevdîtinên wiha bike, di çapemeniya xwe de zemînê vê çêdikir. Ji bo wê tişteke ne pir balkêş e. Balkêşiya li vir ew e ku di demekê de Tirkiye teng bûye, hevdîtinên wiha dike. Ji ber ku em hemû Tirkiye û gotinên Serokkomarê Tirk ên ji bo Şamê taybet ji bo Esad kirî dizanin. Çi bû ku li van gotinan nedîtî tê û dibêje hevdîtinê em ê bikin? Diyare ciwanên Kurdan di serî de li Zap, Avaşîn û Metîna ew têk birin. Teknîka wan a wan pesin pê dida bûn amûrên tenê girek hêsin, ne tiştek din. Hemwext ji hevdîtinên li Cinêv û Astana tiştek baş derneket. Ê çi ma destê ew jî rêya navbera xwe xweş bike, Kurdan têk bibe. Ji xwe berî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Şanghayê gotibû: ‘Xwezga Esad bihata Ozbekistanê, ez ê bi wî re biciviyaba’ di demekê de ku Erdogan ti gotin nema bo Esad negot, îro dibê bihata wê pêre bicivîbana. Ev dirûtî ye. Dema teng bibe bicive, dema fireh be ‘Esad qatil e, bikuj e’. Ev hemû dirûtiya dewleta Tirk a li ser esasê berjewendiyan dide nîşandan.
Divê ev yek neyê ji bîrkirin, Tirkiye eger ku li ku derê, bi çi rengî çawa be hevdîtin bike, teqez li ser tinekirina Kurdan û berjewendiyên xwe yên welatî ye. Îro eger ku bi Iraq, Sûriye û her welatî re dicive, dirûne mijara herî esasî Kurd û Tevgera Kurdî ye.
Ji xwe rojên pêşiya me wê zêdetir naverokên van hevdîtinan derkevin holê. Ji bo Kurdan encam diyar e; çi dibe bila bibe, rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye.