Misrê vebijêrka siyasî û leşkerî li ser masê danî

Çavdêrên siyasî fermana 'hazir bin' a Serokkomarê Misrê Sîsî ya derheqê kriza Libyayê nirxand û diyar kirin Misir bi Danezana Qahîreyê rêya çareya siyasî û bi daxuyaniya dawî jî vebijêrka leşkerî daniye ser masê.

Helkeftên dagirkirina Efrîkaya Bakur a di ser Libyayê re yên Tirkiyê, bi daxuyaniya ''destwerdana leşkerî ya li Libyayê'' ya Serokkomarê Misrê Evdilfettahel Sîsî, piştî ku 'Sîrte û Curfa' weke 'xeta sor' ragihand, derbasî qonaxeke dî bû.

Hêzên bi ser Hikûmeta Lihevkirina Netewî (UMH) ya Libyayê, ya li ser xeta Îxwanî Mislim, ku dewleta Tirk bi aşkereyî û NATO'ê nixumandî destekê didiyê, hewl dide ku bajêrê Sîrtê dorpêç bke.

Dewleta Tirk û UMH ku bi standina bajarê Sirtê yê ku 450 km li rojhilatê Trablûsê ye, hewl dide ku serwerî qadên petrolê yên li Cufrayê bibe û guh nade bangên agirbestê yên ji camîeya navnetewî tên.

DANEZANA QAHÎREYÊ

Generalê Artêşa Netewî ya  Libyayê ya bi navenda Tobrûkê Xelîfe Hafter û Serokê Meclîsa Nûneran Akîle Salih 6'ê Hezîranê li Qahîreyê bi Sîsî re hatin cem hev.

Piştî hevdîtinê Danezana Qahîreyê hate ragihandin, ku pê 'pêkhatina agirbestê', ''destpêkirina danûstandinên siyasî yên bi çavdêriya NY'yê yên bi formata 5+5' û 'derketina hêzên biyanî yên ji nav welêt' dihate armanckirin.

Lê dewleta Tirk û UMH ya girêdayî wê ragihandin ku ew agirbestê qebûl nakin û bi mebesta ku Sîretê û Curfrayê bi dest bi xin êrîş dane destpêkirin.

Li ser vê duh Sîsî sinyal û hişyarî da ku destwerdana leşkerî li rojhilatê Libyayê bikin.

SÎSÎ PEYAMA XWE LI BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA LI SER SÎNORÊ LIBYAYÊ DA

Sîsî got heke UMH êrîşê bibe ser Sîrtê Misir wê rasterast tevlî nav şer bibe û fermana 'hazir bin' da artêşê.

Sîsî Sîrte û Curfa weke 'xeta sor' ragihand û diyar kir, Misir hazir e,''ku desteka çekdarî û perwerdehiyê bide êlên Libyayî yên ku berevaniyê li welatê xwe dikin.''

Me ji çavdêrê siyasî Mihemed Rebî ê Misrî û Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ê Misrê  Sîhanok Dîbo pirsî bê ka maneya daxuyaniyên siyasî çiye û vê daxuyaniya Sîsî çawa bandor li ser raya giştî ya navxwe ya Misrê û cografyaya Ereb kiriye.

NAV NEHATIBE DAYIN JÎ PEYAM JI BO DEWLETA TIRK E

Mihemed Rebî got Sîsî di daxuyaniya xwe de navê UMH'ê daye lê hedefa vê daxuyaniyê rasterast dewleta Tirk e, Sîhaok Dîbo jî got, ''Bi zanebûn navê dewleta Tirk nehatiye ser zimên.''

Rebî got, ''Daxuyaniyên îro yên birêz Serokkomar peyameke biryardariyê ya ji bo gefên li dora Misrê, di serî de jî li dijî gefên dewleta Tirk e. Di daxuyanyê de ya herî beloq ew bû ku herêmên Sîrtê û Cufra weke xetên sor hatin ragihandin.''

'MISIR LI GORÎ HIQÛQA NAVNETWÎ TEVDIGERE'

Dîbo jî got, ''Misrê xetên sor ragihandin. Lê ev li gorî hiqûqa navnetewî diyar kir. Ev xaleke girîng e. Ji ber ku Misir ji serî de hewl dide ku li gorî hiqûqa navnetewî biçe.''

Rebî jî bal kişande ser vê mijarê û got, ''Ev daxuyanî her wiha peyamek ji bo qada navnetewî ye. Ango Misir bi rengekî aşkere dibêje, ew ê li dijî her cure êrîşên ku di ser Libyayê re wê gefê li ewlehiya Misrê bixwin, rawestin.''

QADA NAVDEWLETÎ WÊ DESTEKÊ BIDE MISRÊ?

Dîbo got,''Piştî van daxuyaniyên Sîsî halê Libyayê bêhtir cidî bû' û got, Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Fransa, Rûsya û li aliyekî jî Israîl destekê didin Misrê.

Rebî jî got, ''Misir van daxuyaniyan dispêre ser hiqûqa navnetewî û dide. Ji ber ku hêmaneke wiha heye ku gefê li ewlehiya netewî dixwe'' û got,''qada navdeletî wê destekê bidiyê.''

'DEWLETA TIRK HEMÛ XETÊN SOR  BINPÊ KIRINE'

Dîbo got, Sîsî gotiye,''bila kes pê li sebra me neke' lê bi berdewamî gotiye,''sebr jî heta deverekê ye'', Rebî jî diyar kir dewleta Tirk hemû sînorên xetên sor binpê kirine.

Rebî diyar kir vebijêrka leşkerî ne îhtîmaleke dûr e û got, ''Ji ber ku heta niha dewleta Tİrk hemû xetên sor binpê kiriye û niha li Libyayê niqteyên leşkerî ava dike. Ji ber vê, helwesta Misrê ya li ser Libyayê bi vê daxuyaniya dawî zelal bûye.  Misir piştî vebijêrkên siyasî û dîplomatîk niha jî vebijêrka leşkerî li ser masê datîne û ev ne vebijêrkeke dûr e.''

'MISIR VEBIJÊRKA LEŞKERÎ Û SIYASÎ DANÎ SER MASÊ'

Dîbo Danezana Qahîreyê ya ku beriya niha Misrê ragihandî bi bîr xist û got, daxuyaniyên dawî yên Sîsî giringiya Danezan Qahîreyê zêdetir kiriye û got: ''Rola Misrê tê zanîn.  Bandora wê ya li qada navdewletî û herêmê tê zanîn. Şer jî aştî jî bêyî Misrê nabe. Tew li ber sînor. Heke çareseriyeke siyasî nebe û dagirkirin bidome şer wê sazkar bibe.  Jixwe Misir bi Danezan Qahîreyê rêya çareseriyê, bi daxuyaniyên dawî yên rêzdar Sîsî re jî vebijêrka çareya lekerî daniye ser masê.''

Nûnerê Misrê yê MSD'ê Sîhanok Dîbo gotinên Sîsî ''Misir, ji bo ku berevaniyê li welatên xwe bikin, hazir e ku desteka çek û perwerdehiyê bide êlên Libyayê'' jî nirxand û got, gelek êlên Libyayê bi kêfxweşî ev pêşwazî kirin û got, wê destekeke cidî çêbibe.

Çavdêrê Siyasî Mihemed Rebî yê Misrî jî got derheqê bê ka bandoreke çawa ya vê daxuyaniyê li nav raya giştî ya Misrê çêbûye, got, ''Tevgera dewleta Tirk a li herêmê û armancên wê hemû raya giştî dibîne. J iber vê daxuyaniyên Serokkomar Evdilfttah Sîsî her wiha terisîna gelê Misrê û raya giştî ye.''