BI DÎMEN

Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re hevdîtin kir: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayin. Pervîn Bûldan got, "Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.

HEVDÎTINÊ NÎV SAETÊ DEWAM KIR

Pervîn Bûldan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, "Serdan di astekê de serdana rêzgiriyê bû. Ji ber ku Birêz Serok careke din hate hilbijartin me serdana 'li ser xêrê be' pêk anî. Lê di heman demê de me asta heyî ya pêvajoya aştiyê nirxand, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kirin. Serdana me ku nîv saetê dewam kir, gelekî erênî derbas bû."

'PÊVAJO GIHÎŞTIYE QONAXEKE GIRÎNG'

Pervîn Bûldan got, "Eleqeya ku Kûrtûlmûş nîşan dide gelekî girîng e, em spasiya wî dikin" û bi vî rengî dewam kir: "Di rojên pêş de em ê hîn bêhtir bi wî re hevdîtinan bikin. Ji ber ku pêvajo gihîştiye astekê. Di rojên pêş de em ê bi we re parve bikin bê ev qonax çi ne, lê belê dixwazim bibêjim ku gihîştiye asteke girîng."

Pervîn Bûldan ragihand ku wê bi Bahçelî, Ozel û Erdogan re jî hevdîtinê bikin, piştre jî biçin Îmraliyê. Pervîn Bûldan got, "Li gorî me, gelekî girîng e ku ev pêvajo li ser zemîna diyalogê û parlamentê bi pêş ve biçe. Di nava du hefteyan de em ê serdana Birêz Bahçelî, Ozgur Ozel û Serokkomar Erdogan bikin û piştî van hevdîtinan jî em ê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin."

KOMÎSYONA MECLÎSÊ

Mîthat Sancar jî têkildarî komîsyona li Meclîsê ya ji bo pêvajoyê bê avakirin jî wiha axivî: "Demeke dirêj e tê axaftin ku ji bo ev pêvajo bi tevlîbûn û piştgiriya civakî bimeşe, di rêya aştiyê de gavên hîn xurt bê avêtin meclîs bikeve dewrê. Daxwaza me jî ev bû. Di vê mijarê de gava herî girîng a bê avêtin avakirina komîsyonek li Meclîsê ye. Di vê mijarê hem raya giştî hem jî partiyên siyasî hemfikir in."