Kurdên li Swêdê êrîşên li dijî Rojava bi çalakiyan şermezar kirin. Tevî hewaya sar jî Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên wekî Stockholm, Vasteras, Gavle, Karlstad û Goteborgê daketin qadan û peyamên piştgiriyê yên ji bo Rojava dan.
Di çalakiyên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin de hat diyarkirin ku xeteriya qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gel û baweriyên din ên li Rojava û Sûriyeyê eşkere ye û hat gotin ku divê hemû cîhan li dijî vê xetereyê rabe.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Srockholmê, li dijî êrîşên liser Rojavayê Kurdistanêmeş û mitîngek hat lidarxistin. Li ser bangewaziya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurd bi sedan kes li meydana Norra Bantorgetê kom bûn.
Meclisa Jinên Amara, Komîteya Rojava, nûnerên gelek saziyên sivîl, rojnamevan û mafparêz tevlî çalakiyê bûn.
Beriya ku meş destpê bike, Hevseroka KNKê Zeyneb Muradî û rojnamevan Kurdo Baksî axaftin kirin.
Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradî di axaftina xwe de anî ziman ku nêzî 15 sal in dewleta Tirk û çeteyên wan li Rojava her tim êrîş û qetlîaman pêk aniye û ev aliyane careke din hewl didin ku hebûna gelê Kurd li Rojava tine bikin.
Zeyneb Mûradî got: “Me beriya niha li Efrînê, Kobaniyê, Grê Spî dît ku dewleta Tirk çi bi serê gelê Kurd aniye. Ev hêzên xwînrij û nijadperest gelek qetlîaman kirin ku wê di rûpelê dîrokê de bibe rûreşiya mirovahiyê. İro careke din bi destê çeteyên xwe dixwazin heman tiştî bikin. Bila baş bizanibin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Agirî û Amedê bigre hetanê Kirmanşan, İlam, Kerkûk û Silêmaniyê bi hezaran ciwanên Kurd ji bo parastina welatê xwe, canê xwe feda kirin. Banga min ji bo tevahiya Kurdistanê ew e ku ji bo parastina destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Bila her kes bizanibe ku çi jî bibe em dest ji gelê xwe yê li Rojava bernadin.”
Rojnamevan Kurdo Baksî jî axaftina xwe bi Swêdî kir. Kurdo Baksî got ku çete û cîhadîstên ku beriya niha çawa êrîşî Kobanê û deverên din kiribûn û îro ji bes navê xwe guherandine û bi hevpeymaniyeke nûjen careke din gef li hebûn û destkeftiyên Kurd dixwin. Hêzên YPG û YPJ gelê xwe diparêze ku hemû aştixwaz û mafparêzên cîhanê hîna jî rêz digre. Ew cîhadîstên ku dijminê mafê jinan, mafê ol û neteweyên cûda ne careke din bi serkêşiya dewleta Tirk êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku bi dehan sal in dagirkerên li Kurdistanê êrîş û qetlîamên bi vî rengî pêk anîn ku armanca wan tinekirina gelê Kurd bû. Lêbelê çawa ku dîktatorên weke Sedam Huseyîn têk çû, dagirkerên cîhadîst, Tirkiye û İran jî wê têk biçe.’
Piştî axaftinan bi sedan kes dest bi meşê kirin. Di kûçe û kolanên Stockholmê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê û YPJê”, “Bijî piştevaniya bi Rojava re”, “Bimre dagirkeriya dewleta Tirk” bilind bû.
Kurdistaniyan destnameyên piçûk li Swêdiyan belav kirin ku derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de zanyariyên dawî tê de hebûn.
Hat ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî wê di rojên pêşde jî berdawam bike. Saziyên Kurd hem di warê civakî, hem jî dîplomasiyê de hewldanên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê didomîne.
KARLSTAD
Nûnerên Karlstadê yên Partiya Kesk a Swêdê jî beşdarî çalakiya li Karlstadê bûn. Çalakî li navenda bajarî hatblidarxistin û ji bo Kurdên ku li Heleb û Şeybayê dijîn û di bin xetereyê de ne bangawaziya hevgirtinê hat kirin.
VASTERAS
Li bajarê Vasteras ê Swêdê li dijî êrîşên li ser Rojavayê çalakî hat kirin. Bi sedan kes beşdarî çalakiya protestoyî bûn û ji ber dewleta Tirk piştgiriya dide çeteyan û êrîşên wê yên li ser Rojavayê, bangawaziya boykotkirina berhemên dewleta Tirk hat kirin.
GOTEBURG
Yek ji navendên çalakiyên hevdem jî bajarê Goteburgê bû. Bi sedan kesan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku divê raya giştî ya navneteweyî, ji ber dagirkeriyê dewleta Tirk ceza bike. Rêxistinên komunîst û mafparêzan piştgirî da çalakiyê û Swêdiyan jî eleqeyeke mezin nîşan da.
GAVLE
Li bajarê Gavle yê li bakurê Swêdê ye jî Kurd daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin û Swêdiyan jî piştgirî da çalakiyê.