BI DÎMEN

Li herêma Biradostê dagirkeriya leşkerên dewleta Tirk

Hat ragihandin ku li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk di bin parastina PDK’ê de tevdigerin û gel bêzar dikin.

LI HERÊMA BIRADOST TEVGERA DAGIRKERIYÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkerên dewleta Tirk li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê di nava rojê de di bin parastina PDK’ê de tevdigerin û gelê herêmê bêzar dikin. Li gorî di dîmen de jî xuya dibe ku wesayîtên leşkeran li gundên Bermîze û Zeretê yên herêma Bradostê, di nava liv û tevgerê de ne.

Hat ragihandin ku nasnameyên gel jî tên kontrolkirin.

Her wiha hate zanîn ku leşker bi rêya PDK’ê dixwazin gundan bidin valakirin.