Kurd, bazarî û hevsengiyên li ser xwe têk dibin
Heke Kurd di vê pêvajoyê de siyaseta xwe ya yekîtî û demokratîk baş bikar bînin, di nav hevsengî û bazarên herêmê de wê qezenç bikin.
Heke Kurd di vê pêvajoyê de siyaseta xwe ya yekîtî û demokratîk baş bikar bînin, di nav hevsengî û bazarên herêmê de wê qezenç bikin.
HILBIJARTINA STENBOLÊ ŞERÊ LI HERÊMÊ KÛR KIR
Di hilbijartinên Stenbolê de wê planên Erdogan yê faşîzm û îslama nerm têk biçin. Heke Kurd di yekîtiya xwe de israr bikin wê bi temamî tecrîda li îmraliyê bişkînin. Hilbijartinên li Stenbolê mohra xwe li hevsengî û bazarên herêmê dide. Ev bazarên di navbera dewletên herêmê de diyar dibe. Ev bazarên siyasî û aborî li ser Kurdan jî metirsiyê çêdike. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê, hilbijartina serokatiya Neçîrvan Barzanî heman rojê pêk hat. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer gur dibe. Ger û geştên serokkomarê Iraqê li Stenbolê bi lez û bez çêbûn. ‘Operasyona pençe’ ji bo hilbijartinên Stenbolê hat destpêkirin. Erdogan vê carê hemî planên xwe bi rêkûpêk çêkirin. Erdogan ji bo qezençkirina hilbijartinên Stenbolê bi biryar derfetên dewletê bi kar tîne. Ekrem Îmamoglu dibêje, “Çapemeniya AKP’ê li ser min karê xirap dike. Li hemberî min kampanya reşkirinê bi rê ve dibe.’ Stenbol bajarê her kesî ye. Bajarê Kurdan, bajarê sermayedar, bajarê demokratan, bajarê Kemalîst, muhefazakar û nijadperastan e. Di vê pevajoyê de, bê yekîtiya Kurdan jî xeteriyên mezin çêdibin. Hevserokatiya KCK’ê, ji bo serokatiya herêmê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir. Lê mixabin ev pîrozkirin di vê sedsalê de bê yekitî dilê Kurdan xweş nabe. Di aloziya Sûriyeyê de planên nû hene. Astana Mastana ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji xewnekê pê ve ne tiştek e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de li ser çareserkirina pirsgirêkên herêmê, bi 7 xalan destnîşan kiribû. Siyaseta demokratîk ji bo Kurdan, ji bo gelên herêmê esas e. Di navbera dewletên herêmê de hemî bazarî li ser Kurdan û PKK’ê ye. Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, li Tehranê hevdîtin çêkirin. Di navbera Rûsya, rêveberiya Şamê û dewleta Tirk de hevpeymanên veşartî hatin çêkirin. Ji bo destwerdana li herêma Til Rifat, Şehba, li Îdlîp û derdora Lazkiye plan hat nûkirin. Hevrakişandina Amerika û Îranê ji bo serweriya li Iraq û Sûriyeyê ye. Wer diyar dibe ku meha Hezîranê wê gelek germ derbas be.
LI SÛRIYEYÊ HEVPEYMANA VEŞARTÎ HAT NÛKIRIN
Di şerê Sûriyeyê de hêzên rikber hêzen hegemonîk bi tifaq û lihevkirinan, hevrakişandinên xwe yên siyasî û aborî didomînin. Erdogan, li ser kirîna S-400’an di navbera NATO û Rûsyayê de maye. Dewleta Tirk dixwaze ji her aliyan ve sûd wergire. Rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û Rûsyayê bi hevpeymaneke veşartî lihev kirin. Rûsya û Dewleta Tirk, li ser herêma Şehba, li Til Rifat dixwazin xwe bi cih bikin. Di vê pêvajoyê de plana dewleta Tirk, li ser herêma Şehba û Xakurkê ye. Ev plan hem li Başûrê Kurdistanê, hem jî bi destûra hikumeta Iraqê çêdibe. Di plana Erdogan de Kerkuk, herêma Şehba û Herêmên Parastinê yên Medyayê heye. Ev plan, ji sê aliyan ve li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jî tê plankirin. Di navbera van her sê dewletan de parvekirin heye. Heke ev komên Cephet El-Nusra li bajarê Îdilbê bên tunekirin, wê parvekirina herêmê çêbibe. Li derdora Hema û Lazkiyê wê ji bo Beşar Esad bê veqetandin. Heke bajarê Idlibê ji van komên çeteyan bê paqijkirin, wê Rûsya serweriya xwe ji bo bajarê Idlibê ragihîne. Wê bajarê Idlibê ji bo xwe veqetîne. Ji bo guhertina demografik û dagirkirina bajarên Kurdan jî wê dewleta Tirk herêma Şehba û xaka Efrînê ji axa Sûriyeyê qut bike. Di vê planê de bazariyên li ser Kurdan ewe ku wê Rûsya bixwaze bi destê dewleta Tirk, qirkirina Kurdan pêk bîne. Ev di heman demê de rikberiya Rûsya, Îran û Amerika ya li ser Sûriyeyê ye.
YEKÎTIYA JI BO PLAN Û BERJEWNDIYAN LAZIM E
Niha her kes di vê bendewariyê de ye gelo ka Ji bo yekîtiya Kurdan wê Neçîrvan Barzanî çi bike? Wê partiyên siyasî yên Kurdan di vê sedsalê de bikaribin li ser destkeftiyên xwe Kongre û Konferansekî li dar bixin. Heke Gelê Başûrê Kurdistanê li hember dagirkirina xaka xwe, li hember dewleta Tirk serî xwe radike, ti wateya partiyên siyasî nemaye. Sala 2014’an hinek berpirs û rayedarên partiya YNK’ê bi rêveberên KCK’ê re rûniştin. Di wan hevdîtinan de giringiya yekîtiyê hat nîqaşkirin. Di dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de, peşmergeyên PDK’ê li herêma Berzan-Sîdekan bi leşkerên Tirk re tevdigerin. Erdogan, di plansaziya xwe de dixwaze herêmên ku gerîlayên PKK’ê de tê de ne, teng bike. Heke Artêşa Tirk li herêma Berzan, li Sîdekan xwe bi cih bike, wê bi istîxbarata xwe bi hevkariya xwe ya PDK’ê re herêmên xwe yê leşkeri berfireh bike. Gava gerîlayên PKK’ê li Dohukê balafireke SÎHA’yê xist, dewleta Tirk bi balafirên şer ew herêm bi bombebaran kir. Gelo piştê Serokê Herêmê hat hilbijartin wê siyaseta Kurdan, nîqaşkirinê Kurdan li ser çi bingehê bê rêvebirin?
KONSEPTA KURDAN JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE
Ocalan di hevdîtinên xwe de, aloziyên li Tirkiyê destnîşan kirin. Di çalakiyên greva birçîbunê de hêza Kurdan derket holê. Piştê hilbijartinan 23’ê Hezîranê, wê siyaseta demokratîk bi hevdîtinên ku li Îmraliyê çêbibin şênber bibe. Ne tenê di mijara Sûriyeyê de, wê di planên dewletên herêmê de dîzaynkirin, bi hevpeymanan bê esas girtin. Di vê dîzaynkirina herêmê de wê Kurd jî bi tekoşîna xwe çareserkirina van qeyranan, bi berxwedana xwe li hember tecrîda îmraliyê bisekinin.