Ji bo şehîdên Parisê li Baselê çalakî: Divê Fransa destê xwe ji vê qirêjiyê bişo

Endama TJK-E'yê Sozdar Sîdar diyar kir ku êrîşa li dijî Sakîne Cansizê hat kirin êrîşeke polîtîk bû û got, "Dibêjin ku kesê Evîn qetil kiriye dijberê penaberan bûye. Fransa nikare bi vî awayî destê xwe ji vê qirêjiyê bişo."

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Abdurrahman Kizil û Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydin) ku 23'ê Kanûnê li paytexta Fransayê Parisê hatin qetilkirin, li bajarê Swîsreyê Baselê li Navenda Civaka Kurd a demokratîk (Dem-Kurd) merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S), li salona konferansê ya Dem-Kurdê hat lidarxistin û ji bilî malbata Evîn Goyî, Hevserokên Konseya Kurdan a Demokratîk a Swîsreyê û gelek kes beşdarî bibîranînê bûn.


Bibîranînê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftina ewil li ser navê KOMAW'ê Mûstafa Karahan kir. Karahan diyar kir ku di têkoşîna azadiyê ya demdirêj de gelek kes şehîd ketin û got: "Têkoşîna azadiyê bêberdêl nabe. Hîn berî du rojan xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a dagirker naxwaze rastî derkevin holê. Ji ber wê yekê şervanên heqîqetê qetil dike. Pêşî Sara, Rojbîn û Ronahî kirin hedef. Piştî deh salan dîsa li Parisê Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman qetil kirin. Bi qetlîaman nikarin serî li Kurdan bitewînin. Xwedîlêderketina şehîdên me berpirsiyariya me hemûyan e. Em ê ala wan a têkoşînê hilgirin û bilindtir bikin."


Xwarziya Evîn Goyî Suna Kara jî wiha axivî: "Şehîd Evîn, şehîda 60'emîn a malbatê ye. Ew gav gav li ser xaka Kurdistanê geriya. Her tim di nav rêkoşînê da bû. Li Şengal û Rojavayê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn da. Ji bo tedawiyê hat ewropayê. Li Fransayê serlêdana îltîcayê kir lê nehat qebûlkirin. Dema ku tedawiya wê berdewam dikir rastî êrîşeke nemerdane hat. Li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya bi Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re şehîd ket. Kujerên wê hîn nehatine darizandin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin."


Endama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Sozdar Sîdarê jî bi bîranîna hemû şehîdan dest bi axaftina xwe kir: "Sara rêhevala me ya têkoşînê bû. Divê mirov jiyana wê bixwîne û bizane. Ew jineke pêşeng e ku li Zindana Amedê bi bedena xwe li dijî faşîzmê li ber xwe daye. Dema ku PKK nû hat avakirin di nav têkoşînê da bû. Ji ber vê yekê ev êrîş polîtîk in. Em dizanin ku di şexsê wan de ev têkoşîn tê hedefgirtin. Rojbîn dîplomatek bû. Ronahi rûyê ciwantiyê yê partiyê bû. Evîn xwediyê vê tevgerê bû. Mîr Perwer strana gelê Kurd, Abdurrahman temsîla welatparêziyê bû. Ev êrîşa li dijî van hevalan di esasê xwe de êrîşkirina paradîgmaya azadiya jinan e. Dibêjin ku kesê Evîn qetil kiriye dijberê penaberan bûye. Bila kes ji me re nebêje ji vê derewê bawer bikin. Fransa nikare bi vî awayî destê xwe ji vê qirêjiyê bişo. Hevalên me bi zanebûn hedef girtin, ew qetil kirin. Hem Sara hem jî Evîn bi heman awayî hatin hedefgirtin. Welatên Ewropî mafê rûniştinê jî nedan Evînê. Evîn cara ewil nedibû penaber. Ji salên 1990'î ve gelek caran penaberî jiyabû. Heval Evîn xwendekara Sarayê ye. Li Kurdistanê dereke nemaye neçûyiyê. Jiyana hemû şehîdên me tijî ders in. Em ê ji wan hînî gelek tiştan bin. Şehîd bi jiyana xwe rênîşandêriya me dikin."


Sozdar Sîdarê her wiha behsa qetilkirina nûçegihanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: "Vaye Nazim Daştan. Dema ku ji girtîgehê derdikeve dibêje 'Ez generalê biçûk ê Apê Mûsa me.' Piştre çû Rojava û bi heval Cîhanê re li çeperên şer em agahdar dikirin. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn kedkarên çapemeniyê qetil kirin. Em vê êrîşa namerdane şermezar dikin, lenet dikin. Bi tu awayî nikarin bi van êrîşan bigihêjin armanca xwe. Ev tevger ev 50 sal e xilas nebûye, bi van çeteyan jî nayê xilaskirin."


Endamên TEV-ÇAND'ê piştî axaftina derketin ser dikê û lorîk lorandin. Hunermend Kawa Urmiyê anî ziman ku şehîdan nirxên mezin bexşî têkoşîna Kurd û Kurdistanê kirine û got: "Em deyndarê şehîdên têkoşîna azadiyê ne. Ez dixwazim behsa Mîr perwer ji we re bikim. Ew hunermendê gelê xwe bû. Piştî ku ji girtîgehê derket dewletê ew rehet nehişt, loma ji neçarî berê xwe dabû Ewropayê. Li Elmanyayê ji bo şeva partiyê amadehî dihat kirin. Dema ku ji wî re gotin tu dê strana “Waye PKK rabû” bixwînî, ji kêfan firiya bû. Bi wê kelecanê derket ser dikê.  Şehîdên me jî bi jiyana xwe ji bo me bûn mînak. Bijî cangoriyên gelê me."


Di çalakiyê de peyama xwişka Evîn Goyî hat guhdarkirin û piştre sînevîzyona ji bo Şehîdên Parîsê hatî amadekirin hat nîşandan.
Aktîvîstên Yekîtiya Jinên Kurd ûn Swîsreyê (YJK-S) skeca bi navî 'Edalet' pêşkêş kirin.


Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.