Qetilkirina rojnamevanan li Grazê hat protestokirin
Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk ve, li Grazê hat protestokirin.
Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk ve, li Grazê hat protestokirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Jakominiplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê hat protestokirin. Di çalakiyên de wêneyên rojnameger Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava, Kobanê û YPG-YPJ", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Terorîst Erdogan/Tirkiye" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamevanan hewl dide rastiya polîtîkaya berfirehkirina neo-Osmanî veşêre. Bi domdarî hat destnîşankirin ku dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Rojava ya ku alternatîfa kapîtalîzm û nîjadperestiyê ye, dike û hat gotin ku bi mezinkirina têkoşîna bi ruhê Kobanê wê bi ser bikeve.
Çalakî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.