BI DÎMEN

Ji bo rojnamevan Nazim û Cîhan li pêşiya avahiya BBC’yê çalakî: Ev sûcê şer e

Kurd û dostên wan bi pêşengiya Înîsîyatîfa Rojnamegerên Kurd li Londonê li pêşiya avahiya BBC’yê hatin ba hev û diyar kirin ku hedefgirtina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sûcê şer e.

Kurd û dostên wan li ser banga Înîsiyatîfa Rojnamegerên Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Gelê Kurd, li Londonê li pêşiya avahiya BBC’yê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê û alayên bi wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Dewleta Tirk a Terorîst” hatin berzkirin û ji bo BBC’ya ku naxwaze qetilkirina rojnamegeran bibîne dirûşmeya “Şerm bikin” hat berzkirin. Li ser navê Înîsîyatîfa Rojnamegerên Kurd a Birîtanyayê Îlham Bakir û Nejla Arî axivîn. Rojnamevan û nivîskar Îlham Bakir diyar kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef hatine girtin û qetilkirin. Bakir, bi domdarî wiha got: “Qetilkirina rojnamevanên ku li ser karê xwe, li gor hemû peymanên navneteweyî sûcê şer e. Yên ku ev êrîş kirine, da ku sûcên wan ên şer dernekevin holê û rastî di tariyê de bimînin rojnamevan kirin hedef.”

DÊ KAMERAYA WE LI ERDÊ NEMÎNE

Bakir diyar kir ku Nazim û Cîhan nûnerên Çapemeniya Azad in ku ji bo nîşandana heqîqetê bi dehan şehîd dane. Bakir anî ziman ku dewleta Tirk ev sed sal in rojnamevanên Kurd ên ku qetlîam, zext û sûcên şer yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêk tîne, ji raya giştî re radigihînin hedef digire û wiha dewam kir: “Niha em jî ji vir, wek rojnamevanên li ser rêça rojnamegeriya azad, bi himbêzkirina wê kena te ya mezin soz didin te Nazim; bi ramûsana agirê heqîqetê yê li ser rûyê te soz didin te Cîhan; em soz didin we û hemû şehîdan, dê pênûs û kameraya we li erdê nemîne.”

Bakir bang li saziyên navneteweyî yên çapemeniyê û hemû saziyên navneteweyî û hêzên demokrasiyê kir û got: “Divê demildest qetilkirina Nazim û Cîhan a hovane bê lêpirsîn û berpirsiyarên vî şûcê şer li dadgehên navneteweyî bên darizandin.’”

HÛN ÇIMA BÊDENG IN?

Nejla Arî jî bal kişand ser bêdengiya BBC’yê û got: “Em îro li vir ji bo hevalên xwe yên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin kom bûn. Dibe ku hûn bipirsin çima BBC? Ji ber ku dema mijar dibe Kurd, BBC her tim bêdeng e. Em îro ji bo lêpirsîna vê bêdengiyê li vir in. Em dixwazin fêm bikin ku çima BBC li hemberî qetilkirina du rojnamevanan bêdenge?”

Piştî rojnamegeran, nûnerên rojnameyên çepgir ên şoreşger ên li Londonê jî axivîn û qetilkirina Daştan û Bîlgînê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku ew ê bi çapemeniya Kurdî re li pey şopa heqîqetê di nava piştevaniyê de bin.

Çalakî bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.