BI DÎMEN

Şehîd Jiyan, Mehmet û Azîme li Linzê hatin bibîranîn

Şehîd Jiyan Herdem, Mehmet Tapti û Azîme Botan yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûbûn, li Linzê hatin bibîranîn.

Şehîd Jiyan Herdem, Mehmet Tapti û Azîme Botan yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûbûn, li Linzê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEMKURD) ve hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Şehîd ronahiya têkoşîna gelê Kurd e .” Axaftvanan anî ziman ku divê her kes xwedî li Şoreşa Rojava derbikeve. Divê bi çalakiyên wiha em bîranîna şehîdan timî zindî bihêlin û têkoşîna azadiyê geş bikin.”

Axaftvanan banga tevlîbûna çalakiyên protestoyî yên li dijî komkujiyên Parîsê bên lidarxistin, kirin.