Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, bi boneya salvegera Komkujiya Mereşê ya 242ê Kanûnê, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’an û Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an ên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin kirin, li bajarê Nurnbergê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û qetilkirin jî hatin bibîranîn.
Siyasetmedar Ferhat Encû yê di Komkujiya Roboskî de xizmên xwe winda kir û nûnerê FEDA’yê Şukru Yildiz di merasîma ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nurnbergê hat lidarxistin de axaftin kirin.
Bîranîn bi sînevîzyona têkildarî komkujiyan destpê kir. Axaftvanan diyar kirin ku ev komkujî rûyê dewletaê ya li hemberî Elewî û Kurdan radixe ber çavan. Axaftvanan ji bo komkujiyên bi vî rengî pêk neyên nêrînên xwe yên li ser avakirina siberojê anîn ziman û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxandin.
Bîranîn bi lawje û zêmaran bi dawî bû.