Şehîdên Parîsê li Kielê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an yên Parîsê li Kielê hatin bibîranîn.
Şehîdên Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an yên Parîsê li Kielê hatin bibîranîn.
Yek damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an de û Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Emîne Kara, hunermend M. Şirin Aydın (Mîr Perwer) û Abdurrahman Kizil yên 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Parîsê Fransayê hatin qetilkirin, li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê hat lidarxistin. Cihê bîranînê bi wêneyên Rêber Apo, şehîdên Parîsê û rojnamevan Nazim Deştan û Cîhan Bilgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, hatin xemilandin. Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser rola dîroka ya şehîdên Parîsê. Axaftvanan bal kişandin bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin: “Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên bi wê re hevkariyê dikin û her wiha komên din ên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk ji bo tunekirina azadiya gelê Kurd, destkeftiyên wî û hemû derfetên ku di destê wan de ne, bi her awayî bikar tînin."
Axaftvanan anîn ziman ku ev sedsal sedsala Kurdan e û divê demê yekîtiya neteweyî ya Kurd elzem e.
Bîranîn bi sînevîzyon û dirûşmeyan bi dawî bû.