BI DÎMEN

Komkujiya Parîsê li Bordeauxê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên bi boneya salvegera komkujiyên Parîsê meşiyan û diyar kirin ku ew ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Parîsê ya Ahmet Kaya de 23’yê Kanûna 2022’yan hatibûn qetilkirin, meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşa ku li qada Place de la Boursê hat destpêkirin de pankart û wêneyên kesên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Kurdan bi dengekî bilind daxwazên xwe yên ronîkirina komkujiyan û darizandina berpirsyarên Komkujiya Parîsê anîn ziman û xwestin hesab ji dewleta Tirk a ku di 19'ê Kanûna 2024'an de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kir, bê pirsîn.  

Di meşê de banga tevlîbûna mîtînga mezin a 11’ê Çileya 2025’an li Parîsê bê lidarxistin hat kirin. 

Di çalakiyê de şehîdên 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'an li Parîsê hatin bibîrnaîn û komkujiyên Mereş, Roboskî û girtîgehan nehatin jibîrkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin!” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.