Kûrbûn di rêbaza şehîd Dr.Sîrwan de garantiya serkeftinê ye -I

Ji komkujiya Dêrsim û Zîlanê heta kîmyabarana Helebce û Enfalê, dewletên dagirker li Kurdistanê herî zêde karesat û qirkirin pêk anîne. Dema tê gotin ‘di sedsala bîstan de nêzî mîlyonek Kurd hatin qetilkirin’ îşaret bi vê rastiyê dike.

• Venêrînek li dîroka sedsala borî:

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ev nîv sed sal in di nava têkoşîneke bênavber de ye. Di encamê de nêzî 50 hezar şehîd, bi deh hezaran girtî, bi milyonan koçberî hene û bi hezaran gund hatin wêrankirin. Pirsgirêka Kurd li Kurdistanê ku bi dagirkeriya çar netewe-dewletan ve girêdayî ye, di esasê xwe de pirsgirêkek a Rojhilata Navîn û cîhanî ye. Kurdistan ji aliyê hêzên cîhanê yên weke Fransa û Brîtanyayê ve hat parçekirin û piştî wan jî sîstema nû ya cîhanê ya bi pêşengiya Emerîka û Ewropayê heman pêvajoyê berdewam kir. Lewma gotina ku Kurdistan mêtingeheke navneteweyî ye ji vê rastiyê derdikeve.

Bi dawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem re parçekirina Kurdistanê bû hedefa emperyalîzma cîhanê û di encamê de tu derfet ji gelê Kurd re nehat hiştin ku xwe îfade bike. Piştî Konferansa Qahîreyê ya sala 1921’ê û paşê jî di Konferansa Lozanê ya di 24’ê Tirmeha 1923’an de, wan bizmara dawî li tabûta miletekî ku di dîroka mirovahiyê de li ser vê axê û avê hebûye û di parastin û pêşdebirina jiyana hevbeş û dewlemendiya çandî û berdewamiya jiyaneke aram û birûmet de xwedî roleke herî mezin e dan.

Li hember zordestiya dewlet-neteweyên serdest ên Kurdistanê ku ji Tirk, Ereb û Farisan pêk tê, têkoşîna ji bo jiyan û bidestxistina mafên netewî û demokratîk bû erkeke ku nayê dest jê berdan. Li hemberî tunekirin, wêrankirin û asîmîlasyonê, diviyabû bihatiba gotin, ‘Kurd heye û hûn nikarin bi hêsanî wan tune bikin.’

Her çiqas bi biryarên herêmî û navdewletî gelê Kurd hatibe parçekirin û tune hesibandin jî, gelê Kurd tu carî vê rastiya ferzkirî qebûl nekir. Ji ber vê yekê her tim xwepêşandan û şer derketin. Li beramber vê tekoşînê de gelek berdêl jî hatine dayîn. Lê belê ji ber ku tekoşîna hatiye dayîn heta niha heremî, yek alî, durî siyaset bûye û ji nêzîkatiyên rewşembîrî û bîrdozî dûr bûne, ev tekoşîn demkurt bûne. Vê yekê jî nehiştiye ku tekoşîna Kurdan gerdûnî bibe û yekîtiya Kurdan pêk bê. Vê jî di xwezaya xwe de bi awayekî trajîk têkçûn bi xwe re aniye.

Di sedsala 20’an de gelê Kurd û Kurdistan hatin parçekirin û serhildanên weke Şêx Seîd û Seyîd Riza,  Pêşewa Qazî, Qasimlo û Şerefkendî hatin têkbirin û pêşengên van serhildanan jî hatin darvekirin. Ji komkujiya Dêrsim û Zîlanê heta kîmyabarana Helebce û Enfalê, dewletên dagirker li Kurdistanê herî zêde karesat û qirkirin pêk anîne. Dema tê gotin ‘di sedsala bîstan de nêzî mîlyonek Kurd hatin qetilkirin’ îşaret bi vê rastiyê dike.

Di encama ew hemû komkujî û karesatên ku hatine serê gelê Kurd de, êdî gelê Kurd jî hebûna xwe ya netewî înkar kiriye û li Tirkiyê bûye Tirk, li Îranê bûye Fars û li Iraq û Suriyê jî bûye Ereb. Bi vê jî hat armanckirin ku nasname, ziman, çand û rêûresma Kurdan ji holê rakin. Ger Kurd xwediyê vê çanda dewlemend, zimanê xwemalî û kevneşopiyên kûr nebûya, wê ji gelên din ên wek Ermenî, Asûrî û Suryaniyan xerabtir bûya.

• Piştî têkçûn û wêraniyê, vejînek bihêz

Derketina Rêber Apo û Tevgera PKK’ê rastî demeke wisa hat ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Kurdbûna klasîk a Kurdistanê di nava bêhêvîtî û hilweşînê de bû. Ji ber vê yekê ne mimkûn bû ku bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek bê kirin. Rêber Apo vê mînakê dide û dibêje, “Dema min bi hin kesan re li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê diaxifî, wana digotin, em weke dareke hişk in û ji me tiştek şîn nabe.” Di berdewama axaftina xwe de Rêber Apo dibêje, “Li Kurdistanê xebat meşandin dişibe gulekê ku li ser kevir hatibe çandin.” Ya ku ciyê bexteweriyê bû eve ku di salên destpêk û naverasta salên heftêyan de bandora xwendevanên Ewropa yên 1968’an hebû, dîsa berxwedana gelê Filistîn û tevgerên çep û sosyalîst pêş diketin. Li Tirkiyê jî bi taybet kesayetên weke Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayan bûn sedema dîtina kilîleya destpêkê ku tije naverok û bawerî bû.

Di Newroza 1973’an de bi pêşengiya ciwan û xwendevanan de tekoşîn hat destpêkirin. Li Kurdistanê nifşek nû derketibû ku kesek nekarî texmîn bike ku wê ew nîfş ewqas bandor bike. Ew lawên kedkaran bû ku hê di destpêka tekoşîna xwe de ji aliyekî ve ji aliyê neteweya serdest û dagirker, ji aliyê din ve jî ji aliyê giregirên Kurd, şêx, axa û derebegên noker ve rastî êrîşan hatin. Ew xayîn û noker weke kûrmikan ketibûn nav canê gel. Tiştên ku dagirker nekarîn bikin wana ji wê zêdetir kirin. Lewma sekinandina li hemberî axa, eşîr û derebegan, bi gotineke din, sekinandina li hemberî xizmetkar, noker û xwefiroşên Kurd bû ku li Kurdistanê bûbûn darûdestên dagirkeriyê. Ji ber vê yekê şoreşgeran navekî nû li xwe kirin. Ji xwe re dibêjin ciwanên xwendevan û ciwanên Kurd. Ev kes mirovên sade ne, kedkar û gundî ne, jin û mêr jî di nav de, pêşengiya tevgereke nûjen dikin. Sedema bingehîn a ku tevgera Apoyî li seranserê Bakurê Kurdistanê bêyî cudahî deriyê mal, dil û mejiyê xwe ji hemû mirovên dilpak, sade û welatparêz re vekir ev e.

Di sala 1978’an de PKK hat damezrandin. Piştî wê du sal yanî di sala 1980’an de jî li Tirkiyê darbeya leşkerî hat kirin û rejîmeke milîtarîst, neteweperest û şovenîst ku NATO’yê piştgiriya wê dikir hat ser desthilatdariyê. Lê şovenîzma darbekaran nekarî agirê fikrên Apoyiyan hem li girtîgehê hem jî li derve sar bike. Ji ber vê yekê di şexsê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz û rêhevalên wan de, li Zindana Amedê rejîma darbeya 12’ê Îlonê li dijî vîna pola ya şoreşgerên Apoyî têk çû. Her wiha hatina Rêber Apo ya Rojhilata Navîn û tevlîbûna tevgerên şoreşger ên Lubnan û Filistînê jî derfet da ku ji nû ve xwe amade bike û di zûtirîn dem de vegere welatê xwe...

berdewam dike...