Keça serhildêr a Kurdistanê: Leyla Agirî

Leyla digot, jinê dema ku îdeolojiya koletiyê ji holê rakir, hingî azad dibe. Mîna ku digot û jê bawer dikir jiya. Bû yek ji wan kesan ku wate vediguherand gotinê, gotin jî vediguherand çalakiyê.

Leyla Agirî di Hezîrana 2020'an de di encama bombardûmana dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Şehadeta wê bandoreke giran li hevrêyên wê û gel kir. Bû yek ji pêşengên mînak a têkoşîn û jiyana bi esîl a ku jiyana xwe diyarî azadiya jinan û gelan kir. Yek ji wan mirovan bû ku bi kûrahî têgihiştî ku berxwedana herî mezin israra di kesayetiya jina azad de ye, ev yek fêhm kir û ev rastî bêqisûr bi cih anî. Leyla jineke serhildêr, wêrek û dilxwaza azadiyê bû. Li hemberî neheqiyê dibû Agirî û li ber radibû, rê nedida şaşitiyê.

Rêber Apo timî digot ku pêwîstiyeke mezin bi jinên ku jiyana xwe fedayî şoreşa çandê û zîhniyetê kirine. Leyla Agirî bi sekn û têkoşîna xwe bû hêjayî vê banga Rêber Apo. Xwe bi rengekî bêhempa bi pêş xist, hişmendî û hestên xwe kûr kir, mezin kir û ferzane bû. Jîr bû, jêhatî bû, xwedî îrade, rêxistinî û karker bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê kûr bû, bi qasî Kurdistanî bû ewqasî jî xwedî kesayeteke gerdûnî bû. Pêşengekeke bijarte bû. Miroveke têkoşer bû ku ranediwestiya. Bîst û heft salên wê bi têkoşîneke bêhempa derbas bû. Li pey xwe mîrateyeke mezin a azadiyê hişt. Ev mîrate Leylayan zêde dike, nemir dike.

Leyla Agirî li gelek qadên leşkerî, civakî, siyasî û îdeolojîk a têkoşîna azadiyê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe û hemû jî bi rengekî serketî meşand. Tevlîbûna ji dil, bi xwezayî, bi coş û têgihiştî ya li nava têkoşînê, bandor li her mirovên ku ew nas dikir, dikir. Li her qada ku lê dixebitî, bandor dikir, şopa xwe lê dihişt. Sohbet-nîqaşên ku Leyla Agirî tevlî dibû hîn bi kelecanî û kûr dibû. Perwerdeya ku dida kûrahiyeke mezin, hezkirina jiyan û têkoşînê dida mirovan.

Kedeke mezin da ji bo perwerde û rêxistiniya jinan. Bi zanîna ku berevaniya herî baş helwesta rêxistinî ya jinê ye xebitî û têkoşiya. Her roj ji kuştinan jinan, êrîşên tecawiê yên li ser jinan em baştir fêhm dikin û dibînin ku jina rêxistinî ji bo heqderketina ji koletiyê çeka herî sereke ye. Em keda mezin a ku Leyla ji bo rêxistiniya jinê dayî, bi minet û hurmet bi bîr tînin.

Ji bo azadbûnê divê mirov ji koletiyê rizgar bike. Azadî pîvana jêneger e ya ji bo mirovbûnê û mirovmanê. Mirov bi azadbûnê geş dibe, dibe xwedî anor û şexsiyet. Hêza afirîner a derasayî ya bi jinê re bêsînoriya azadbûnê nîşan dide. Enerjiya bi jinê re jiyanavakar, xweşikir û manelêbarkir e. Jin her ku enerjiya xwe vediguherîne ser bîreweriya azadiyê û xwerêxistiniyê jiyana azad û wekhev ava dike, pergala demokratîk ava dike. Jiyana têkoşînê ya Leyla Agirî bi derxistina holê ya vê heqîqeta bi jinê re derbas bû.

Leyla, digot, jin dema ku ji îdeolojiya koletiyê xilas dibin azad dibin. Weke ku gotî û bawer kirî jiya. Mane qulibanda ser gotinê û gotin qulibande ser çalakiyê. Weke ku Leyla jî bi baweriyeke mezin û bi rikdarî têkoşiyayî, azadbûna jinê encex bi avakirina xwerêxistinî, xweparastinê pêkan dibe. Jina ku rêxistiniya we kirî û parastina xwe ava kirî zincîrên koledariyê dişkîne. Jina ne rêxistinî jî qedera Îpek Erenan dijî.

Ji ber sedema ku hê jî bi milyonan jin ne rêxistinî û ne xwedî hêza xweparastinê ne polîtîkayên qirkirina jinê ev çend hêsan encamgir in. Jinên ne rêxistinî û ne xwedî hêza xweparastinê nikarin xwe ji metabûna cinsî xilas bikin. Pergala mêr-dewletê tundî, şer û komkujî ye. Di nav vê pergalê de her ku jin ne rêxistinî bû ji bilî tecawiz û komkujiyan rewşeke dî nabîne.

Ji bo jinê xwerêxistinî û xweparastinî ji nan, ava û hilmê pir girîngtir e. Jinên ku li derveyî têkoşîna rêxistinî ne objeya tecawizê ne. Îro weke Îpek Ere gelek jin qurbanê nerêxistiniya jinê ne. Bi ser de, nirxên azadiyê yên mezin hene ku jinên Kurd bi têkoşîna dehan salan ava kirine. Bîreweriya azadiyê, vîn û berxwedana jina Kurd ji bo cîhanê mînak e. Îro têkoşîna jinê ji bo jinên cîhanê û civakên cîhanê bûye îlham û hêviyeke mezin.

Jinên Kurd û ciwanên Kurd bi hatina nav çiyayên azadiyê dikarin bersiva herî mezin bidin êrîşên şerê taybet ên pergala qirker, mêtinger.  Dûrmana ji têkoşîna azadiyê tê maneya mirov ji her cure şerê taybet ê dijmin re vekirî be. Jidestçûna hebûna nasnameyê ye. Têkoşîn azad dike. Ên ku derveyî têkoşînê mane kole ne û di hedefa her cure êrîşê de ne. Cihê jin û ciwanên Kurd ên ku êrîşên qirker li ser wan in, iya na, mekanê azadiyê yên Leylayan in.