Ji vê sala berxwedanê mirov gelek tiştan hîn dibe

Serfiraziya ku di Sibatê de li Garê dest pê kir, piştî 23’ê Nîsanê wekî serfiraziyên Metîna, Zap û Avaşînê domiya. Ev berxwedana qehremaniyê ye û hemû hesap û planên faşîzma AKP û MHP’ê qedand.

Em di rojên dawîn ên sala 2021’a mîladî de ne. Di rojên dawîn ên meha dawîn a salê de jî gelek qetlîam hene.

Di 19-24’ê Kanûna 1978’an de Qetlîama Gurgumê hatibû kirin. Xwestibûn ku li Gurgumê Kurdbûna Elewîtiyê bi qetlîaman were tunekirin. Plana ku rojavayê Firatê bê Kurd bihêlin bi qetlîaman hatibû kirin. Wekî êrişên di 26’ê Tebaxa 2016’an de li Cerablûs, Bab û piştre li Efrînê xwestibûn ku Kurdan ji wir deran derxînin. Di dema Qetlîama Gurgumê de Ecevît serokwezîr bû. Di dema dagirkeriya Bab û Efrînê de jî Tayyip Erdogan rêveber bû. Rêveberî qet ferq nake, dewlet tişta ku dixwaze dike. 

Di 19’ê Kanûna 2000’an de li zindanan qetlîameke dîrokî hate kirin. Grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê kirin hincet, bi dehan şoreşgerên girtî hatin şewitandin û bi sedan şoreşger hatin şehîdxistin. 

Tiştekî seyr a wekî hev heye, di wê demê de jî Ecevît serokwezîr bû. MHP a ku qetlîama Gurgumê kiribû jî, di dema qetlîama li zindanan de jî şirîkê hikumetê bû. Ji girtîgehan kom bi kom cenaze hatin derxistin. Niha di dema rêveberiya Tayyip Erdogan de jî rewşên wisa hene, ji zindanan cenazeyên girtiyên şoreşger derdikevin. 

Di vir de qetlîama dawîn a ku divê em cih bidin wê, bêguman qetlîama Roboskiyê ye. Sala dehemîn a qetlîama Roboskiyê diqede. Tê zanîn ku ev qetlîam yekser bi fermana Tayyip Erdogan hatiye kirin. 

Tişta ku divê neyê jibîrkirin ev e ku cenazeyê 34 zarokên ji Roboskiyê yên bi balefiran hatibûn kuştin, bi hêstiran hatibû barkirin. Ne Kurd û ne jî mirovayetî dikare van dîmenan ji bîr bike. Ji ber ku rastiya cîhana serwer û dijminatiya li hemberî Kurdan a li Tirkiyeyê gelekî tiştan eşkere dike. 

Tê dîtin ku Tirkiye û Kurdistan bûne welatên qetlîaman. Avadaniya serwer a bi navê Komara Tirkiyeyê ji xeynî qetlîaman tiştekî nade civakê. 

Niha em van qetlîaman û şehîdên qetlîaman bi bîr tînin û sala 2021’an diqedînin û xwe amade dikin têkevin sala 2022’an. Em gelekî eşkere dibînin ku di eniya dewleta serwer û hikumetê de tiştekî nû tune. Ji ber ku dîsa li zindanan qetlîam heye û dîsa civak û xwezaya Kurdistanê tê talankirin. 

MODERNÎTE BI XWE NEXWEŞÎ YE 

Gelekî diyar e ku sala 2021’an ji bo dinyayê jî bû saleke ku mirov tiştan jê hîn bibe. Di pratîka van bûyerên hatin jiyîn de me yeko yeko nexweşiyên modernîteyê dît. Baran û lehiyên pêk hatin û hişkesaliyê bi awayekî zelal nîşanî me dan ku hevsenga xwezayê çiqasî xerab bûye. 

Mîkroba koronavîrusê ya ku xwe her carê hilberand, dîsa bû sedema mirinan. Êdî hemû kesên bîra tiştan dibin, fêm kirin ku ev êrişeke bîyolojîk e. Gelo ji ber êrişa koronavîrusê hêzên kapîtalîst çi qasî kar kirin? Êdî dem hatiye ku mirov li bersiva vê pirsê bigere û koronavîrusê baş fêm bike. 

Di eniya kapîtalîst a dinyayê de tiştekî cihê tune. Daxwaza kara zêde û êrişên wê yên texrîbkar ên ji ber vî tiştî didome. Li ser vî esasî şerê cîhanê yê sêyemîn li her derê belav dibe û didome. Belkî di warê nakokî û şer de hin guhertin pêk tê, lê di naveroka wê de tiştek naguhere. 

Xweza ya ku herî zêde êriş li ser wê hatiye kirin bi zimanê xwe hinek hişyariyan dike, jin jî bîra xwe ya azadiyê û çalakiya xwe her dem geş dikin. Di sala 2021’an de jî me ev rastî dît. Bi awayekî zelal hate dîtin ku wê li dinyayê têkoşîna azadiya jinan geş bibe û li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst bibe têkoşîna ku hemû bindestan bîne ba hev. 

Bêguman tiştên li Rojhilata Navîn pêk tên, gelekî girîng in û mirov gelek tiştan jê hîn dibin. Derket holê ku di sala 2021’an de li Rojhilata Navîn kar li gorî stratejiya DYE nemeşiyaye. Di bûyerên Efganistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê de me ev tişt dît. Diyar e ku DYE ne dikarin ya berê bidomînin û ne jî dikarin guhertînên baş bikin. Ev tişt jî hevkarên wan bêtir dixe nav dijwariyan. Eşkere ye ku wê li Rojhilata Navîn şer bidome lê ew ê hêzên ji Rojhilata Navîn wê bêtir bibin xwedî bandor. 

PLANA DYE Û TC’YÊ YA JI BO TASFIYEKIRINA KURDÊN AZAD

Bêguman divê em bala xwe bêtir bidin şerê li ser Kurdistanê. Diyar e ku pergala DYE pêşengtiya wê dike dixwaze hevkarên xwe yên Kurd xurt bike û xwe bispêre wan û di heman demê de polîtîkaya pergala TC ya qirkirina Kurdan, di sala 2021’an de bêtir eşkere bû. Me dît ku her du hêzan li hemberî PKK’ê ya ku Tevgera Azadiya Kurdan e jî êrişên bi tifaq kirin. Ev êriş li Garê dest pê kir û bi dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê didome. 

Îddîaya faşîzma AKP û MHP’ê ev bû ku wê zivistana 2020-2021’an bibe zivistana dawîn a PKK’ê. Bi rastî jî li ser vê zemînê êrişeke qirkirinê meşandin. Êriş herî zêde li Îmraliyê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, wekî girankirina tecrîd û êşkenceyê domiya. Li zindanan êşkence û qetlîam hatin kirin. Girtina HDP’ê jî di nav de, li ser siyaseta demokratîk her cure zext û teror hate kirin. Êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd gihişt heta tacîz û tecawizê. Êriş wekî dagirkeriya li ser Rojava, Şengal û Başûr jî domiya. Li her derê MÎT’ê komplo û provokasyon kir. 

Bêguman navenda van êrişên herî zêde yên ji bo tunekirina gerîlayan bû. Ev êriş li hemû Bakurê Kurdistanê hate kirin û giraniya xwe da ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di meha Sibatê de êrişên li ser Garê hatin destpêkirin, piştî 23’ê Nîsanê wekî dagirkeriya li ser Metîna, Zap û Avaşînê domiya. Di van êrişên heşt mehan de, faşîzma AKP û MHP’ê çekên kîmyewî jî tê de her tişt bi kar anî. Hemû hêza xwe sefer ber kir û dahatûya Tirkiyeyê ji bo pereyan firot.

‘WÊ EV ZIVISTANA DAWÎN A AKP’Ê BE’

Ber bi dawiya sala 2021’an de û di meha nehan a êrişan de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik bersiv da îddîaya îmhakirinê ya faşîzma AKP û MHP’ê. Zozan Çewlik diyar kir ku bi vê berxwedanê PKK li ser pêyan e û wê zivistana 2021-2022’an bibe zivistana dawîn a faşîzma AKP û MHP’ê. Ji ber ku di sala 2021’an de PKK û Kurdan di her warî de li ber xwe dan.

Li hemberî her cure êşkence û tecrîdê bêguman berxwedana herî mezin li Îmraliyê hate kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jin û ciwan di serî de hemû gelê Kurd û dostên wan li ber xwe dan. Bêguman yek ji berxwedana herî mezin li eniya gerîlayan pêk hat.

Bi rastî jî di sala 2021’an de berxwedana gerîlayan li gorî vê îddîayê hate kirin. Di serî de di meha Sibatê de êrişa faşîzma AKP û MHP’ê ya li hemberî Garê hate têkbirin. Li hemberî êrişa li ser Garê ya ku bi piştgiriya PDK’ê dihate kirin, berxwedana gerîla û serfiraziya ku bi dest xist, bi rastî jî dîrokî bû. Bi vî awayî faşîzma AKP û MHP’ê bi têkçûnê, PKK’ê jî bi serfiraziyê dest bi salê kir. Pê re jî bi biryar û plana ku derxist holê, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi amadekariyeke mezin dest bi sala 2021’an kir. 

Li hemberî dagirkeriya Metîna, Zap û Avaşînê ya ku di 23’ê Nîsanê de hate destpêkirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke herî girîng û watedar a dîrokê nîşan da. Berxwedanên qehremanî yên li qadên Zendûra, Mam Reşo, Girê Sor û Werxelê jî bi rastî jî destanî bûn.

Vê berxwedana destanî ya li ser xeta fedaî didome, ligel ku şehîdên mezin hatin dayîn jî, pêşiya dagirkeriya dijmin girt û derbên giran li dijmin xist. Serfiraziya ku di Sibatê de li Garê dest pê kir, piştî 23’ê Nîsanê wekî serfiraziyên Metîna, Zap û Avaşînê domiya. Ev berxwedana qehremaniyê ye û hemû hesap û planên faşîzma AKP û MHP’ê qedand.

BI TECRUBEYÊN BERXWEDANÊ EM DIKEVIN SALA NÛ 

Bêguman di sala 2021’an de jî ji bûyerên li dinyayê pêk hatin mirov gelek tiştan hîn dibe û bi taybetî jî ji berxwedana dîrokî ya li Kurdistanê mirov gelek tiştan hîn dibe. Niha gel û gerîla tecrubeya vê berxwedanê dinirxînin, aliyên wê yên erênî û neyînî, aliyên wê yên xurt û qels datînin holê. Li ser bingeha van tecrubeyan ji têkoşîna sala 2022’an de amade dibe. Li ser vî esasî wê di sala nû de jî bi awayekî xurt şer bikin û wê serkeftinên mezin bi dest bixin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA