Ji qirkirinê ber bi azadiyê: Êzidî

Erdogan bi rêya Barzanî xwest mejiyê Osmanî werbigire. Gerîlayan jî Şengal radestî xwediyên esasî yên Ezdatiyê kirin û cesaret dan her kesî.

Osmaniyan her bawerî, çand û civaka ku li herêmê li pêşiya hikumdariya wan bûne asteng, serî li ber wan netewand, nebû leşkerê wan û jinên nekirin cariye, hemû kir hedef. Ji salên 1200'î heta bi dema hilweşînê xaka Mezopotamyayê qir kir, şewitand, hilweşand û talan kir. Yek ji hedefên bingehîn ên qirkirinê jî Ezdatî û Kurdîtî bû. Di encama pêla qirkirinê ya Osmaniyan de bi milyonan Êzidî ji cih û warê xwe hatin qutkirin.

Dewleta Tirk ku ev mejî ji Osmaniyan wergirtiye, ji bo karibe armanca qirkirinê ya nîvco mayî pêk bîne, hewl dide.

Mîna Osmaniyan ku Ermen, Rûm, Asûrî-Suryanî û Elewî anî ber qirkirinê, dewleta Tirk jî di nava dîroka xwe ya ji sed salî de timî êrîşî Kurdan, Êzidiyan, Ermenan, Asûran û gelek çand û baweriyên cuda kir. Dewleta Tirk mîna Osmaniyan Êzidî yekser qetil nekir, lê belê bi rengekî neyekser Êzidî ji xaka Mezopotamyayê qut kir û siyaseta wê yekê meşand ku Êzidiyan li Şengalê asê bike.

Hikumdariya Îngiliz û Baas, xaka Iraqê ji bo Êzidiyan kiribûn guneh û qedexekirî. Kêm ciwanên Êzidî karîbûn li derveyî Şengalê bixwîne. ji xwe ew jî neçar mabûn, ku nasnameya xwe ya baweriyê veşêrin. Li gel van kiryaran, Saddam jî leşkeriya ji neçarî li Êzidiyan ferz kir û berê wan da mirinê. Kir ku Şîayên li Iraqê Êzidiyan weke dijmin bibînin. Sûniyan jî baweriya Ezdatiyê weke nebaşiya herî mezin a li cîhanê pênase dikirin. Ev nêzîkatî û polîtîka dibin sedem ku civaka Êzidî ya kevnar a li Şengalê kombûyî bi qirkirinan re rû bi rû bimîne.

RÊBAZA QIRÊJ A ERDOGAN

Êzidiyên li ber qirkirinê, xwe li çiyê girtin û li dijî sîstemên dîkta û qirkirinê li ser berxwedanê biryar dan, serî netewandin. Ji salên 1200'î û pê ve di her qirkirinê de, ya ku Osmaniyan bi serê Êzidiyan ve anîn, Misilmantî li Êzidiyan ferz kir. Komkujî, talan, destavêtin jî di nav de bi her rê û rêbazê zilm kirin. Bi zora şûr bi milyonan Êzidî ji baweriya wan dûr xistin. Beşek ji mirovên bi vî rengî teslîm hatin girtin di siyaseta qirkirinê û komkujiyan de mîna maşikekê hatin bikaranîn.

Li gel mejiyê tekperest û qirker ê Komarê, rejîma AKP-MHP a ku heman qirêjî û mîrateya bi xwîn ji Osmaniyan dewr wergirt, malbata Barzanî û PDK jî danî kêleka xwe û di êrîşên xwe yên qirkirinê de, yên li ser Kurd û Êzidiyên berxwedêr de, ew weke maşikekê bi kar anî.

Erdogan bi aqlê qirkirinê yê Osmaniyan, çeteyên barbar ên mîna DAÎŞ'ê bi ser Êzidî û Kurdên berxwedêr ve dehf da.

Bi belgeyan ispat bû ku PDK'ê li ser bingeha lihevkirinan hewl da qirkirinê li ser Şengalê û Êzidiyan ferz bike û bi vî rengî bike ku ji cih û warê xwe biçin.

ŞIKANDINA XELEKA DESTPÊKÊ YA QIRKIRINÊ

Jenosîda Êzidiyan a 2014'an ne Fermana destpêkê ye ku PDK'ê di nav de cih girt. Sala 1936'an komkujiya ku Îngilizan anîn serê Davût û eşîra wî, di salên 1970'î de Fermana ku Saddam Huseyîn kir û Barzanî jê re bûne sedem, ji bo Êzidiyan ew qirkirin e ku bîranîna wan hînê teze ne. Êzidî ji çiyê hatin daxistin û bi Kembera Ereb dor li wan hate girtin, hatin dorpêçkirin. Ev komkujiyên ku nehatin qeydkirin, ji cîhanê hate veşartin. Di Komkujiya 2014'an de jî planeke bi heman rengî hatibû danîn. Lewma qeydkirin, belgekirin û ragihandina ji tevahiya cîhanê re weke 'Şikandina xeleka destpêkê ya dorpêça Qirkirinê' dikare bê pênasekirin.

Xusûsa duyemîn a herî girîng jî belgekirina rola xiyanetê ya hêzên PDK'ê ya di qirkirinê de bû. Bi vî rengî hem komkujiya ku dixwestin bi rengekî veşartî bikin, hem jî hêzên komploger hatin eşkerekirin. Raya giştî ya cîhanê, mirovahiyê rastî dîtin.

BI SED HEZARAN ÊZIDÎ JI ALIYÊ KÊ VE JI KOMKUJIYÊ HATIN RIZGARKIRIN?

Xala sêyemîn a têkildarî komkujiyê ew mijar bû, ku kê pêşî li komkujiyeke mezin girtin, kê bi sed hezaran mirov rizgar kirin. DAÎŞ ku heta wê rojê bi şerê psîkolojîk û hovîtiya ku dikir bûbû rojev û dihate gotin 'kes nikare li ber bisekine, wê artêşa jî bieciqîne', bajarekî mezin ê mîna Mûsilê di nava rojekê de bi dest xistibû. Li Iraq û Sûriyeyê her bajarê ku êrîş dibir ser di demeke kurt de bi dest dixist. Hesabê wê yekê kiribûn ku li Şengalê jî wê heman tişt bibe.

Lê belê hêzek hebû ku hesabê wê nehatibû kirin: Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Komek ji gerîla û şervanên li Rojava ji bo azadiyê têdikoşin, dest bi kar û wezîfeyeke welê kirin ku kesî newêrîbû bike. Bi derfetên gelekî kêm ev yek kirin. Li dijî DAÎŞ'ê dest bi şerekî bêeman û lehengiyê kirin û ji bo civaka Êzidî û mirovahiya bêhêvî mabûn, bûn hêvî.

Bi sala korîdora mirovî ku PKK'ê û Hêzên Şoreşa Rojava ava kirin, bi deh hezaran kes bi rengekî ewle derbasî Rojava û çiyayê Şengalê bûn. Piştre jî bi operasyonên rizgarkirinê yên li pey hev hatin kirin, faşîzma DAÎŞ'ê hate lawazkirin. Hêzên navneteweyî (Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê) ku ev berxwedan dîtin û piştgiriya gelan a ji çar aliyên cîhanê ya ji bo vê berxwedanê dîtin, neçar man ku piştgiriyê bidin. DAÎŞ di encama berxwedana hêzên azadiyê de hate têkbirin û Şengal hate rizgarkirin.

YÊN KU FÎŞEKEK BI TENÊ JÎ BERNEDAN DAÎŞ'Ê, ÊRÎŞÎ GERÎLA KIRIN

Li gel bangên Hêzên Azadiyê yên Rojava û PKK'ê jî, PDK'ê xwe neda ber plana rizgarkirina Şengalê ya bi operasyoneke hevpar. Bi vî rengî careke din nîşan da ku di plana tunekirina civaka Êzidî de ew bi hêzên qirker re ye. Gava ku Hêzên Azadiyê dest bi pêngavê kirin, wan jî bi lihevkirina bi DAÎŞ'ê re 'bêyî ku fîşekeke bi tenê biteqînin' hêz şandin bakurê Şengalê.

Piştî ku Şengal ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin, bi rêya malbata Şeşo li hemberî gundên Ereban dest bi provokasyonan kirin. PDK'ê di sala 2017'an de atmosfereke şer afirand û gelek caran êrîşî hêzên Êzidxanê û gerîla kir. Tevî ku hêzên gerîla di van êrîşan de şehîd jî dan, ji bo pêşî li şerekî gengaz ê navbera Kurdan bigirin, xwe ji şer vegirtin.

Piştî ku PKK'ê bi rengekî fermî xwe ji herêmê vekişand (2018), Tirkiye Iraq û PDK'ê di 9'ê Cotmeha 2020'î de li ser bingeha bidawîkirina xweseriya Şengalê peymanek mohr kirin û dest bi êrîşan kirin. Ev peyman xwedî heman armanca Peymana Ammanê bû, ku beriya êrîşa 2014'an bi beşdariya rayedarên PDK'ê ji bo dagirkirina Şengalê ya bi destê DAÎŞ'ê hatibû kirin. Li dû vê peymanê hem êrîşên hewayî yên dewleta Tirk zêde bûn, hem jî hêzên Kazimî gelek caran provokasyon kirin.

NE ŞENGAL ŞENGAL A BERÊ YE, NE JÎ ÊZIDÎ YÊN BERÊ NE

Bûyerên ku piştî Komkujiya Zaxoyê li Iraqê qewimîn, helwesta lîderê Şîa Sadr a li hemberî hikumetê kirin ku parlament û hikumeta heyî bixitimin. Ev rewş di heman demê de nîşan dide ku peymana 9'ê Cotmehê jî bêhikum bûye.

Lê belê êrîşên dewleta Tirk hîn jî dewam dikin. Sala 2022'an êrîşên li Dugirê û Sinûnê, herî dawî jî bombekirina Meclîsa Gel a Sinûnê bi balafirên biçek ên bêmirov ên dewleta Tirk re, bikaranîna Iraq û PDK'ê ji aliyê dewleta Tirk ve radixin pêş çavan ku kiryarên qirkirinê wê hîn jî dewam bikin.

Xelkê Êzidî ku bûne hedefa van hesabên qirkirinê û tunekirinê, ji pêvajoya piştî Fermana 2014'an dersên gelekî girîng wergirtine. Beriya her tiştî di vê pêvajoyê de ku berdêlên wê gelekî giran bû, destketiyên girîng bi dest xistin. Di mijara xwerêvebirin û xweparastinê de gihîştine asteke girîng a biryardayinê û saziyên girîng afirandine. Civaka Êzidî tecrûbeya jiyana azad kirin û di vê pêvajoyê de jî bi ser ketin. Ev helwest wê hem di diyarkirina paşerojê de serketinên dîrokî bi xwe re bîne, hem jî bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji civak û gelên cuda re.