Ji ciwanên li Frankfurtê banga ji bo Meşa Dirêj
Ciwanên li Frankfurtê dimînin ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' di 10'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronnê destpê bike.
Ciwanên li Frankfurtê dimînin ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' di 10'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronnê destpê bike.
Ji welatên cuda yên Ewropayê mîna Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê bi daxwaza 'Azadî ji Rêber Apo re' meşeke dirêj lidar bixin.
Ciwan wê ji bo meşê di 9'ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê li hev kom bibin û meşa dirêj wê di 15'ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.
Ciwanên li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê bi beşdariya bi sedan ciwanî pêk were.
Ciwanan diyar kirin ku weke ciwanên Kurd ên li Frankfurtê ew xwe ji bo Meşa Dirêj amade dikin û gotin, Rêber Apo yê ku sala 1999'an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin 26 sal in li ber xwe dide, di nava vê demê de paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi Şoreşa Rojava re kete meriyetê.
Ciwanan bi bîr xistin ku meş wê di navbera 10 û 15'ê Sibatê de bi beşdariya bi sedan ciwanî ji Heilbronn heta Strasbourgê pêk were û gotin, "Em bang li ciwanên Kurd û dostên gelê Kurd dikin ku beşdarî Meşa Dirêj a 2025'an bibin. Meşa Dirêj a îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo be."
Piştî daxuyaniyê dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn.