MAK’ê li Amedê li bazirganên tiryakê xistin

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) dan zanîn ku li Amedê tacirên tiryakê bi çek û bombeyên destçêkirî hedef girtine.

MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 4’ê Sibatê di saet 19:30’an de li navçeya Amedê Sûrê, li dijî tacirê tirkyakê yê bi navê R.A. çalakî li dar xistine û wiha got: “Mala kesê ku tiryakê difiroşe ciwanan û wan dikêşe nav çawa şerê taybet û jiyana jirêderketî, bi çekên şexsî hat hedefgirtin.”

MAK’ê diyar kir ku heman rojê di saet 20:00’an de, li taxa Şehîtlîkê ya Amedê, tacirê tiryakê yê bu navê C.B. bi bombeyên destçêkirî hedef girtine û wiha got: “Milîsên mala kesê ku ciwanên me bi tiryakê ji rê derdixîne, bi bombeyên destçêkirî hedef girt.”