Riyadê îdîaya 'asayîbûn' a bi Îsraîlê re derewand
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got, ew bawer dike peymana bi Erebistana Siûdî re wê pêk were, Riyadê nerazîbûn nîşan da.
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got, ew bawer dike peymana bi Erebistana Siûdî re wê pêk were, Riyadê nerazîbûn nîşan da.
Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê ragihand ku heta dewleteke Fîlîstînê ya serbixwe ya ku paytexta wê Rojhilatê Qudsê ye neyê avakirin, nepêkane ku têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re bê danîn.
Wezaretê li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Erebistana Siûdî wê hewldanên xwe yên ji bo avakirina dewleteke Fîlîstînê ya serbixwe ya ku paytexta wê Rojhilatê Qudsê wê hewldanên xwe bê navber dewam dike. Heta ku ev pêk neyê wê bi Îsraîlê re têkiliyên dîplomatîk neyê danîn."