Iraqê komkujiya Zaxo ji bîr kir gelo?

Hikumeta Iraqê têkildarî komkujiya li Zaxoyê hîn jî helwesteke ku karibe rê li ber êrîşên Tirkiyeyê bigire nîşan nedaye. Ev jî pirsa, 'Gelo Iraqê Komkujiya Zaxoyê ji bîr kiriye?' dixe hişê mirovan.

Ev 22 roj in ser bi komkujiya Zaxo ya 20’ê Tîrmeha meha borî ya li Seyrangeha Perexê pêk hatî re bihurî, lê hê jî hikûmeta Iraqê helwesteke tund a bikare pêşiya êrîşên Tirkiye bide sekinandin nedaye nîşandan. Ev jî pirsa gelo Iraqê Komkujiya Zaxoyê ji bîr kiriye, dixe hişê mirov?

Her çendî aloziyên navxwe yên di navbera aliyên Şîa û dîsa Kurdî de yên li ser avabûna hikûmeta nû ya Iraqê heye, bandor li vê yekê dike, lê divê gelê Iraqê û aliyên siyasî, dîplomasî vê babetê ji nedîtî ve neyê. Weke bûyerek qewimî û bihurî nenirxîne.

Ji ber ku mijara komkujiya Zaxoyê ne komkujiyek ji rêzê û tesedûf pêk hatiye. Bi zanebûn hate kirin, peyam li xwe digirt. 

Tirkiye bi vê komkujiyê sekna siyasî û dîsa gel a Iraqê ku bikare siberojê pîlanên xwe yên din bixe meryetê dipîve. Ev jî li ser helwesta gel û aliyên siyasî ya Iraqê wê siberoja vê yekê diyar bike. Lê dema em li mijarê dinêrin, em dibînin xemsarî û girtina dest a ji rêzê heye. 

Iraq ji bo ji parçebûneke temamî rizgar bibe, divê navxwe lezûbez vê babetên nakok ên hikûmetê û dîsa siyasî çareser bike. Vê yekê çareser neke, wê aqûbeta wê niha mîna Sûriye, Ermenistan, Lîbya û hwd. bibe. Ji ber ku niha hemû hewldan tê kirin ku Iraq parçe bibe û bibe qada cengê ya aliyên desthilat ên hegemon. Tirkiye jî yek ji wan cûre çeqelê ku li ber nêçîra nêçîrvan sekinî ye, kengê fersend dît, hewl dide para xwe jê bigire. Tirkiye niha di rewşeke wiha de ye. 

Va Sûriye li ber çav e, Lîbya, Ermenistan li ber çav e. Eger Iraq vê yekê nebîne, wê Iraq bikeve rewşeke weke wan. Heta dibe kembaxtir bibe. Ji ber ku Iraq pir rengî û ol, bawerî ye; parçebûnek bibe wê parçebûnek pir mezin be. Ne weke van herêmên navborî. 

Îro dibînin rewşa Sûriyeyê Tirkiye bi çeteyên xwe rojane bi obûs, hewanan û çekên giran êrîşî her kesê dike. Ji xwe ji esmanan dronên kujer kengê fersendê dibîne jin û zarokan bê ferq dike hedef û lê dide. Heta niha bi dehan zarok bûne qûrbanên dronên Tirkiye. Iraq divê vê yekê bibîne, nakokiyek şerek li Iraqê rû bide, wê Tirkiye heman tiştî li Iraqê jî bike. Divê ev vekirî û zelal ji aliyê her kesê ve bê zanîn.

Ev xalek e, xala din jî; Tirkiye wê zêdetir gefan li Iraqê bixwe û heta gelek mijarên hesas wê têkel bibe û biryarên bê girtin wê bandorê li siberoja Iraqê bide û di berjewendiyên Tirkiyeyê de be. Tirkiye wê rehet bikare di siyaseta Iraqê de rol bigire, wê bikare paşerojê li ser Wîlayeta Nînowa û Kerkûk xwedî gotin be, heta bi rêya Tirkmenan jî wê bikare di gelek warî de cihê xwe li vê qadê bike. Ji xwe niha Kerkûk di bin gefeke wiha de ye. 

Bi bêdengî Kerkûk bi bazara xwe, bi jiyan û aloziyên xwe ber bi rewşeke wiha xeternak ve diçe. Tirkiye bi rêya Tirkmenên herêmê serweriyek ava kiriye, her kêliya guherînek bibe, ewilê wê li Kerkûk Tirkiye hewldanek bike. Ev vekirî û eşkere ye. Yê vê nebîne, kor e. 

Ji bo wê demildest divê di serî de Sadir û Malikî vê mijara navxwe ya heyî ji holê rake û ji bo hikûmeteke ku daxwazên gel esas digirin û di berjewendiyên gel de kar bike, bê avakirin. Berovajî vê bi deh carî hilbijartin bê kirin wê encam her heman be. 

Li vir roleke din a xeternak dilîzin Kurd in. Kurd li ser aliyên Şîa belav bûne. Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) li gel Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî û Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) jî li gel Tevgera Sadir Mûqteda El Sadir e. Ev jî bûne beşek ji nakokiyên Iraqê. Her guherîna bibe, wê yekser bandorê li Kurdan û destketiyên Kurdan ên ne tenê li Başûr li hemû derê bike. 

Ji bo wê yekê jî divê Kurd li Başûr dîsa bereyên siyasî yên demokrat ku pêşengtiyê ji civakê re dikin, vê metirsiyê bigihîne gel. Gel niha di nava nakokiyê de ye, rewşa heyî baş ji hev dernaxe. Her alî dikare bikişîne xwe û di berjewendiyên xwe de bikar bîne. 

Divê Başûr careke din nebe cenga aliyên siyasî yên diz, gendel û nelirêtiyê dikin. Başûr bibe qadeke ya cenga serhildana xwe rêxistinkirin û ji bo berjewendiyên xwe kar bike, rê nede diz, gendel û bertîlxwaran.

Di vî warî de jî ji bo Iraqê bibe alîkar û bikare Iraqê bigihîne asta ku gel bi xwe di warê siyasî û jiyanî de siberoja xwe tayîn bike.