Iraq pêşiya dagirkeriyê negire, wê nikaribe demokratîk bibe!

Tevî ku zêdetirî 2 meh in, li Iraqê hilbijartina Parlamentê pêk hatiye, heta vê gavê hikûmetek demokratîk ku hemû pêkhateyên Iraqê li xwe bigire nehatiye avakirin. Li gorî rewşa dixuyê jî wê hikûmeta bê avakirin nikaribe pirsa Iraqê çareser bike.

Sala 2021’ê çawa ji bo cîhanê saleke bi şewb û krîzên aborî û civakî derbas bû, ji bo Iraqê jî rewş ne cihê bû. Iraq di warê êriş, aborî, gendelî, dizî û talana sererd û binerde de kete rewşeke pir xirab. Li aliyek êrişên DAÎŞ’ê û li aliyê din nebûna sîstem û parlamenteyek ku pêşiya êriş û dagirkeriya bigire, bi serhildan û bûyerên mezin kete rojevê.

Li ser daxwazên xwepêşanderên li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê û sozên Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî 10’ê Cotmeha 2021’ê tevî alozî û nakokiyan hilbijartina pêşwext a Parlamentê Iraqê pêk hat.

HILBIJARTINA PÊŞWEXT

Tevî ku ji ber dizî, gendelî û nelirêtiyê baweriya gel bi hilbijartinê nehat jî, gelek kes neçûn ser sindoqan, lê dîsa jî hilbijartin li gorî dema xwe ango 10’ê Cotmeha 2021’ê hate kirin. Li gorî daneyên koalîsyona hilbijartinê ji sedî 44 deng hatine dayîn. Lê rastî ev nîn e, hejmarek pir kêm çûne ser sindoqan. 

Li Iraqê di hilbijartinê de Bloka Sadir a di bin pêşengtiya Tevgera Sadir ku Lîderê olî yê Şîa Mûqteda El Sadir tê nasîn 73 kursî bi dest xist. Li aliyê din Koalîsyona El Fetîh a bi pêşengtiya Hadî El Amîrî û hêzên din ên nêzî Îranê winda kirin. Li aliyê Kurdan jî PDK 29 û Îtifaqa Kurdistan 19 kursî bi dest xist. 

Sîstema Siyasî ya li Iraqê ji sê Meclîsên esasî pêk tên, ev jî; Şîa, Sûnî û Kurd in.

ALIYÊ ŞÎA

Piştî ragihandina encamên destpêkê, Serokê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir di daxuyaniya xwe ya destpêkê de bal kişand ser helwesta xwe li ser Heşda Şebî û komên çekdar, nêrîna xwe ya ji bo avakirina hikûmeta nû (bi piranî ) û helwestên wî li ser hin hêzên siyasî yên Şîe wek “hevbendiya dewleta qanûnê” bi serokatiya Nûrî Malikî, û nêrîna wî li ser mijara bombebarankirina balyozxane û nûnerên dîplomatîk ên biyanî, ew sedema sereke bû ku hêzên siyasî niha li dijî encamên hilbijartinan dilgiran bin.

Piştrî Serokê Tevgera Sedir li mala Hadî Amirî, bi serokên “Îtar el-Tendîqî” re li navenda Bexdayê civiya. Civîn negihîşt nêrînên siyasî yekgirtî, ji ber ku Sedir bi biryara xwe ya avakirina hikûmeteke piraniyê ve bi îsrar bû. 

Nêzîknebûna aliyên Şîa bû sedem Hadî Amirî, roja 4’ê Kanûnê di civîneke çapemeniyê de, dozekê li dadgeha Federalî veke ji bo betalkirina encamên hilbijartinan. Amirî da zanîn ku wî belge li ser binpêkirinên teknîkî û yasayî di pêvajoya dengdanê de pêşkêş kirine.

Lê belê Dadgeha Bilind a Federal (desthilata herî bilind a dadwerî) li Iraqê, îtîraza li dijî encamên hilbijartinê paşxist. Biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ên dawîn in û nayên îtirazkirin. Lê berê ti dozek derbarê betalkirina encamên hilbijartinan de berçav negirtiye.

Li gor encamên ku hatine eşkerekirin, bloka el-Sedr bi 73 kursiyan di hilbijartinan de bû yekem, hevpeymaniya pêşkeftî ‘Teqedum’ ya bi serokatiya serokê berê yê parlamentoyê Mihemed Helbûsî bi 37 kursiyan, piştre jî “Dewleta Qanûnê” bi serokatiya el- Malikî bi 33 kursiyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê “PDK” bi serokatiya Mesûd Barzanî bi 31 kursiyan bi serketin.

ALIYÊ SÛNÎ

Di nav vê meclîsê de, her du blokên herî mezin, “Teqedum” bi serokatiya el-Helbûsî û “Ezm” bi serokatiya Xemîs el-Xencer, ji bo posta serokê parlemanê têdikoşin. Lê belê, di nav şert û mercên ku li ser parvekirina pozîsyonan dizivire, hewl tê dayîn ku rêzan yek bikin.

Li ser rûdanên berdewam di hundirê “Mala Sunniyan” de, hevpeymaniya “Teqedum” û “Ezm” li ser wê yekê li hev kirin ku bi “Şandeke hevbeş” re danûstandinên avakirina hikûmetê bikin. Teqez kirin ku wê kesayetiyên aktîv ji bo beşdariya di hikûmetê de werin pêşkêşkirin, li gorî prensîba “hevkarî, ne tenê beşdarbûn.”

ALIYÊ KURDΠ

Di nava mala Kurdî de jî, newekheviyên fikir û siyasî hene. Ji ber nakokî li ser serokatiyê heye, ev yek nehişt ku her du aliyên sereke yên Kurdistanî bigihin yek nêrînê ji bo danûstandinê ligel Bexdayê.

“PDKê” bi serokatiya Mesûd Barzanî 31 kursî bidest xist. Hevrikê wê Hevpeymaniya Kurdistanî 17 kursî bi dest xistin.

Hevserokê YNK’ê Bafel Celal Talebanî, serdana serokê PDKê kir. Talebanî û Barzanî li ser pêşxistina bernameyeke hevbeş piştrast kirin, ji bo rûbirûbûna dosyeya pêkanîna hikûmeta Iraqê pêş û prensîbên hevkariyê di hikûmetê de yek bikin. YNK carek din li ser wergirtina serokkomartiya Iraqê, bi israre.

Yek ji mijara din a balkêş di vê hilbijartinê de derket ew jî Tevgera Goran bû. Tevgera Goran di vê hilbijartinê de têk çû, belav bû. Li aliyê din di hilbijartinan de “Tevgera Nifşê Nû” ya muxalefetê ya Kurd bi 9 kursiyan encamên balkêş bi dest xist.

ALIYÊ BLOKA PARLEMENTA OPOZÎSYONÊ

Piştî liv û tevgerên ku di nav partiyên siyasî û encamên hilbijartinên Cotmehê diqewimîn de, hêzên nêzîkî kolanan li ser qada Iraqê derketin, wek tevgera ‘Îmtîdad’ bi serokatiya çalakvan Ala el- Rikabî, ‘Bloka Gel a Serbixwe’, ‘Îşraqet Kanûn’ û tevgera ’Nifşê Nû’ ku vê dawiyê tevlî muxalefeta parlementoyê û partiyên din ên serbixwe bû, di bloka bi navê ‘Hevpeymaniya ji bo Gel’ de, ji bilî yên ku hatin belavkirin, ango tevlî partiyên kevneşopî bûn.

Tevgera “Îmtîdad” ya ku ji protestoyên gel derketibû, 9 kursî, tevgera ” Îşraqet Kanûn ” jî 6 kursî bi dest xistin.

Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê encamên hilbijartina parlementê erê kir, Iraq di warê siyasî de derbasî qonaxek nû bû. Aliyên Şîa (Çarçoveya Hemahengî) lez dane xebatên xwe ji bo karibin bi Tevgera Sedir re hikûmeta nû ya Iraqê ava bikin û dawî li aloziyên siyasî bînin.

Piştî encamên hilbijartina parlementê ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve hat erêkirin, niha aliyên Şîa ku xwe bi ‘Çarçoveya Hemahengî’ bi nav dikin, hewil didin Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir bixin di jêr çavdêriya mala Şie de ku ji wê yekê ditirsin, Sedir li gel aliyên Sune û Kurd hikûmeta nû ava bike.

Her wiha tirsa aliyên Şîa ji Sedir ew e ku Sedir di avakirina hikûmeta nû de hikûmeta piranî esas bigre ku armanca wê derve girtina aliyên girêdayî Îranê ne.

Muqteda Sedir niha li gel aliyên Sune, ji wana jî Hevpeymaniya Pêşkeftin a di bin serokatiya Mihemed Helbûsî û PDK’ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî de li benda hin gavên pratîkî ne, da ku bi hev re hevpeymaniyek siyasî ava bikin. Ji ber vê yekê aliyên Şîa ketine nava hewildanan da ku bikarin di gel Sedir de hevpeymaniyek siyasî ava bikin. Ji ber vê yekê jî şandeyek ji bo hevdîtinê şandin gel Sedir.

Ji ber ku aliyên dixwazin hikûmetê ava bikin, ne serbixwe û girêdayî yekparetiya Iraqê ne, em dibînin ku nikarin ji bo Iraqeke demokratîk çareseriyeke mayînde peyda bikin. Ji bo wê niha jî li ser encamên hilbijartinê hê nerazîbûn hene û xwepêşandan dewam in. 

'KES DI HILBIJARTINÊ DE BI SER NEKETIYE; WINDA KIRINE!'

Li ser vê yeke Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa dûyemîn a roportaja xwe ya bi televziyona Sterk Tv re, bal kişand ser encamên hilbijartinên li Iraqê û pirsgirêkan. Bayik da zanîn ku hilbijartin ji bo îstîkrarê tên kirin lê ya niha li Iraqê tu îstîkrar tune.

Cemîl Bayik diyar kir ku tu kes an jî aliyek siyasî di hilbijartinan de bi ser neketiye û wiha pêde diçe: “Ji ber ku ji sedî 80’ê gel tevlî hilbijartinê nebûn. Bi fermî hate ragihandin tevlêbûn ji sedî 40 e lê ev ne rast e. Hilbijartineke ku ji sedî 80’ê gel tevî nebûye, ne meşrû ye. Tu kes vê hilbijartinê qebûl nake. Lê em dibînin ku li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hinek kes rabûne dibêjin, em di hilbijartinê de bi ser ketine. Tu kes bi ser neketine. Kesên dibêjin em bi ser ketine, têk çûne. Hilbijartineke ku ji sedî 80’ê gel tev lê nebûne, wê kî karibe bibêje ez bi ser ketime. Rêjeyên dengan li gorî ya berê ji sedî 50 kêm bûye. Çawa dikarin bibêjin em bi ser ketine. PDK li Başûrê Kurdistanê propagandaya vî tiştî dike. Dibêje min parlementer derxist û ez bi ser ketime. Lê em dizanin PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ji sedî 12 deng stendiye. Çawa vî tiştî wekî serkeftin dibînin? Divê xwe nexapînin.

'GEL GUHERTINÊ DIXWAZE; PRADÎGMAYA RÊBER APO WÊ PIRSA IRAQÊ ÇARESER BIKE'

Civak êdî siyaset û desthilatdariya heyî qebûl nake. Gel dibêje an hûn ê guherîneke bingehîn bikin an jî em we qebûl nakin. Ji ber ku pirsgirêkên li Iraqê pirsgirêkên kûr in. Civak di nav lêgerînekê de ye. Dixwaze pirsgirêkan çareser bike. Avadaniyên nû derdiketin holê. Li ser vî esasî nîqaş tên meşandin. Heke ev partiyên heyî guherîneke mezin nekin, wê tevgerên nû derkevin holê. Ji ber vê divê di ya xwe de israr nekin. Paradîgmaya Rêbertî wê ji pirsgirêkên Iraqê jî bibe çareserî. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê pirsgirêk bi xeta Rêya Sêyemîn dikarin werin çareserkirin. Ji xeynî Rêbertî û tevgera azadiyê ji bo Iraqê bernameya çareseriyê ya tu partî û tevgerê tune. Siyaset û bernameya xwe ya berê didomînin lê êdî dawiya vî tiştî jî hatiye. Ji ber vê divê hemû kes çareseriya Rêbertî ya ji bo Rojhilata Navîn ji xwe re bike esas."

'PERGELA IRAQÊ NE DEMOKRATÎK E'

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî, bilêv kir ku di rewşa heyî de baştire ku hikûmet bi tifaqê pêk were û wiha pêde çû: “Piraniya parlementoyê ji bo parlementoyeke demokratîk û welateke demokratîk pêkan e, lê pergala Iraqê ne demokratîk e, hêzên milîsî û çekdarên wê pir in. Lewre dibe ku şêwazê guncav a niha ji bo Iraqê tifaq be.”

'HETA HÊZÊN ÎRANÊ LI IRAQÊ HEBE, WÊ DESTWERDANA EMERÎKA JÎ BI DAWÎ NEBE'

Osman, bal kişand li ser destwerdanên Îranê ya li ser Iraqê û wiha dom kir: “Ez ne bawerim ku hikûmeta pêşerojê ya Iraqê bikaribe destwerdanên Îranê yên li ser Iraqê bide sekinandin, ji ber ku li Iraqê hêzeke zêde yê milîs heye û piraniya wan jî girêdayî Îranê ne. Heya ku ew hêzane hebin wê destê Îranê di nava Iraqê de jî hebe, bê guman wê destwerdana Emerîkayê jî tim hebe.”

'DIVÊ HIKÛMETA NÛ RÊ NEDE KU TIRKIYE AXA IRAQÊ BINPÊ BIKE'

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman diyar kir ku divê hikûmeta were avakirin rê nede destwerdanên Tirkiyeyê û got: “Tirkiye destwerdan û destdirêjiyeke zêde li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Bê guman Tirkiye bi piştevaniya Emerîkayê sînoran derbas dike. Ji ber vê yekê ev xalekî gelek girîng e ku hikûmeta were avakirin hesabê vê yekê bike. Divê hikûmeta pêşerojê ya Iraqê rê nede Tirkiye ku destwerdanên wê berdewam bike. Ji ber ku hemû wan destdirêjiyane li dijî serbixwetiya Iraqê ne.”

Weke encam dema em li mijara jor dinêrin, em dibînin ku heta hikumeteke demokratîk ava nebe û hemû pêkhateyan esas negire, wê nikaribe Iraqeke demokratîk ku li ser esasê berjewendiyên Iraqê be û alozî jê bi dawî nebe.