HRE: Li herêma Efrînê 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çalakiyen wan ên tolhildanê de li herêma Efrînê 7 dagirker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên hêzênxwe yên 7'ê Kanûnê li herêma Efrînê agahî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li herêma Efrînê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek bi bandor li dar xistin.

Di dîroka 7ê Kanûnê de li gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ku hêzên me xwe berdan nava koma çete 7 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 2 stargeh û çeperek jî hatin rûxandin.

Pişti çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve gundên Meyasê, Zirneîtê û girê Zirneîtê yên bi ser navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin."