HPG: Li Zapê droneyek hate xistin, mobesseyek hate îmhakirin

HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Zapê droneyeke dewleta Tirk a dagirker û kamerayeke mobesse îmha kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

27'ê Îlonê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

27'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin.

28'ê Îlonê saet di 15:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Piştî destwerdana hêzên me liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Metînayê;

27'ê Îlonê saet di 21:50'î û 28'ê Îlonê saet di 02:30'î de hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Beşîlî û Serê Metînayê barandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

27'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

27'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27, 28 û 29'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Qele, Şehîd Şerîf, Goşînê, Xinêreya Jor 12 caran, li Herêma Garê qadên Mêranê, Heftebax, Sêdarê, Şiyê, Girê Sîser, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê 14 caran, li Herêma metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 3 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêywanê carekê; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27, 28 û 29'ê Îlonê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 17 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 19 caran; bi giştî 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."