BI DÎMEN

Hêja Zerya: Nagîhan ji bo sîstema serweriya mêr gefek bû

Hevala Nagîhan Akarsel û endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya anî ziman ku Nagîhan Akarsel li dijî mejiyê serweriya mêr ku nasnameya jinê parçe dikir, jin digihand hev û jiyana enerjiyê dixist nava liv û tevgerê.

Endama Akademiya Jineolojiyê, Akademîsyen û Rojnamevan Nagîhan Akarsel 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê li ber mala xwe ji aliyê MÎT a dewleta Tirk ve bi sûîqestê hate qetilkirin.

Hevala Nagîhan Akarsel û Endama Akademiya Jineolojiyê Hêja Zerya ku Akarsel ji Enqereyê nas dikir, qala wê kir.

Hêja Zerya anî ziman ku ew û Nagîhan Akarsel piştî Enqereyê di karên jineolojiyê de careke din li hev rast hatin û got, "Yek ji taybetmendiyên sereke yên hevala Nagîhan ew bû ku bûyer zû fêhm dikir, hîs dikir û bi hêsanî diyar dikir ku têkiliyeke çawa dîne. Samîmiyet, daxwaza parvekirinê, hewldana vegotina tiştekî, pirsîn, hînbûn di kesayetiya wê de taybetmendiyên şênber bûn."

Hêja Zerya diyar kir ku Nagîhan Akarsel xwedî wê hunerê bû ku piralî difikirî, bingeheke xwezayî û parvekirinê diafirand û got, "Hesteke welê dida mirovan ku mîna tu zûdeyî wê nas dike, her tim pê re di nava parvekirinê de ye. Xwedî rêbazeke têkilîdanînê ya ji dil û germ bû."

Li ser kar û têkoşîna Nagîhan Akarsel, Hêja Zerya got, "Beriya li Başûrê Kurdistanê kar bike li Rojavayê Kurdistanê kar dikir. Enerjiya wê, asta ku şoreşa jinê û kûrbûnên li ser Jineolojiyê gihand hev û hêza wê ya civakîkirina vê yekê gelekî xurt û bi bandor bû. Bi parvekirinên bi jinên Kurd, Suryanî, Êzidî, Misilman û Xiristiyan re dikir, bi danheviya xwe aliyên hevpar ên jinê yên ji her çand û baweriyê dewlemend dikir, bi saya ku li ser taybetmendiyên cuda yên çandî serwext bû, bi hêsanî dikarîbû têkiliyê dîne. Li Efrînê li Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê dixebitî. Bi jinên Êzidî re sohbet dikir, li nava gundan digeriya, hewl dida li ser şopa heqîqeta jinê xwe biafirîne, agahiyan kom bike û parve bike. Bi coşeke mezin îdeolojiya azadiya jinê lêkolîn dikir û li rê û rêbazên wê yekê digeriya ku agahiyên kom kirine dikare çawa şîrove bike û tevlî têkoşîna azadiya jinan bike. Didît ku Têkoşîna Azadiyê dikare ber bi bingeha şoreşa jinê ve bê veguherandin. Bi coş tevlî nîqaşên sîstema akademiya Jineolojiyê dibû, derdorek çêdikir û bi xurtî beşdarî nîqaşên li ser pêvajoya konferansa destpêkê bû, pêşniyar û nêrînên dewlemend dikir.

Karên xwe yên li Başûr jî bi heman rengî bûn. Li Pirtûkxaneya Berhemên Jinê yên Kurd û Navenda Lêkolînê ya Arşîvê xwedî nêrîn, proje bû, berhemên fikrî, hunerî, devkî û nivîskî yên jinên Kurd ên ji dîrokê heta niha kom dikir, qadek ava dikir ku van berheman bike malê dîrokê. Ji ber ku rastiyeke Kurdan heye ku bi çar parçeyan hatine parçekirin, ji ber sîstema mêtingeriyê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Hewl dida vê parçebûna gel û jinên Kurd ji holê rake, yekîtiya neteweyî pêk bîne."

'JI BO BERSIVÊ BIDE XETA NOKERIYÊ DI NAVA LÊGERÎNEKE XURT DE BÛ'

Hêja Zerya destnîşan kir ku xeta hevkarî û nokeriyê, xeta Kurdîtiya dewletperest a ku bû sedema kuştina Nagîhan Akarsel birîna herî giran e û got, "Li hemberî vê yekê Nagîhan di çarçoveya yekîtiya neteweyî, demokratîk û welatparêziyê de, nirxên çandî û dîrokî digihand hev, ev yek herî zêde li ser bingeha jinê pêk dianî û ji bo bersivê bide vê xetê di nava lêgerîneke xurt de bû. Li Başûr aliyê wê yê komkirina li hev û parvekirinê derkete holê. Ji ber vê taybetmendiya xwe ya hilberîner û vegotina rastiya jinê hate qetilkirin.

Aliyekî wê hebû ku mejiyê serweriya mêr ê ku nasnameya jinê parçe û lawaz dikir, ji holê radikir û jin digihand hev, enerjiya jiyanê ya jinan dixist nava liv û tevgerê. Ev yek jî ji bo sîstema bi serweiya mêr gefek bû. Di nav de hevkar û noker hebin jî ev êrîş yekser bi destê dewleta Tirk, bi destê MÎT'ê hate kirin. Ev êrîş ji mejî û êrîşa sîstema dewletê ya giştî ne cuda ye. Li hemberî hêza ku pêşengî ji gel û jinan re dikir, li hemberî Nagîhan û jinan hemûyan êrîşeke bi rêk û pêk bû, komkujiyek bû."

Têkildarî mîrateya ku Nagîhan Akarsel ji têkoşîna jinê re hişt, Hêja Zerya nirxandineke bi vî rengî kir:

"Têkoşîna azadiyê ya jinê û diyalektîka ku Rêber Apo afirand, bingeheke girîng ava kir. Her ku bi kûrbûna li ser çand, nasname û cewhera xwecihî re enerjî tê afirandin û ev têkilî bi rengekî xurt tê danîn, her ku kesayet rastiya xwe fêhm dike û dikeve nava pêvajoya xwegihandina rastiya xwe; gel, çand û rastiya jinan a cîhanê bi vê rastî û heqîqetê re têkiliyeke xurt bi gelan re datînin. Hevala Nagîhan yek ji wan hevalan bû ku ev diyalektîk baş fêhm kir. Di nivîs, parvekirin, sohbet û têkoşîna wê de ev feraset tê dîtin. Her tim di nava kûrbûn û têkoşîneke bi vî rengî de bû. Lêkolînên li ser avakirina xwe, hînbûna dîroka jinê ya cîhanê û hewldana fêhmkirinê ya li ser vê agahiyê xwedî kûrbûneke Jinerjî bû.

Li ku devera cîhanê dibe bila bibe xwegihandina hev a jinan ji bo wê cihê bawerî û îdîayeke xurt bû. Hîmên bingehîn ên dîrokî û civakî fêhm kiribû, rastiya wê ya îdeolojîk dîtibû. Hêza agahî û zanistiyê bi dest xistibû. Têkiliyên ku li ser bingeha lê dima danîbû, di mijara gihandina hev a rastiya jinên cîhanê de hevaleke herikbar, fikrî û hestewar bû."

Hêja Zerya herî dawî got, "Tenê bi rastiya Xwebûnê mirov dikare bibe şopdarê Nagîhan û hevrêyên mîna wê" û goti "Êrîş û komkujî dewam dikin. Lê belê li hemberî vê yekê berxwedan, têkoşîn û kesayetên welê jî hene ku rêya azadiyê ronî dikin. Şopandina vê rêyê bi zêdekirina îdîaya li ser têkoşîna azadiyê û afirandina kesayetên azad dibe. Formula bi sêhr a ku Rêber Apo qalê kir, bi tevlîbûna xurt a li 'Jin, Jiyan, Azadî' dibe. Gelek rê û rêbazên dewlemend ên vê yekê hene. Nagîhan ev yek nîşan da. Dewlemendî, rengînî û cihêrengiya vê yekê di kesayetiya xwe de afirand, di pratîka xwe de xist meriyetê. Lewma bi bikaranîna van derfetan û bi pêvajoyeke bi vî rengî ya avabûnê bersiv jê re dikare bê dayin."