Birêxistinkirina Hîzbulkontra (Huda-Par) -II

Dewleta Tirk bi rêya Hîzbulkontra du armanc danîbû pêşiya xwe; Têkiliya Tevgera Azadiyê ya Kurd û civakê qut bike, hêza wê ya civakê tine bike û Kurdan bitepisîne. Beşa duyemîn a rêze nivîsa li ser Hizbulkontra.

HÎZBULKONTRA

Li Tirkiyeya salên 1990'î serdemeke 'tarî' destpê kir ku li hemberî bandora guherîna bingehîn a Tevgera Azadiyê ya Kurd li Kurdistanê û Tirkiyeyê deng veda, dewleta Tirk projeyên xwe yên dijber xiste meriyetê. Bi taybetî jî li Kurdistanê ku serhîldan bi pêş ket, baweriya gel a ku Tevgera Azadiya Kurd, tevgereke rizgariyê ye xurt bûye û ev bandor li qada Tirkiyê jî kir.

Li hemberî xurtbûna baweriya gel, di dewleta Tirk de baweriya ku desthilatdariya wê dikeve xeteriyê bi pêş ket. Vê baweriyê xwe, hebûn û nebûna dewleta Tirk bi meseleya hebûn û nebûna Tevgera Azadiya Kurd ve girêda. Ji bo ku pêşî li bandor û mezinbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd were girtin ku bingeha wê ya civakî gav bi gav pêş diket Hîzbûlkontra ku ‘destnimêja xwe’ bi xwîna Kurdan digire, di salên ewil de li Kurdistanê derxist pêş û pêvajoya piştî wê berê wê da qada Tirkiyeyê.

Hîzbûlkontra ku bi maskeya ‘Îslamî’ xwe nixumandibû tevî dewletê du tişt hedef girt. Ya yekemîn ew e ku girêdana di navbera Tevgera Azadiya Kurd û civakê de bişikîne û bi vî awayî hêza civakî ya ku tevger li ser wê ava bûye têk bibe. Ya duyemîn jî ew e ku bi qasî mimkun be ji bo careke din Kurd ‘hişyar nebin’ wan çewisandine. Ji bo vê yekê jî Hizbûlkontra di komkujiyên ku pêk anî de, hovîtiya herî kûr li dijî gelê Kurd pêk aniye. Bi rêbazên ku di cînayetên pêk aniye de bikar aniye û propagandayên ku bi van rêbazan ve girêdayî dikir, hewl da ku bigihîje armanca xwe.

Di salên 90’î de Hîzbûlkontra ku nasnameya Azad a Kurd weke projeyeke dewletê kiriye hedefa xwe, li Kurdistan û Tirkiyeyê kîjan herêm ji bo xwe weke navend hilbijartine, girîngiya stratejîk a van navendan, kî hedef digire, bi kîjan rê û rêbazan komkujî pêk aniye, me berhev kir.

*Girêdana Cerdevan û Hîzbûlkonta a ku Li Kurdistanê dihat pêş xistin

Dewletê ewil di sala 1985’an de bi rêya Eşîra Jîrkî ya Elkê ya Şirnexê sîstema cerdevaniyê li dijî PKK’ê xist meriyetê. Piştre li Êlihê jî destpê kir. Eşîreta Habîzbinî ku Velîoglu jî endamê wê ye, li Êlihê yek ji eşîrên ku ewil cerdevanî qebûl kirine. Eşîra Habîzbinî, di salên 1970’an de alîgirê MHP’ê bûn (Bi salan e Teşkîlata MHP’ê ya bajarê Êlihê di destê Hebîzbinyan de bû) piştî salên 80’î bi Hîzbûllahê re tevgeriyan. Di serî de wekîlê Êlihê yê HUDA-PAR’ê Serkan Ramanlî, gelek navên bi bandor ê Hîzbûllahê û gelek Elihiyên esasî ji eşîra Hebîzbinî yê Kercewsê ne.

Di Adara 1990'î de bi destpêkirina serhildana li Nisêbînê re, Hîzbûllah ketibû nava krîzeke mezin a ewlekariyê. Hîzbûllah ji bo PKK’ê digot "rêxistineke ateîst a ji aliyê Ermeniyan û Êzidiyan ve hatiye avakirin e, ti eleqeya xwe bi Kurdbûn û Misilmaniyê re nîne." Bi vî rengî hewl didan di nava civakê de dijminahî û dijberî li dijî PKK’ê pêş bixin.

*Erdnîgariya Hîzbûllahê ya komkujiyê

Her ku agahiyên der barê kesên hatine qetilkirin de kom dibin û biryarên dadgehê yên derheqê Hîzbulkontra de dibînin, em dibînin ku Hîzbulkontra ji dawiya sala 1991’an heta 1995’an bi giranî li qada deştê ya li sêgoşeya Mêrdîn-Amed-Batmanê hebûye. Li milekî Farqînê, li aliyê din navenda Amedê û Êlihê, li aliyê din jî Nisêbîn û Cizîrê heye, mirov dikar Hezexê jî lê zêde bike. Vê herêmê li ser nexşeyê bînin ber çavên xwe. Bi gelemperî heremeke deşte.

Li vê sêgoşeyê ji sala 1950’an û vir ve erdnîgariyeke ku herî zêde lê koçberî çêbûye, bê mal û milk hatine hiştin û herî zêde lê bajarvanî hatiye pêş xistine. Guhertina demografîk bi awayekî drametîk gelek zû hat pêkanîn. Her wiha li vê herêmê bingeha civakî ya herî xurt a Tevgera Azadiyê ya Kurd ku her diçû berfireh dibû, ava bû. Bi hezaran gund hatin şewitandin û girseyeke mezin ji Kurdên welatparêz ji van gundan koçî navendên bajêr kirin hene. Welatparêzên ku gundê wan ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û bi darê zorê hatin koçkirin, vê carê bi destê Hîzbûl-Kontra li navendên bajêr ji bo teslîmgirtinê êrîşên dijwar hatin pêkanîn.

Taybetmendiyên vê erdnîgariyê ji bo nîşandana sedema tundiya Hîzbûlkontra û hinceta tundiyên wê, gelek girîng in. Ji ber ku erdnîgariyeke deşte çalakî/tevgera gerîla lê nîne û ji bo tevgera gerîla erdnîgariyeke qelse. Li vê erdnîgariyê/bajaran piranî şêniyên ku gundê wan hatine şewitandin û koçerên ku ji zozanan hatine dûr xistin bi cih bûne. Erdnîgariya ku welatparêzên herî xurt û esasî yên Tevgera Azadiya Kurd lê bi cih bûne ye.

Di heman demê de li vê erdnîgariyê serhildanên herî bi bandor lê bi pêşketine. Tora serhildanê di 28’ê Adara 1990’î de li Nisêbînê dest pê kir. Serhildanên ku di salên 90’î de ji aliyê Tevgera Kurd ve hatin amadekirin, herî bêhtir li sêgoşeya navendî ya Cizîr, Nisêbîn, Ferqîn û Amedê pêk hat. Em qetilkirina Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin bînin bîra xwe. Cihê ku Hîzbûllah derketiye holê û cihê ku Tevgera Azadiya Kurd lê herî zêde xwedî avabûneke siyasî û hiqûqî ye heman in. Bi kurtasî, pêla tundiyê ya Hîzbûlkontra ku bû sedema qetilkirina bi hezaran sivîl, di esasê de veguherî qada civakî ku Kurd daxwazên xwe yên siyasî lê bînin ziman.

*Sûryanî, Êzidî û Ermenî jî di hedefa Hîzbûllahê de ne

Ev herêm di heman demê de cihê ku herî zêde gelên Asûrî, Êzidî û Ermenî lê dijîn e ku piştî qirkirina Ermenî-Asûrî ya sala 1915’an tevî hemû pêkanînên tundiyê hê jî hewl didin li wir jiyana xwe bidomînin. Hizbûlkontra, di pedagojiya xwe ya di nava rêxistinê de li hemberî bawerî û civakên din ên li vê herêmê gotinên nefretê yên giran pêş xist û bi vê yekê re sempatiya van gel û baweriyên kêmnetew ên li hemberî Tevgera Azadiya Kurd weke hinceteke taybet nîşan da. Tişta ecêb ew e ku Hizbûllahê di heman serdemê de heman argumanên propagandaya dewletê li dijî PKK’ê bikar anîn.

Hebûna komên ne Sunnî û Misliman jî dihat wateyê ku Hîzbûllah gotinên neftetê û hêrsê li dijî wan mobîlîze bike. Weke mînak yekem kesê ku ji aliyê Hizbûlkontra ve hatiye qetilkirin Mihaîl Bayro yê Sûryanî li Hezexê ye. Kesê duyemîn Muxtarê gundê Êzidiyên Êlihê Huseyîn Pamukçu ye. Kesê sêyemîn jî li Qoserê bijîşkê diranan yê Ermenî Yakup Yontan e. Di salên 1990'î de nêzî 60 Sûryanî ji aliyê Hizbûlkontra an jî JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin û bi cînayetên "kiryar nediyar" ve hatin nixumandin.

Di encamê de di hedefa Hîzbûllahê ya ji serhildanan PKK’ê bû. Vê erdnîgariyê derft dida Hîzbûllahê ku milîtan û kadroyan berhev bike. Mezinbûna bi lez a bajaran bênavî û cihek mezin ji bo manevrayê pêk dianî. Her wiha derfetên bêsînor ên hêzên dewletê ji bo Hizbûlkontra, bingehek ava kir ku bi hêsanî komkujiyan pêk bîne. Belê, di rastiyê de bingeha esasî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef girt, ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengî dikir. Ji bilî vê her kesê ku bi îdîabûna Kurdbûnê derdiket holê, bû hedefa Hîzbûl Kontra.

*Rê, rêbaz û komkujiyên salên 90’ê yên Hîzbûllahê

Di salên 1980’yan de, bi taybetî di sala 1987’an de her çend yekser kuştin nebin jî, lê tehdit, şantaj û tundî li dijî aliyên din ên Kurdên îslamî hatin kirin. Mînak; bi gefan revandina karmendekî ji mizgeftê, ji bo xebitandina hin bûfeyan pêkanîna tundiyê li dijî xwediyên wan.

Di vê serdemê de tiştekî ecêb pêk hat. Serokê Menzîlê Fîdan Gungor revand û da ‘windakirin’( Îlona 1994). Di wê demê de di pevçûnên di navbera koma Menzîl û koma Îlim de zêdetirî 200 mirin. Sedema sereke ya ku Fîdan Gungor kirin hedef ew bû ku Gungor got, "Armanca me ya sereke avakirina dewleteke Îslamî û hilweşandina vê rejîma taguti ye." Yanî PKK’ê ne hedefa sereke ya Menzîl bû û dema Gungor bi rengekî vekirî ev tişt anî ziman, Hîzbûllahê ew revand, ew kuşt û hewl da li dijî endamên wê sîuqastê pêk bîne. Di bin navê were em sohbetê bikin de gazî Gongor dikin, devê wî girê didin û dixin nav nivînê qenepê û dibin Êlihê. Li wê derê lêpirsîn kirin û ew kuştin. Di 15'ê Çileya 1996'an de serokê olî yê koma Menzîlê Mensûr Guzelsoy ji aliyê Hîzbûlkontra ve li nexweşxaneyê bi jehrê hatibû kuştin.  

Destpêka salên 90'î, stratejiya sereke ya tundiyê ew bû ku dawî li avabûna sivîl a Tevgera Kurd a li bajaran were anîn. Di salên 1990'î de her aliyek ku bi dewletê re dixebitî, rêbazeke wê ya tundiyê hebû. JÎTEM'ê bînin ber çavên xwe; bîrên asîdê, windakirinên bi darê zorê... Rêbaza Hîzbûllahê jî bi vî rengî bû: Eger kesê ku dixwazin bikujin, sivîl, milîs û siyasetmedarek be ku li gorî fikrê wan alîgirê PKK’ê be, wê bi demanceya Takarov guleyek tenê li pişta stûyê wî xistibana û qetilkiribana. Eger ew ê mirovekî ji rêzê, li dijî nêrîna wan a olî derdikeve ango li dijî wan biaxive, bi satorê dikuştin. Eger xwestibana jineke li gorî qanûna şerîetê naçe bikujin jî, an kezap davêtin ser rûyê wan an bi darê mêxkirî wan linç dikirin.

Milîtanên Hîbûllahê, ji bo kesên hedef hatine hilbijartin li şûna êrîşa çekdarî pêk bînin, piraniya rêbaza revandina wan hilbijartin. Li Êlih û bajarên din li gund û navenda bajêr sitargeh hatin çêkirin. Kesên hatine revandin pêşî dibirin van sitargehan. Li van sitargehan cihên bi zincîrkirî hebûn. Kesên direvandin bi van zincîran girêdidan. Bi mehan nedihiştin ku derkevin derve. Ji bo xwarinê rojê tenê carek nan didan wan. Kesên hatine revandin li vir dihatin lêpirsînkirin. Di dema lêpirsînê de teqez dengên wan dihate qeydkirin. Dengên qeydkirî li gorî hiyerarşiya rêxistinê, dişandin rêveberiya herî jor. Li gorî wê biryar dihat dayîn ka çi ji wan kesan bên kirin.

Kesên dihatin lêpirsînkirin, piraniya wan di encama êşkenceyên giran de jiyana xwe jidest didan. Yek ji van rêbazan ‘girêka beraz’ dihat gotin. Piştre jî li kêleka wan malan ango baxçeya malê gor dihatin kolandin û kesên di encama êşkenceyê de dihatine kuştin, li wir vedişartin. Rêbaza êşkenceyê ya Hîzbûllahê ku weke ‘girêka beraz’ tê pênasekirin gelek hat nîqaşkirin û weke rêbaza êşkencê ya spesîfîk derdiket pêş. Bi taybetî piştî sala 1996’an ev rêbaz hat bikar anîn. Yanî ji bo Hîzbûllahê her rêbazek kuştinê sedema wê kuştinê eşkere dikir.

*Cînayetên kiryar nediyar ên Hîzbûlkontra kengî destpê kir?

Cînayetên kiryar nediyar ên Hîzbûlkontrayê li Êlihê bi revandina kesên weke ‘alîgirê PKK’ê’ pênase dikir re destpê kir. Ji sala 1992'yan û pê ve her roj kesek bi taybetî êvaran li bajêr direvandin. Di navbera salên 1992-1995'an de beşeke girîng a ji kesên li Êlihê hatin revandin û windakirin, oldar bûn. Piştî demekê PKK'ê dest bi bersivdayîna van çalakiyan kir. Li dijî gundên ku Hîzbûllah zêdene û endamên wê lê xwe birêxistin dikin çalakî hatin lidar xistin. 

Gelek kesên ku ji bo propagandaya Hîzbûllahê hatin mizgeftên herêmê, ji aliyê cemaet û meleyan ve hatin qewitandin. Hîzbûllah a ku piştî ji mizgefta herî zêde lê propagandaya xwe dikirin, lê diman û derfetên lojîstîkê lê bi dest dixistin hatin qewitandin, li dijî meleyan dest bi êrîşê kirin. Êrîşa ewil di sala 1991’an de li Êlih û Ferqînê destpê kir. Li Êlihê meleyê Mizgefta Nûr Resûl Îbak, meleyê Mizgefta Amêdiyê Abdurrahman Akyuz û meleyê Mizgefta Rahmet Talat Tûrhan piştî êrîşa bi dar û satoran bi giranî birîndar bûn. Tevî êrîşan jî meleyên ku li Amed û Êlihê nehiştin ev rêxistina kontra bikeve mizgeftan, vê carê jî biryara înfazkirina meleyên li herêmê hat dayîn. Di navbera salên 1992-1995'an de li Êlihê, li Ferqîn û Amedê zêdeyî 20 mele û oldar li hundir an jî li derveyî mizgeftan ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatin kuştin. Di 28'ê Tebaxa 1992'yan de li Amedê mele Siddik Tûrhalli bi çekê hat qetilkirin û di 21'ê Kanûna 1992'yan de Mele Ubeydullah Dalar ê ku ji aliyê derdor ve dihat hezkirin û rêzgirtin, dema ji mizgefta semta Şehîtlikê derdiket bi daran hat derbkirin û kuştin. Piştî mele û oldarên mizgeftan vê carê êrîş li dijî mirovên welatparêz destpê kir. Her kesê ku di Kurdbûnê de bi îdîa bû, di hedefe êrîşan de bû. Di bin navê ku ‘sempatîzanên PKK’ê ne’ bi sedan dikandar, karmendên sivîl, xwendekar, rojnamevan, sendîkavan, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan bi rengekî hovane di encama van êrîşan de hatin kuştin.

Piştî ku ev avaniya kontra xurt bû rasterast rêveberên HEP'ê û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl kire hedef. Li gorî belgeyên ku heta niha derketine holê û failên ku hatine girtin, kuştina Parlamenterê HEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'yan de li Êlihê pêk hat jî girêdayî Hîzbûllahê bû.  Hîzbûllahê gelek rojnamevan bi awayekî hovane qetil kir. Di 18’ê Sibata 1992’yan de nûnerê rojnameya 2000’e Dogru ya Amedê Halît Gungen ku li ser xebatên Hîzbûllahê lêkolîneke berfireh dikir, bi guleya ku li serê wî xistin hate kuştin. Di hedefa rêxistinê de bi giranî xebatkarên Ozgur Gundemê û rojname û kovarên li pey wê bûn. Di sala 1992'yan de nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn, nûçegihanên Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan û Çetîn Ababay ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatin kuştin.

Ji bilî Kurdên welatparêz, pêkhateyên civakî yên ku li dijî ferzkirina şêwaza jiyana şerîeta olî ya Hîzbûllahê derdiketin jî dibûn hedef. Rê û rêbazên pêkanîna cînayetê ne tenê sedema vê tirsê bû. Ev tirs û nerehetiya civakî bi rêbazên wek bangên tehdîtkirinê yên ku li ser telefonê hatine kirin, nîşanên li ser xaniyan, belavkirina gotegotên ku navê wan li "lîsteya mirinê" hatine zêdekirin û bi rêbazên domdar ên şopandinê, kûrtir bû.

Kesên tevlî cenazeyê mirovên hatine kuştin bûne, an jî meleyên ku cenaze dişûştin, dibûn hedefa êrîşan. Baweriya kevneşopiyên herî kûr ên civakê jî bi vê yekê re hat hejandin. Mînak li Ferqînê di hin rewşan de jin neçar mane ku cenazeyên mêran bişon. 

Di vê serdemê de, hevser, xwişk/bira û hevrê hevûdi bi sîxuriyê sûcdar kirine, bi êşkenceyan lêpirsîn hatine kirin û hev kuştine. Di operasyona sala 2000’î de hin endamên rêxistinê bi mehan bi awayekî ‘girêka beraz’ hatine girêdan û li ser canê wan de naylon helandî hatine dîtin.

Hîzbûllah bi tundiya topyekûn a ku li navendên bajaran pêk anî, ne tenê mirinê her wiha jiyana rojane jî bi rê ve bir. Hîzbûlkontra di bîra kolektîf a salên 90'î de yekane referansa şîdetê ye, bi rastiya tazî ya vê rewşa tirsnak re têkildar e.

*Erdnîgariya Hîzbûllahê ya Komkujiya Nû

Heta sala 95’an cihê sereke ya ku Hîzbûllahê tundî lê pêkaniye sêgoşeya ku em li Kurdistanê behs dikin bû. Ji sala 96'an û pê ve du qadên nû yên tundiyê çêbûn. Hîzbûllah bi cesareta ji dewletê wergirtî zext û zordarî li gelê Kurd kir û bi tirs û zexta li gelê Kurd dikir, ketibû nava hewayek serxweş ku bi ser ketiye. Di navbera salên 1996-1999'an de di operasyonên li Amed, Êlih û Mêrdînê de nêzî hezar kes hatin binçavkirin. Bi operasyonan re Hîzbûllahê berê xwe da Mêrsîn, Dîlok û Konyayê û piştre jî veguherand Stenbol, Bûrsa, Duzce û Kocaeliyê. Piştî wê jî du kom kirin hedefa xwe. Yek ji van jî koma Med Zehra bû.

Ji salên 1950'î û vir ve li Kurdistanê, diyardeyeke cemeatê ya pir cidî heye. Wek mînak, Cemaeta Med Zehra, cemaeteke ku Seîdî Kurdî ne tenê wek zanayekî nas dikir, wek "Kurd" jî nas dikir û li ser wê berfireh bû. Ya rast serokê wê Îzzettîn Yildirim di sala 99'an de ji aliyê Hîzbûlkontra ve hat qetilkirin. Di belge û dîmenên derketine de, derket holê ku ji aliyê serokê Hîzbûl-Kontra Huseyîn Velîoglû bi xwe ve hatiye êşkencekirin û qetilkirin.

Serokê Koma Med Zehra Îzzettîn Yildirim revandin û qetil kirin. Her wiha di sala 1998'an de li Mêrsînê Misilmana femînîst Konca Kuriş revandin û qetil kirin. Îzzettîn Yildirim di 29'ê Kanûna 1999'an de li Fatîh a Stenbolê ji aliyê Hîzbûl-Kontra ve hat revandin. Piştî lêpirsîna mehekê, cenazeyê Yildirim di 20'ê Çileya 2000'î de li maleke li Kartalê hat dîtin. Di 17’ê Çileya 2000’an de li Beykozê bi ser vîlayê Hîzbûl-kontra de hat kirin ku li wir serokê Hîzbûllah Velîgolu lê hatibû kiştin, kasetên qeydê yên êşkencekirina Yildirim derketibû holê. Her wiha dîsa di 27’ê Nîsana 2009’an de li Elezîzê di serdegirtina maleke hucreyê ya Hizbûl-Kontrayê de dîmenên êşkencekirina Îzzettîn Yildirim derketin holê. Di dîmenan de Yildirim metna ku li ber wî hatiye danîn dixwîne û diyar dike ku di destê Hîzbûllahê de girtî ye. Di belgeyên din ên hatin bidestxistin û îtîrafên endamên Hîzbûl-Kontrayê de derket holê ku Îzzettîn Yildirim bi destê Huseyîn Velîoglû bi rêbaza girêka beraz hatiye kuştin.

Piştî Huseyîn Velîoglû hat kuştin Îsa Altsoy (Bagasê) derbasî cihê wî bû. Altsoy di pirtûka nivîsî de gotibû Îzzetîn Yildirim ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Lê belê bi belgeyên hatin desteserkirin re derket holê ku Yildirim di encama êşkenceyeke hovane de ji aliyê Hîzbûl-Kontra ve hatiye qetilkirin. Yildirim di qeydan de tê dîtin ku 12 car metna li ber wî hatiye dayîn dubare dixwîne. Di xwendina dawî de tê dîtin ku endamekî Hîzbûl-Kontra jê re dibêje 'temam' û li ser vê yekê ew xwendina xwe disekinîne. Cenazeyê Yildirim di 17'ê Çileya 2000'î de li Umraniyeyê di encama belgeyên piştî kuştina Velîoglû hatin bidestxistin de, li maleke hucreyê hat dîtin. Derket holê ku Yildirim bi rêbaza Girêka Beraz hatiye qetilkirin. 

*Ji pêşengên aktîvîzma jinên Misilman Konca Kuriş hat qetilkirin

Konca Kuriş ku yek ji kesayetên pêşeng ên aktîvîzma jinên Misilman e, di 16'ê Tîrmeha 1998'an de li Mêrsînê ji aliyê endamên Hîzbul-Kontra ve hat revandin û bi awayekî hovane hat êşkencekirin û qetilkirin. Ji mehekê zêdetir êşkence lê hate kirin. 555 roj piştî revandina wê, li jêrzemîna malek hucreyê yê Hîzbûl-Kontra ya li Konyayê mirî hat dîtin. Piştî ku cenazeya wê hate dîtin, derket holê ku zêdeyî meheke êşkence lê hatiye kirin û bi rêbaza girêka beraz hatiye qetilkirin. Di dema operasyona li hemberî Velîoglû de, di dema lêgerîna vîlla ya li Beykozê de dîmenên lêpirsînê û pasaporta aîdî Kuriş hatin desteserkirin. Di lêpirsîna Konca Kuriş de belgeyên herî girîng ên ku hatine bidest xistin, ew e ku Konca Kuriş bi hevkariya Hîzbûllah û tetîkkêşê JÎTEM Yeşîl re hatiye revandin. Di heman malê de 4 cenazeyên din di encama kolanê de hatin derxistin û hat tesbîtkirin ku ji bo bêhna cenazeyan ji malê dernekeve endamên Hîzbûllahê sotemeniya mazotê gelek caran li dorê malê rijandine.

Li vîlla ya Beykozê ku hemû qadroyên rêveber ên Hîzbûl-Kontra lê bû, dîmenên kêliyên êşkenceyê li Konca Kuriş hatiye kirin, hatin bi dest xistin.

*Gelo Hîzbûllahê Gaffar Okkan kuşt?  

Hîzbûllahê di pêvajoya tasfiyekirinê de vê carê jî polîs û leşker hedef girtin. Gaffar Okkan piştî tayîna wî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê çêbû, operasyonên li dijî Hîzbûllahê zêdetir bû. Ji ber vê yekê Gaffar Okkan, bû hedefa Hîzbûllahê. Di 24'ê Çileya 2001' an de pêşî bombeya destan avêtin wesayîta meqamê ya Okkan û piştre 18-19 kesan bi awayekî çep û rast gule reşandinê. Li gel Okkan 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Di merasîma cenazeyê Okkan de bi hezaran dirûşmeya “Bimire Hîzbûllah” berzkirin, rayedarên dewletê jî gotin ku Hîzbûllah li pişt vê êrîşê ye. Piştî sûîqestê 26 kesên ku hat diyarkirin endamên Hîzbûllahê ne hatin binçavkirin. Darizandina van kesan ku hin ji wan hatin binçavkirin û girtin, bi salan dewam kir. Kesên ku hatin cezakirin hemû bi demê re hatin berdan.

Yek ji navên girîng ê bi qetilkirina Gaffar Okkan derket pêş, endamê Şûra ya Hîzbûllahê Mehmet Beşîr Varol ê nasnav Mele Mizgîn ê ji navçeya Beşîrî ya Êlihê ye. Yek ji endamên bingehîn ên Hîzbûllahê Mehmet Beşîr Varol, ji ber ku vê êrîşê bi rêxistin kir û fermana êrîşê da, hat girtin. Parêzeriya Mehmet Beşîr Verol ê ferman daye û hemû kesên êrîşkar, Serokê Giştî ya Mustazaf-Der û damezrînerê Hûda-Parê Hûseyîn Yilmaz û Serokê Giştî yê Hûda-Parê yê niha Zekeriya Yapicioglu bûn. Piştre di operasyonên li hemberî Hîzbûlkontra de 5 kalaşnîkov û çekek a marka Makarov ku di kuştina Gaffar Okkan de hatibûn tesbîtkirin, hatin desteserkirin. Di heman operasyonan de tetîkkêşên Hîzbûlkontra Mehmet Fîdanci, Bedran Selamboga, Veysî Şanli, Servet Yoldaş, Suat Çetîn û Şener Donuk bi saxî hatin girtin û Hasan Sariaagaç jî kuştî ket dest. Tetîkkêşên hatin girtin, di lêpirsînê de îtîraf kirin ku wan ferman ji aliyê serokê Hîzbûllahê Mehmet Beşîr Varol ku niha jî li Taxa Çandê ya Êlihê rûdine, girtine. Varol niha jî endamê Îttîhadul Ulema ku gelek pêşengên Hîzbûllahê jî tê de cih digirine. Varol di heman demê de serdemeke dirêj endamê Desteya Şêwirmendiya Giştî ya Hûda-Parê bû. Herî dawî di meşa nimêjê ya bi pêşengiya zarokan a li Êlihê de hat dîtin ku li mizgeftê xîtabî zarokan dike.

*Têkiliya Hîzbûlkontra û Dewletê 

Eger em bi çavê gel binêrin, têkiliya di navbera dewlet û Hîzbûl Kontra de bênîqaş e û bi qasî ku li ser spekulasyon neyê meşandin zelal e. Di salên 80'î de du têgîn ji bo Hîzbûllahê hatin bikaranîn. Li Farqînê ji wan re dibêjin "Xumeynîst". Ji ber ku gelek weşanên li ser Şoreşa Îranê li dikana kirtasiyeyê ya li Ferqînê vekirine difirotin û her wiha sirûdên girêdayî Îranê jî dihate guhdarîkirin.

Eger em kevanek vekin, mijara ku Hîzbûllah ji bo xwe çi moral û epîstemolojî ava kiriye jî pir girîng e. Mînak dawet, qadên destpêkê ne ku Hîzbûllah cudahî û nasnameya xwe ya Hîzbûllahê lê ava kiriye. Di van dawetan de dahol û zirne tune ne, li erbanê dixin, stranên olî distirên û jin û mêr cuda dilîzin. Ev pêkanîn ji bo Hîzbûllahê gelekî girîng e ku hem cîhana xwe îfade bike, hem jî bi xwe re rîtuel û zimanekî bedenî biafirîne.

Piştî van dawetan, mirov êdî ji wan re digotin "sofîk". "Sofî" di Kurdî de peyveke girîng e û tê wateya mirovên aram ku baweriyên xwe yên olî paqij dijîn, girêdayî ola xwe ne û zerarê nadin tu kesî. Lê "sofîk" îfadeya nebaşiyê ye. Mînak, weke sofî xwe dide xuyakirin, lê di esasê de ne mirovên wisa ne. Di cewher de Misilmaniyeke sexte heye. Maskeya Misilmantiyê li xwe kir, lê ne Misilman e. Di çavê gel de misilmanên sexte bûn ew, yanî sofîk ku maskeyên misilmanan li xwe dikirin. Di jiyana rojane de gel ji bo danasîna endamên Hîzbûllahê, pênaseya sofîk bikar dianîn.

Di sala 1991'ê de piştî tundiyên pêk anîne, ji bo Hîzbûllahê pênaseyên cuda hatin bikar anîn, mînak: Hîzbul-şeytan, Hîzbûl-hovîtî û Hîzbûl-Kontra. Ev her sê pênase nîşan didin ku cînayetên Hîzbûllahê û nedarizandina kesên van cînayetan kirine, ji aliyê dewletê ve tên destekkirin. Li Farqîn û Êlihê gelek caran ev çîrok tên vegotin: Li nava kolana kuştin çêdibin. Di cînayetên ewil de dikandar û mirovên li derdorê baz didin, êrîşkar digirin û teslîmê karakolan dikin. Lê belê gel her tim vê yekê dibêjin, "Me êrîşkar ji deriyê pêş teslîm dikir, lê ew ji aliyê pişt ve destê xwe dihejand û derdiket." Ji ber vê yekê, ji aliyê kesên li herêmê ve têkiliya Hîzbûllah ê bi dewletê re gelekî vekirî û zelal e.

Di îdîanameya doza li dijî milîtanên Hîzbûllahê de ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê di sala 2000'î de amade kir, hat gotin, "Hîzbûllah, weke hêzek dijber li dijî şîdet û terora ku di serdemên rêxistina terorê PKK'ê li Herêma Başûr rojhilatê Anatoliyê serdest bû, derket holê." Fermandarê Giştî yê Berê yê Jendermeyan Teoman Koman, di pêvajoyek ku çalakiyên Hîzbûllahê zêde bûn de li ser pirsa rojnamevanan a derbarê rêxistinê de gotibû, “Kîjan Hîzbûllah? Li Îranê tenê Hîzbûllah heye. Her wiha welatiyên xwedî baweriyên olî yên xurt jî ku li dijî êrîşên PKK'ê xwe diparêzin hene."  

Rojnamevan Serhat Alaatînoglu dibêje ku, rojnamevanekî ji Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn pirsa "Gelo lêgerîna Huseyîn Velîoglu heye?” Li ser vê yekê Wezîr ji rojnamevan re gotiye, "Ne te pirsiye, ne jî min bihîstiye." Endamekî berê yê Hîzbûllahê di sala 1993'yan de ji Serokkomariyê re nameyek a giliyê bênav şandiye. Di nameyê de dewletê hişyar dike û dibêje ger hewce bike dikarim îfade bidim. Name ji bo Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar hatiye rêkirin, lê Agar bi hinceta 'girtina wan wê bi kêrî wan neyê' ti tiştek nekiriye. Li gorî Agar, kesên ku bihatina girtin jî wê nehatibûna sûcdarkirin, ku ji kuştina zêdeyî hezar kesî berpirsyar bûn. 

Serokê berê yê Koma Îstîxbaratê ya Jendermeyan Arîf Dogan, di hevpeyvîna xwe ya sala 2011'an a li gel M. Alî Bîrand de gotibû, "Ji bo ku di şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd de em bi ser bikevin, min hîzbûlkontra ava kir.” Bi van gotinan eşkere bû ku di rastiyê de Hîzbûlkontra ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatiye avakirin. Şêwaza xebatê yê Hîzbûllahê yên derketine pêş: 

- Malên Girtiyan 

Weke tedbîr, endamên rêxistinê yên piştî çalakiyê deşîfre bûne, yan jî têkiliyên wan ên ji bo rêxistinê bi pirsgirêk e, ango biryara girtina wan heye, bi mehan, carna bi salan bêyî derkevin derve neçar diman li cihên jê re dibêjin 'malên girtiyan', radigirtin. Malên girtiyan, li navendên rûniştinê li deverên ku balê nakişîne, dihat hilbijartin. Pêkan bû ku girtî yan jî mehkûm li mala endamên rêxistinê yên qet deşîfre nebûne weke mêvan yan jî weke xizm bimînin. Pêdiviyê van kesan ji aliyê endamên rêxistinê yên deşifre nebûne ve dihat pêşwazîkirin û pereyê wê ji aliyê dewletê ve dihate dayîn. Serokê berê yê ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş jî weke bi hezaran welatparêzan bi mehan li yek ji van malên girtîyan hat ragirtin û êşkencekirin. 

-'Şehîdgeha' Hîzbûllahê 

Li gundê Yolaç ê Farqînê û Bûlûtçeke ya Çinarê, du goristanên ku rêxistinê weke şehîdgeh bi navkiriye û rêber, kujerên Hîzbûlkontra yên li herêmê hatine kuştin li wir tên veşartin. Kontrayên hatine kuştin li van goristanan tên veşartin. 

-Rêxistina Girtîgehê 

Berpirsê girtîgehê li pişt perdê dimîne û li dijî rêveberiyê bi awayekî şeklî yekî derdixin pêş. Agahiyên di navbera rayedarên girtîgehê û rêveberiya rêxistinê de ji aliyê parêzerên pispor ên bi taybetî hatine hilbijartin ve tê dayîn. Têkilî û agahiyên di navbera rêveberên Hîzbûlkontra ku bi salan li girtîgehê ne, bi rêya Zekeriye Yapicioglu, Hûseyîn Yilmaz, Serkan Ramanli û parêzerên ku niha cihê xwe di nava rêveberiya Hûda-Parê de digirin de, çêbû.

-Rêxistinbûna Hiyerarşî 

Fermana giştî ya Hîzbûlkontra, bi îfadekirina wan rêberê rêxistinê her tişt diyar dike. Piştî wê jî Şûra (Komîteya Rêveber) tê. Endamên şûrayê ji çar şaxên sereke teblîxat, rêxistinbûn, leşkerî û îstixbaratê berpirsyar e. Piştî kuştina Velîoglû, Edîp Gumuş tevî ku kujerê bi sedan kesî bû û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî fermî ji girtîgehê hat berdan û weke fermandar an jî rêberekî giştî hat îlankirin. Endamên Şûra yê Hîzbûllahê îro hema hema hemû di nava rêveberiya Îttîhadûl Ulema, Umut Kervan, Hûda-Par hwd., rêxistinên girêdayî Hîzbûllahê de cihên xwe digirin.

*Salên 2000’î: Kujerê sedan Kurd Hîzbûllahê xwe di jêrzemînan de veşart

Di salên 2000 'î de du hezar Hîzbûllahî hatibûn binçavkirin û nîvê wan hatibûn girtin. Ji ber îfadeyê van kesan dane, 75 cînayetên kiryar nediyar çareser bûn. Piştî kuştina serokê wan Huseyîn Velîoglû, Hîzbûllah ket nava pêvajoyek "tasfiyê". Pêvajoya ku Hîzbûlkontra xwe paşve kişand "jêrzemînê", bi pêvajoyên 99'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin de heman in.  Dewleta Tirk a ku armanc dikir bi komployê Tevgera Azadiya Kurd tine bike, fikirî ku êdî hewcehiya wê bi avabûna Hîzbûlkontra nîne û nikare kontrol bike, operasyonek pêk anî. Li ser vî esasî pêvajoyeke ku serokên Hîzbulkontra hatin girtin û xebatên wê hatin sînordarkirin, pêş ket. 

Di pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin de, di çavên dewletê de êdî Hîzbûllah ne weke organekî ku pê re li hev bike, weke astengiyeke ku kontrolkirina wê zehmet bû dît û operasyoneke mezin destpê kir. Huseyîn Velîoglu di 17’ê Çileya 2000’an de li Beykozê di vîllayekê de "mirî hat dîtin". Di îdîayeke din de jî tê gotin ku Edîp Gumuş, Îsa Altsoy, Haci Bayancûk û Cemal Tutar ên di nava Hîzbûl Kontra de bi dewletê re li ser konsepteke nû li hev kirine, ew kuştine û weke ku ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin nîşan dane. Di eslê xwe de her çend di operasyona li vîlaya Beykozê de bi sedan gule li Velîoglû ketine jî, guleyek jî li yên din neketiye û ev rewşeke nepenî ye. Tiştê ku dihêle îdîaya dawî piştrast bike ev rastiya herî girîng e. Hin ji ferdên malbatê diyar dikin û bawer dikin ku Velîoglû di çarçoveya lihevkirina bi dewletê re hatiye kirin de ji aliyê rêveberiya Hîzbûlkontra ve hatiye kuştin.

Piştî kuştina Huseyîn Velîoglû di sala 2000'î de, li gelemperiya Tirkiyeyê bi hezaran endam û kesên alîkariya Hîzbûllahê kirine, hatin girtin. Hin ji wan bi cezayên giran hatin mehkûmkirin. Di çarçoveya îfadeyên îtîrafkaran de li her derê bi sedan nuqteyan malên gorî hatin dîtin. Bi sedan cenazeyên Kurd ên ku di binê malan de hatine dîtin ango di stûnan de ku beton bi ser wan de tejî kirine, hatin dîtin. Hovîtiya derveyî mirovahiyê ya ji aliyê Hîzbûl Kontra ve hate kirin, bi temamî derket holê. Bi vî rengî serdema vekişîna Hîzbûllahê ya li jêrzemînê destpê kir. Kontrayên ku nehatin girtin an jî girtina wan nehat ‘tercîhkirin" an reviyan dervî welat an jî bi awayekî balkêş xwe li Tirkiyeyê veşartin. Heta sala 2004'an tiştek nehate bihîstin. Bi tenê car caran "malên gorî", darizandinên Hîzbûllahê û hin karên rojnamevaniyê yên girêdayî wê, ket rojeva raya giştî.

Hovitî kişandin û qeydkirin

Parêzar Yaşar Alturk ê ku dozên Hizbûlahê yên ku di salên 90’î de gelê Kurd bi rêbazên hovanê dikuşt dişopînê, hovitiya Hizbûlahê bi van gotinan vedibêje: “me vîdeoyên hovitiyê yê Hîzbûlahê li salonê mehkemeyan temaşe kir. Heta kesên ku lêpirsîn dikirin jî dikşandin. Me ev di salona mehkemeyan de temaşe kir. Pir tirsehêzbû. Dema me van dîmenan temaşe dikir dadger jî tê de me car caran pişta xwe dizivirand, dem bi dem jî ez derdiketim derva.”

Dîmenên ku di avahiya Beykozê hatin bidest xistin de nivîskar Konca Kûrîş, rêberê Med-Zehrayê Îzzettîn Yildirim û tewanbarê rêşkujiya Malkî Mehmet Sumbul jî dihat lêpirsîn kirin. Li wir lîsteya “sed kesên ku werin revandin” jî hat dîtin û di vê lîsteyê de navê 11 karmendê wenda yê bi nav û deng jî hebû.

Piştî operasyonê Beykozê du roj şunde li gorî îtîrafên Edîp Gumuş operasyonê ku di kolana Hasîp Paşa ya Uskudarê 26 nûmarayê hat kirin de gorên komî yên Hîzbûlahê derket holê. Li her cihê  ku hat kolandin cenaze derketin.

Cenaze di pozisyona cenînê de hatibûn binaxkirin û dest û lingên wan girêdayî bû. Deh cenaze hebû û di serê hinekê wan de bizmara betonê hebû û dest û lingên wan hatibû şikandin. Kesên hatine kuştin rastî îşkenceyê hatibûn.

Li gorî lêkolîna ser cenazeyan hatibû kirin û belgeyên hatin bidest xistin hat dîtin ku endamên Hîzbûlkontrayê kesên direvînin destpêkê bi îşkenceyek hovanê lêpirsîn dikin. Hat tespîtkirin ku dev û difna kesên hatine revandin hatiye bantkirin, dest û lingê wan hatiye girêdan û girêk ji stûyê wan re jî derbas kirine (rêbaza girêdana barazan), bi têlên hesin hev û du re hatine girêdan û berî ku jiyana xwe ji dest bidin hatine binaxkirin. Ev di vîdeoyan de hatiye dîtin.

10 deqe têne berxwe dan dema vîdeo temaşe kirin

Vîdeoyên ku ji malê Hîzbûlkontrayê hatin bidest xistin û hovitiyê lêpirsîna ku hatiye kirin di nav siyasetmedaran de şaşwazî çêkir.

Bîrîfînga ku wezîrê kare hundir Sadettîn Tantan bi dîmen ji bo şîrîkê koalîsyonê agahdar bike dabû, kesên Hîzbûlkontra xwedî dikir xist tengasiyê. Hat îdîakirin ku di avahiya Serokwezîr de alîkarên serokwezîrê Devlet Bahçelî, Husamettîn Ozkan û serokê ANAP’ê Mesût Yilmaz 3 dîmenên hovitiyê yên ku tê de bi tele fetisandin, serî jêkirin û bi kêr îşkencê kirin heye dema temaşe dikin 10 deqe berxwe dane. Hemû faîlê van hovitiyan piştî 2010’an ji bo projekê nû ya kontratiyê yek bi yek hatin berdan.

Li Kartalê di malekî de 9 cenaze hebû

Malen gor yê Hîzbûlahê bi vê re sînordar nema. Li Îstanbûlê mala rêxistinê yê duyemîn, di 28’ê Çileya 2000’an de li Kartalê derket holê. Avahiya ku li taxa Çavûsoglû, rêgeha Samanyolu, kolana Gorkemlî û 12 nûmare bû, di encamê lêgerîna hatiye kirin de 9 cenaze hat dîtin.

Ji bo çivîkê du zarok kuştin

Piştî ku avahiya Kartalê hat dîtîn li Amedê di semta Melîkahmetê taxa Savaş û kolana Kuçuksavaş du xaniyên kêlêkê hev û du de 6 cenaze hatin derxistin. Derket holê di nav cenazeyan de du zarokên bi navê Ayetûlah Dalgin(17), Alî Çelîk (19) ên ku ji 21 Çilê ve wenda bûn û ji bo çûkan meze bikin ketibûn malê jî hene. 

Li çar aliyê Tirkiyê û Kurdistanê malen bi gor

Li gorî îtîrafê rêber û tetîkêşên Hîzbûlkontrayê yên hatine girtin operasyon hate kirin. Di operasyonên ku li Îstanbûl, Edene, Konya, Enqere, Amed, Batman, Şirnex, Mêrdîn û li gelek cihan hatin kirin de xaniyên bi gor hatin dîtin. Di xaniyên bi gor kolanên ku hatine kirin de cenazeyê bi sedan kesên welatparêz, oldar, çepgir û demokrat ên ku ji aliyê Hîzbûlahê hatine kuştin hat dîtîn. Taybetî jî di operasyonê ku li Batmanê hat kirin de dîmenên hovitiyê derketin holê. Hat dîtîn ku rêber û malbatên Hîzbûlahê beton rijandinê ser cenazeyên ku li bin avahî û di nav stûna malê de hatine binaxkirin û li wir jiyan dikin. Ew kesên girêdayî Hîzbûlahê yên ku bexçe, zemîn û stûna avahiyên wan de cenaze hebûn û bi wan cenazeyan re jiyan dikirin, îro bi rehetî li bajarên Kurdistanê digerin û di nav Huda-Parê de xebatên xwe didomînin.

Hîzbûlah qaşo pêvajoyê tesfîyeyê jiyan dikir, lê kişandibûn bin erdê. Hîzbûlahê ku heta îro bi xwedîkirina nasnameyek bîrdozî re şandibûn sahayê îro bi heman armancan, lê bi rêbazek cuda -rûpoşa partiya siyasî- dixwazin meşru bikin. Deriyê pêvayok bi vî rengî vekirin.   Bêguman di vê de rola dewleta tirk û hêzên din hene. Dîsa bandora têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd a ku komplo vala derxistibûn jî diyarker bû.