Gelalî yê YNK’î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî diyar kir PDK’ê destpêkê xwest Mexmûrê kontrol bike, piştî nekarî vê bike, bi hevkariya Tirkiyeyê û beşek hêzên Iraqê xwest kampê vala bike, yan teslîmî Tirkiye bike.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi rêjeyek zêde ya hêzên leşkerî û wesayîtên zirxî hewl da dorî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç bike, têl û kuleyan dane.

Li ser vê xelkê Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî herikîn pêşiya wan û rê lê girtin. Di aloziya derket de du ciwan birîndar bûn. Heta niha jî tevî hemû hewldanan xelkê Mexmûrê rê nade ku ev hêza Iraqî bikeve nava kampê û derdor têl û kûle dane.

Têkildarî hewldana Iraqê, dîsa hêzên hatin herêmê û piştperedeya vê mijarê Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî ku demek dirêj li navçeya Mexmûr weke berpirsê Malbenda YNK’ê kar kir û ji nêz ve serdana Kampa Mexmûrê kiriye û dinase, ji ANF’ê re nirxand.

‘PDK û TIRKIYE BEŞEK IRAQÊ DAYE ALIYÊ XWE Û WISA DIXWAZIN KAMPÊ VALA BIKIN’

Gelalî ewilê bal kişand ser hevkariya PDK ya bi Tirkiye û Iraq jî tevlî vê pîlanê kiriye û got: “Piştî beşek Iraqê li gel PDK’ê bi Tirkiye re li hev kirin, yek ji xala ku li ser li hev kirî ew e ku ev kamp nemîne ye. Ji bo wan hebûna vê kampê tê wateya domandina şoreşê li Bakurê Kurdistanê. Di vê demê de Iraq jî li gorî lihevkirinê dixwaze dawî li vê kampê bîne. Hikûmeta Iraqê ji ber ku li nava xwe du parçe ye. Beşa ku bi leşker ve hatî aliyeke, beşa duyem jî, rêgiriyê li vê dike. Çawa ku rêgirî li hevkirina peymana PDK û Iraq a li ser mijara şengalê (peymana 9’ê Cotmehê) kiriye, bi heman rengî li vê jî dixwaze bike. Li gorî dîtina min wê ev alozî bidomin, ji ber ku 4 pêşniyar ji bo kampê hatiye danîn.”

DAXWAZÊN JI BO KAMPÊ KIRINE 

Gelalî wiha rêz kir van daxwazan: “A yekem bê têlkirin, a duyem kule dane, ya sêyem tenê yek deriyê ketin û derketinê hebe, ya çarem îdia dikin ku çek li nava kampê heye divê van çekan teslîm bikin an jî wê lêgerînê li hemû malan bike. Bi nêrîna min ev yek ti eleqeya xwe bi ya heqîqeta heyî ve nîne.” 

‘FIRQA 14’AN JI WEZARETA NAVXWE Û WEZARETA BERGIRIYÊ PÊK TÊN’

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî derbarê hêzên Iraqî yên hatine herêmê jî ev agahî da: “Ev hêza anî hêza Firqeya 14’an a Iraqê ye. Ji du beşan pêk tên; hem wezareta navxwe ya Iraq û hem jî wezareta bergirî li xwe digire. Her du beş hatine ku daxwazên xwe pêşkêşî xelkê Mexmûrê bikin. Bi yekîtiya xelkê wargehê heta niha nekarîne bigihêjin armancên xwe. Heta niha jî li ser ya xwe bi israr in. Li ber vê xuşk-brayên me keç û kurên wargehê li ber vê sekinîne rê nadin ku Firqa 14’an bikeve wargehê.”

‘PARTIYAN DIYAR DIKIN NE DIJÎ ALOZIYÊ NE, ALIGIRÊN ÇARESERIYÊ NE’

Gelalî li ser helwestên partiyên siyasî yên li navçeya Mexmûrê jî axivî û ev anî ziman: “Li navçeya Mexmûr komek partiyên siyasî heye, YNK, PDK, Goran, Komelî Îslamî, Yekgirtûyî Îslamî, Partiya Zehemetkêş a Kurdistanê û ÎSlamî nêzî 7 partî li nava heye. Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan û Hîzba Komînîst a Kurdistanê li ser asta komîteyan li ser Mexmûrê peyamek belav kiribûn. Diyar kiribûn ku ne aligirên alozî û nakokiyane, li gel çareserî û rêya guftogoyê ne. Xelkê vê herêmê li pişt hêzên netewî li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û hevkarî kirine ji bo parastina netew û rûmetê. Şehîd Denîz ji bo parastina rûmet û kerametê li dijî DAÎŞ’ê şehîd dan. Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan û Hîzba Komînîst a Kurdistanê vekirî anîne ziman li dijî vê hewldana leşkerî û kiryarê ne. Daxwaz li civaka navneteweyî, NY, Hikûmeta Iraq û saziyên herêma Kurdistanê jî kiriye ku dawî li vê tevgerê bînin ku dixwazin dor li Kampa Mexmûr bigirin.”

‘XELKÊ KAMPÊ Û NAVÇEYÊ MIL BI MILÊ HEVIN, ŞÎN Û ŞAHIYAN BI HEV RE NE’

Gelalî li ser têkiliyên xelkê Kampa Mexmûr û navçeyê jî agahî da û ev nirxandin kir: “Kampa Mexmûr û navçeya Mexmûr hev temam dikin, ti hêz nikare wan ji hev cuda bike. Di xweş û nexweşiyê de li ba hevin. Ez wan weke penaber nabînim, ew xelkê herêmê ne. Zêdetirî 25 sal in li vê herêmê ne bi hev re dijîn. Di şîn û şahiyên hev de li gel hev bûne di qonaxên giran de bi hev re bûne.”

‘DIVÊ DI MAFÊ PENABERAN DI ÇARÇOVEYA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ DE PARISTÎ BIN’

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî qala mafê penaberan jî kir û destnîşan kir ku divê mafê penaberan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de parastî be û got: “Maf û azadiya xelkê Mexmûrê divê bê parastin di çarçoveya bernameya NY’î de be. Divê pêwîstiyên jiyanî bên dabînkirin. Xizmet ji elektirîkê bigire heta avakirina dibistan û çêkirina rê bê kirin. Her wiha tenduristî divê bên bicih anîn. Bi hezana kes li nava vê wargehê de dijîn, divê pêwîstiyên rojane jiyanî bên dabînkirin. Eger ev pêk neyên, bi dîtina min roj bi roj wê rewş nexweştir bibe.”

‘PDK’ê TIM XWESTIYE KAMPÊ KONTROL BIKE, HEMÛ SAZIYÊN XWE BICIH BIKE; XELKÊ KAMPÊ TI CARÎ EV YEK QEBÛL NEKIRIYE’

Gelalî li ser helwesta Neteweyên Yekbûyî jî agahî da û wiha pêde çû: “Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sala 2014’an ve ji Mexmûr vekişiyaye. PDK pir hewldan kiriye ji bo ku ev kamp bê kontrolkirin. Di navbera îdareya Mexmûr û asayîşa Mexmûr û şaredariya wargehê de du daxwazên dij bi hev hebûn. PDK dixwest bi xwe temamî wargehê kontrol bikin, tu kes ti lêpirsîna li ser kampê neke, saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê li wir bidin karkirin. Xelkê kampê ev yek qebûl nekir. Ji ber ku dizanî siyaset û pîlanên PDK’ê heye ku bi Erdogan re li hev kiribe. Ji bo wê qet rê neda ku bi PDK’ê bên bikevin nava kampê û li nava kampê bi cih bibe. Wan ji destpêkê ve zanî ev yek hewldana PDK û Erdogan e. Pîlaneke valakirina kampê ye û vegerandina wan a Tirkiyeyê ye. Ji bo wê ev daxwaza PDK bi ti awayî encam nebû.”

‘JI BER HIŞYARÎ Û PARASTINA NAVXWE PÊŞYA ÊRÎŞÊN TERORÎSTÊN DAÎŞ’Ê GIRTINE’

Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî qala metirsiyên DAÎŞ’ê û berxwedana xelkê Mexmûrê ya rizgarkirina herêmê jî kir û ev got: “Bi hatina çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê re, rizgarkirina wê Birêz Mesûd Barzanî hate herêma Bazarge li gel hinek ji xelkê Mexmûrê re civiya. Ji xwe demek dirêj metirsiya van komên terorîst ên DAÎŞ’ê li herêmê hebûn û hê jî heye. Gelek carî hewl dan bikevin na va kampê û ziyanê bide kampê. Li ser hişyarî û baldariyê hemû pîlanên wan têk çûn. Carke jî terorîstên DAÎŞ’ê bi xendekan hewl dan bikevin nava kampê, xwe biteqînin. Ev pîlana wan jî hate têkbirin. Diviya bû di vê rewşê de hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêmê weke erkê xwe ew parastibana. Vê erka xwe pêk naîne. Ev yek neçar bûn ku xwe biparêzin. Kerem û rûmeta xwe jin û zarokên xwe biparêzin.”

‘MEXMÛR BÛYE SEMBOLA NETEWÎ YA HERÊMÊ’

Gelalî di dewama nirxandinên xwe de ev got: “Peyama min peyameke niştîmanî û neteweyî ye. Erkê disoz û niştîmanperweran di vê qonaxê de hevkar bin. Hebûna kampê ji bo navçeya Mexmûr, pir girîng e. Di hemû qonaxan de pişta hev girtiye û mil daye milê hev. Li aliyê din bûne nasnameya netewî li vê herêmê.”

‘PDK DIVÊ DEV JI BERJEWENDIYÊN SIYASÎ YÊN XWE BERDE, VEGERE SER XETA NETEWÎ, XWEDÎ LI MEXMÛR DERKEVE; NE TESLÎMÎ TIRKIYE BIKE’

Gelalî diyar kir ku divê PDK dawî li van kiryarên xwe yên dikeve berjewendiyên siyasî yên xwe tenê bîne, vegere ser xeta netewe. Bi YNK’ê û dîsa partiyên din ên di nava hikûmetê de cih digirin bi hev re xwedî li xelkê kampa Mexmûr bikin. A hikûmet dikare bike, ji bo wan bike; ya nekarî jî bi rêya hikûmeta Iraqê daxwaz bike. Dawî li vê aloziya ku vê dema dawî li herêmê derxistiye bîne. PDK a bi hewldana Iraqê ku dixwaze bêçekirina xelkê Mexmûrê ku ji bo parastina xwe bikar tîne dixwaze temamî kampê teslîmî DAÎŞ’ê bike û ziyan bigihêje xuşk û birayên me. Ev yek hemû di berjewendiyên Tirkiyeyê de ye. 

Bi hêviya ku hem hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Parlementoya Herêma Kurdistanê li gel rêveberên asta bilind li hev kom bibin û bi peyamekê daxwaz ji NY û saziyên navneteweyî ku pêşiya vê yekê bigirin, hew ziyan bidin xwişk û birayên me. Em YNK a li ser rêbaza Mam Celal heta dawî li gel wan bin û di nava kar û xebatê de bin. Li kîjan parçeyê xwişk û birayên me pêwîstî bi yekîtî hebe em li gel wan in.”