Hemû hebûnên însanî hebûneke wateyî ye.
Ji bo jiyaneke watedar afirandina wateyekê û hişmendiya bidestxistina vê wateyê yanî ‘’ya ku dixwaze were zanîn’’ bi encama hewlên xwenîşandan û şophiştinê pêk tê. Hemû tiştên ku xwe dispêrin ruhê gerdûnê yanî hemû jiyan xwedî wateyekê ne. Hebûneke bêwate û wateyeke tunebûnê tune ye.
Lê belê rastiyek e ku hin jiyan li gorî hin jiyanên din watedartir in û hemû caran weke rastiyekê xwe nîşan didin. Gelek derketinên mîtolojîk, olî, felsefîk, hunerî û zanistî yên ku di nava hebûna însanî û pratîkbûnên rojane de îfadeya xwe bi dest dixin, xwedî cudabûnekê ne ku di vê çarçoveyê de rastiyekê didin der. Em vê cudabûnê ji Înanna bigire heya hewlên olî, ji Brûno bigire heya Xelacê Mansûr û ji Ehmedê Xanî bigire heya Rêber Apo di hemû pêkhatinan de dibînin.
A rastî dema ku Celadet Elî Bedirxan ji bo Ehmedî Xanî digot; ‘Serdema wî ew fêm nekiriye.’ Gelekî neheq nebû. Rastiya kêmasiyên Kurdên di sedsala 17’emîn de yên weke kêmbûna rêjeya xwendin û nivîsandinê, zêdebûna pirsgirêkên ragihandinê û rewşên din girîngtirîn astengiyên ku rê nedida Ehmedê Xanî were fêmkirin. Her wiha em dikarin bibêjin ku nefêmkirina Xanî ya wê serdemê di warê bidesxistina hişmendiya neteweyî de ji bo gelê Kurd bûye windahiyeke mezin. Dema ku em li şert û mercên ragihandinê yên îroyîn jî dinêrin, em dikarin bibêjin ku rewş berovajî ya berê ye.
Ev jî tê wê wateyê ku wê tu kes nikaribe bibêje Rêber Apo ‘di serdema xwe de nehatiye fêmkirin’ ku bi nasnameya xwe ya stratejîst, teorîsyen û rêxistinî ya îdeolojîk, polîtîk kariye bi Rêbertiyê re yekbûnekê ava bike û mohra xwe li binê sedsala 21’emîn daye û doza Ehmedê Xanî ya yekkirina ‘Şûr û Pênûsê’ pêk aniye. Îro Tevgera Azadiyê û pêhateyên wê û însiyatîfên gelê birêxistinkirî û dostên wan ku li ser xeta Apoyî hebûna xwe diparêzin, vê yekê nîşanî me didin.
Lê belê tevî van yekan hemûyan jî Rêber Apo bi awayekî bênavber pirsa, ‘’Hûn çima min fêm nakin, hûn çima naxwazin min fêm bikin?’’ dike. Rewşa ku pirsa ‘’çimayê’’ derdixîne holê ne ku bertekeke li hemberî rewşeke ‘’nebihîstinê’’ ye. Berovajî wê yekê balê dikşîne ser têkiliya pêkhatina watedarkirina ku tevî bihîstinê jî. Ji ber ku dixwaze ji wê tenêtiya mutleq a li gel peyda bûyî xilas bibe û dengê wî ji aliyê me dost û hevrêyên wî ve were bihîstin û xwe bispêre bingeha pêkanînê.
Fêmkirin ji bo çi ye? Bêguman ji bo kirin, avakirin, afirandin û misogerkirina hebûna azad e. Lê belê ev yek bi rêya fikirîn û hîskirina rast pêkan e. Yanî ji aliyê ruh, hizr û ramanî ve bidestxistina wê û bi bûna hêza wateyê pêkan e.
Bêguman Rêber Apo ne kesekî jirêzê ye. ji ber ku xwedî hişmendiyeke gerdûnî, bêsekin û herikbar e. Çawa ku xwe bi qadeke sabît re sînordar nekiriye jî xwe bi şert û rewşên sabît jî sînordar nekiriye. Ev yek ji bo rêxistina ava kiriye jî derbasdar e. Çawa ku sabîtbûnekê dibîne yekser li dijî wê derdikeve û ji xwe re pozîsyoneke berovajî wê saabîtbûnê hildibijêre. Hîs û hizrên wî ne sabît in, ji bo xwe girêdayî hêza herikîna tevgerê teşeyekê ava dike. Tu carî girêdayî kêliya berê namîne, têkiliya xwe ya bi kêliyên berê ve qut dike vê yekê jî ji bo ku yên nû bi awayekî azad bi dest bixwe, dike.
Ji ber vê yekê Rêber Apo ew kes e ku çalakiyên wî li pêşiya fikrên wî ne. Û dîsa ji ber vê yekê ye ku tim kesê bitenê ye. Tenêtiyeke ku dil û mejî ji bo qerebalixan kar dike.
Ji ber ku ne rêwiyê rêyên tên zanîn û hîbûniyan e, rehetiyê nade gelek kesan ku ji bo hinekan gefek e û ji bo hinekan jî tîrêja li hemberî tarîtiyê ye, rizgarker û rêber e.
Wisa ku ji kesê ku jê re nivîsa; ‘’Li şûna eşqên derewîn ên pergalê, xwegirêdana torên we yên azadiyê ji bo watedartî ye’’ nivîsandî re gotiye: ‘’Divê ew kes weke welidîna we ya azad were qebûlkirin. Ger wisa qebûl bikin, hûn ê tim xwe nû bikin û bi pêşve bixin û azadiya xwe misoger bikin. Berovajî wê yekê ger hûn kiryareke bi vî rengî nîşan nedin û tim girêdayî keliyan bimînin jî hûn ê bi xwe bi torên azadbûnê veguherînin torên neazadbûn û koletiyê.’’ Rêber Apo bi van gotinên xwe heqîqeta xwe ya rastîn bi awayekî zelal nîşan dide.
Dema ku me vedixwîne polîtîkkirina ji bo gelên me jî bi abîdebûna xwe ya dildarî û bibiryariyê derdikeve pêşiya me û dema ku li hemberî wezîfeyên şoreşgerî kêmasiyên me rexne dike û rêya rast nîşan dide jî. Ew jî weke hemû însanan hez dike, aşiq dibe û li gorî vê yekê tevdigere. Lê belê wî têkoşîna polîtîk kiriye navenda tevger, hez û eşqa xwe. Rêber Apo siyasetkirina ji bo azadiya gelê xwe weke sedema hebûnê dibîne, gotin û pratîka rast weke baweriya xwe dipejirîne. Li hemberî zehmetiyan ne di çarçoveya kêmasiyên wan de, di çarçoveya azadî û rizgarbûna gelê xwe de disekine.
Gava ku hêrs dibe jî ew qas wêrek û hestiyar e ku dikare tenêtiya xwe di awazê giran ê stranekê de îfade bike, lê belê ne dilsoj e. Dema ku dixwaze weke Derwêşê Evdî li çiyayên Şengalê be jî asoyên fikirîna stratejîk di xwe de dihewîne. Heman rewş ji bo avakirina jeopolîtîkbûna şoreş û Rojava jî derbasdar e.
Dema ku dibêje: ‘’Mixabin ku hevrêyên me nekarîne ji pergala propagandaya îdeolojîk derbas bibin. Her wiha diviya bûna sedema pêşketineke xwedî tecrûbe, stratejiya bêhempa ya hilberîner û kûr. Çima me stratejiyeke leşkerî tune ye? Hê jî ji me Gîapek derneketiye. Wê demê em ê çawa gelê xwe rizgar û azad bikin? Kê serê xwe bi vê yekê re diêşîne? Rêber Apo dema van pirsan dike jî bi hêvî ye. Û dema ku dikene û dibêje: ‘’Her çend ez rexne dikim û xemgîn dibim jî min hez û eşqa rastîn di nava refên PKK’ê de peyda kir.’’ Heman rewş ji bo van gotinan jî derbasdar e.
Dema ku dinya tarî dibe û teyrê Mînervan çengên xwe vedide jî Rêber Apo li Îmraliyê rû û dilpakiya azadiyê li ser rûyê wê dibîne.
Erê her çend îro bi gefeke mutleq hatibe zincîrkirin û ji bêdengiyê re hatibe mehkûmkirin jî ji sekna xwe ya azad tawîzê nade û hê jî dixwaze dengê xwe bigihîne dost û hevrêyên xwe.
Fêmkirina Rêber Apo bihîstina dengê wî ye.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka