Eyup Xelîl saleke di destê PDK'ê de dîlgirtî ye

Ciwanê bi navê Eyup Xelîl ku li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bû, saleke di destê PDK'ê de dîlgirtî ye.

Di çalakiya mertalên zindî de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Bradostê dest pê kir, asayîşa PDK'ê ciwanê bi navê Eyup Xelîl girtibû. Salek di ser dîlgirtina Eyup Xelîl re derbas bû. Xelîl ku ji destê asayîşa PDK'ê gelekî êşkence dît, hîn dernexistine pêşiya dadgehê jî. Ji bilî çend hevdîtinên malbata wî heta niha agahî jê nayê girtin.

Her wiha 4 kesên bi navê Fîlal, Kawe, Cemal û Hazim Şebaz ên par tevlî serhildana Şêladizê bûn 7 meh in di destê PDK'ê de girtî ne.