'Erdogan, Serokê Îxwan Mislîmîn e'

"Erdogan Mursî wek şehîdê doza xwe bi nav kir û bi merasîmekê bi bîr anî. Bi vê yekê re jî, Erdogan xwe ji hemû cihanê re ragihand, ku ew lîder û serokê Tevgera Îxwan mislîmîn e, di herêmê de."

Di şerê navxweyî ya Libyayê de, roj pey roje diyar dibe ku, rejîma Erdogan beyî ku zagon û hevpeymaniya navdewleti binase, zêdegaviyan dike. Buye aliyekî şerê navxweyî ya Libiyayê. Rejima Erdogan ev zêdeyî 15 sala ye, li ser herêma Bakurî Efrikiya dixebite. Gelek rejîmên ku hatin li ser deshilatdariye, bi pereyên Qeterê û bi desteka siyasî ,leşkerî, dîplomasî ya Erdogan çebûye. Vê yeke jî bi navê îslama siyasî û rêxistina Birayê Misliman dike. Bi bihara Erebi re desteka xwe da Mihemed Mursî yê Misrê û wek tevgera Îxwanî ani deshilatiyê. Bi alikariya tevgera Hamasê ya Filistinê hemû kadroyên Îxwan yên Filistînê, ji Hepsan dane revandin û serbest berdan. Wek ekibek bi Mursî re kirine rêveberek û bi siltanata xwe ve giredan. Heman wext destek da tevgera Nahda (Rabûn) ya Tunisê û anî ser desthilatê, piştî raperîna Tunisê. Hem wext, li Sudanê tevgera Omer Beşîr xwirt kir û di şopa Îxwan Mislimîn de hemû destek ji Beşîr re nîşan da. Heya gihîşt radeyekê, rejima Omer Beşir ya Sudanê, girava Sewakên ya ku li ser Derya Sor dikeve, pêşkêşî Siltanê xwe Erdogan kir, ta ku rejîma Erdogan ya Îxwanî, wê giravê weke baregehekê rexistina Îxwan bikar bîne û mudaxeleyê Bakur Başûrê Efrikiya û Kendavê bike.

Bi şerê navxeyî yê Libyaye re derket holê ku, rejîma Erdogan, serokatiya tevgera Îxwanî dike. Bi taybet di şerê navxeyî yê Lîbiyayê de, di heyama çend heyvên borî de, diyar dibe ku Erdogan bi destekdayina rêveberiya Tereblusê ya Seraç bûye aliyekî ji vî şerî re. Herî dawiyê bi dehan caran Meclîsa Netewî ya Libyayê, rejîma Erdogan ji Netewên yekbûyi re gilî kir, da ku destên xwe ji şerê navxweyî ya Libyayê bikşîne. Le Erdogan, bi pereyên Qeterê û bi hêza xwe ya leşkerî, roj li pey rojê rêveberiya Seraç destek kir û herî dawî berî rojekê hêzên Hefter, firokeke balhilgir ya Tirkiye li firokxanya Bajarê Misrata ya Lîbiyeyê tevî ekîba pîlotên Tirkan anî xarê ku dagirtî ji cebilxanê û çek bû. Gelo rejîma Erdogan li Başûrê Efrîka li pey çî ye? Ger ne li pey firehkirina sinorên Mîsakî Millî ya Osmaniyan e li pey çî ye? Dîrok li ber çava ye, İmparotriya Osmanî, Grava Sewakinê berî sedan salan ji bo xwe, wek beregehekê bi kar anî bû. Roja îro jî şopên împaratoriya Osmanî li ser Girava Sewakinê tên dîtin. Li pêşiya objektifên kemeran dema ku Erdogan di serdana qaşo birayê xwe de Omer Beşir kiri bû û gotibû ku Girava Sewakinê ya wan e û bi girêbestekê ji Omer Beşîr girt û qaşo Erdogan wê ew girav nûjen bikira.

Rejîmên ku Erdogan destek kirin ji Mursî, despêkir û bi Omer Beşîr re berdewam kir, bi Tunisê re bidawî kir. İro jî bi rêveberiya Treblusê ya Seraç re, yek li pey yekê, wek kevirên domîno ketin xarê .Gelên li Bakur û Başûrê Efrîka, zilam û rêveberiyên Îxwanî yên ku bi Erdogan ve girêdayîne , avêtin sergoya dirokê.

Tenê Erdogan û rejîma wî xwedî li Mursî derket dema didadgeha Misrê de mir. Jixwe Erdogan Mursî wek şehîdê doza xwe bi nav kir û bi merasîmekê bi bîr anî. Bi vê yekê re jî, Erdogan xwe ji hemû cihanê re ragihand, ku ew lîder û serokê Tevgera Îxwan mislîmîn e, di herêmê de. Erdogan di nefesa xwe ya dawiyê de li Bajarê Treblus ya Lîbyayê de dijî. Heyv an roj dibe ku Erdogan, Seraç li Treblusê û Muhamed Golanî li İdlibê, wek qaşo şehîdên dawî yên tevgera xwe ya Îxwani Mislîmîn, ragihîne.