Roja ku Tayyip Erdogan li gel serokê Emerîkayê bi rêya telefonê axivî, Joe Biden gotina ‘qirkirina Ermeniyan’ bi kar anî, dewleta Tirk li dijî herêmên parastinê yên Medyayê tevgera dagirkirinê dest pê kir. Bêguman Emerîka û Ewrûpayê ev êrişa berfireh erê kirine û destekê didinê. Zelal e ku PDK’ê jî dagirkeriya Tirkiyê erê kiriye û agahiya wê ji tevgera dagirkirinê heye; yan na, dê li ber vê tevgera dagirkirinê rabûna. Polîtîkaya Emerîka û Ewrûpayê ya Tirkiyê, gelekî qirêj û gemar e. Serokwezîrê Îtalyayê Dario Draghi beriya demeke kurt got, Erdogan dîktator e, lê em mecbûr in pê re bidin û bistînin. Serokê Emerîkayê Biden jî beriya hilbijartinê gotibû divê desthilata AKP’ê biguhere. Dizanin destehilata AKP-MHP’ê dijminê demokrasiyê ye, gelê Kurd qir dike, destekê dide DAIŞ’ê. Lê ji ber berjewendiyên qirêj danûstandinên bi dewleta Tirk re dewam dikin, destekê didin van polîtîkayên AKP-MHP’ê. Yên ku vê dikin jî ew hêz û welat in ku li ser rûyê dinê herî zêde gotina azadî û demokrasiyê bi kar tînin.
Biden dijberî gotinên xwe yên berî hilbijartinên Emerîkayê tevgeriya, ji bo desthilata AKP li ser piyan bimîne hêz dayê û bi vî rengî gelê xwe xapand. Jixwe, lîderên vê dinyaya modernîst kapîtalîst bi gotin û kiryarên xwe dibêjin, sozên beriya hilbijartinan ne ji dil in, bi cidiyet lê nenihêrin. Tê fêmkirin ku ew ên ku bi desthilata herî faşîst û qirker ya dinyayê re di nava danûstandinan de ne, baweriya wan bi demokrasî û nirxên azadiyê tine ye. Yan jî bi wê desthilatê re ku ew pê dizanin Kurdan qir dike, nedikarin têkiliyên qirêj û bê prensîp dewam bikin. Biden ji qirkirina Ermeniyan ya beriya 106 salan pêk hatî re got, qirkirin e. Lê heman Biden, destekê dide polîtîkayên qirkirina miletekî din.
Jixwe, bi destekdayîna qirkirina Kurdan, behsa qirkirina Ermeniyan kiriye. Dîsa pê li pişta Kurdan dikin, ji dewleta Tirk hin tawîzan bi dest dixin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Rewş ev e, li hemberî pênasekirin û gotina qirkirina Ermeniyan, destekê dide qirkirina Kurdan. Lîderekî ku îro ji bêdengiyê wêdetir destekê dide qirkirina Kurdan, radibe behsa qirkirina Ermeniyan dike. Di vê rewşê de ti nirxê vê vegotinê yê exlaqî, wijdanî û siyasî tine ye. Ji ber ku behsa qirkirina Ermeniyan eşkere yan veşartî, di encama bazareke qirêj de pêk hatiye.
Ji dewelat Tirk re ya girîng desteka ji bo qirkirina Kurdan e; ya girîng ew e ku dinya li hemberî qirkirina Kurdan bêdeng bimîne. Ji wan re zêde ne girîng e felaketa beriya 106 salan wekî qirkirin were pênasekirin. Jixwe ya bûyî bûye, ya xwestine pêk anîne. Ji dewleta Tirk re ya muhim ew e ku Kurdan qir bike, vê armanca xwe ya dîrokî pêk bîne. Li hemberî Emerîkaya ku pênaseya qirkirinê bi kar anî çend daxuyaniyên ‘hişk’ dan, bi vî rengî hewl dan beşên bi şovenîzmê werimîne, aram bikin. Ji Emerîkayê re jî gotine dê nerazîbûnên wiha çêbin, bi vî rengî wê danûstandinên xwe li ser esasê berjewendiyan bidomînin.
Li aliyê din dewleta Tirk beriya tevgera dagirkirinê tenê bi Emerîka û Ewrûpayê re hevdîtin pêk neanî. Bi serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kirine. Jixwe, beriya her tevgereke dagirkirinê bi rayedarên PDK’ê re hevdîtinan dikin. Ha, di mijarên wiha krîtîk û girîng de, agahiya endamên din ên rêveberiya Başûrê Kurdistanê çênabe. Ew tenê di mijarên ji derveyî siyasetê de endamên hikûmetê ne. Bi vî rengî PDK’ê hin derfet daye endamên din ên hikûmetê ku bêdeng bimînin.
Mirov têkiliyên qirêj yên Ewrûpa û Emerîkayê yên bi Tirkiyê re fêm dike. Ew kapîtalîst in, modernîst in. Dîn û îmana wan pere û berjewendî ne. Ti nirxekî wan ê heq, edalet û wijdan tine ye. Ji bo xatirê Kurdan naxwazin bi Tirkiyê yan jî dewleteke din re pirsgirêkên wan hebin. Lê dema mesele were ser hêzên Kurd, rewş diguhere. Her hêza Kurd a siyasî di her meseleya derbarê Kurdan de xwedî berpirsyariyên neteweyî ye. Ti hêza Kurd nikare bibêje, dagirkeriya dewleta Tirk me elaqeder nake, me çi jê ye ku dewleta Tirk êrişî gerîla dike. Ji ber ku di kesayeta PKK’ê û gerîla de êrişî têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd dikin. Hema kurtûkurmancî armanca dewleta Tirk ew e, têkoşîna azadiya gelê Kurd a di pêşengiya PKK’ê de tine bike, qirkirina Kurdan bigihîne serî û temam bike. Niha li pêşiya vê armancê asteng û benda herî mezin PKK ye. Heger PKK´ê bêbandor bikin, wê li pêşiya qirkirina Kurdan ti bend û astengî nemîne. Deriyên dagirkirin û îlheqkirina Başûrê Kurdistanê jî wê vebin. Jixwe, rayedarên dewleta Tirk di her firsendê de dibêjin Hewlêr, Kerkûk û Mûsil bajarên Tirkmenan in. Di rewşekê de ku PKK’ê bêbandor bikin û firsendê bibînin, ew ê bibêjin ev ax 500-600 salan ya me bû û wê dagir bikin. Bi vî rengî Başûrê Kurdistanê jî wê bixin nava pergala qirkirinê.
PDK û hin hêzên Kurd yên siyasî bi nedîtina vê rastiyê di nava xefletê de ne. Dibêjin, beşên din ên Kurdistanê me elaqedar nakin, Emerîka û Ingilistan dê desthilata me ya li Başûr biparêzin. Heke wisa nefikirîbana, wan ê li dijî qirkirina li Bakurê Kurdistanê û dijminatiya Kurd a dewleta Tirk reaksyon nîşan bidana. Ji ber ku ev zêhniyet û polîtîka tenê li berjewendiyên maddî yên rojane difikire, beriya sê salan di dema referandûma serxwebûnê de heqaretên dewleta Tirk kirî, ji bîr kirine. Ya rastî PDK niha di destê dewleta Tirk de rehîn e. Yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna li çar beşan dikare PDK ji vê rewşa rehînmayînê rizgar bike. Lê PDK bi xefleta parêzvanên min yên wekî Emerîka û Ingilistanê hene, vê rastiyê nabîne.
Kurd bûne gelê herî zane û polîtîk ên cîhanê. Kurdê zana rastiyê dibîne, bi hêza xwe û bi desteka hêzên demokrasiyê û gelên cîhanê têdikoşe. Kurd vê doza mafdar û rewa bi polîtîkayeke rast dimeşînin, ji ber vê li hemberî her bazara qirêj û tifaqên qirkirinê ew ê azadiya xwe bi dest bixin û bi ser bikevin.
Herku gelê Kurd û hêzên demokrastiyê têkoşînê xurttir dikin, desthilata Tirkiyê şerê qirêj û dagirkeriyê berfirehtir dike. Ev jî dihêle berxwedan û têkoşîn berfirehtir bibe, dawiya vê desthilata dagirker nêzîktir bibe. Ji vî alî ve, girîng e gelê Kurd û dost berxwedanê berfireh û xurt bikin da ku rejîma AKP-MHP´ê bibinketineke dîrokî bibîne.
Bi hêviya tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk bihêle berxwedana yekgirtî bi pêş bikeve...
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA