'Em bang li ciwanan dikin ku bi xurtî tevlî pêngavê bibin'

Komalên Jin ên Ciwan û Komalên Ciwan xwedî li pêngava KCK'ê derketin û diyar kirin, "Bi navê ciwanên Kurdistanê, ji bo serketina vê pêngavê em ê li her qadê bi erka xwe ya pêşengiyê rabin."

Komalên Jin ên Ciwan û Komalên Ciwan bi wesîleya pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirker, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj tê şidandin û hate destnîşan kirin ku di şexsê Ocalan de hewl tê dayin, li êşkencexaneya Îmraliyê koka gelê Kurd û Kurdistanê bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gelemperiya cîhanê û li Rojhilata Nvîn ruhê şoreşê û azadiyê di asta herî bilind de ye, daxwaza azadiyê ya jinan cîhan hejandiye, bayê guherîn û veguherînê û jinûve avakirinê di vê demê de bi xurtî tê. Di demeke wiha de tê xwestin ku afirînerê nirxên me yên welat û hişmendiya gelbûnê Rêber Apo li derveyî vê pêvajoyê bihêlin û welat û gelê me li sedsaleke din a tarîtiyê bihêlin.

Her wiha hate ragihandin ku weke encama pratîkî ya tecrîda giran, li ser tevahiya civakê bi taybetî jî li ser jin û ciwanan êrişên girtin, destavêtin, zext û êrişên faşîz, her wiha li ser xweza Kurdistanê jî polîtîkayeke giran a talanê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwaza jin, ciwan û gelan a ji bo jiyana azad, daxwaza rizgariya ji emperyalîzm û mêtingeriyê jî gihîştiye asta herî bilind û hate gotin, "Tecrîda giran û şerê ku rêveberiya şer a qirker faşîst a AKP-MHP'ê li Îmraliyê li dijî Rêber Apo dimeşîne, tê wateya şerê sîtema faşîst qirker ê li dijî daxwaza azadiyê. Li ser vê bingehê azadiya Rêber Apo ji bo welatê me Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke bi vî rengî ya dîrokî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi navê Komalên Jin ên Ciwan û Komalên Ciwan wê tevlî pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" bibin ku 12'ê Îlonê ji aliyê KCK'ê ve hate ragihandin.

Her wiha bang li ciwanên welatparêz ên li Kurdistanê û derveyî welat hate kirin ku bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin û hate destnîşan kirin ku şiyara 'Em ji PKK'ê hînî berxwedanê bûn, ne teslîmiyetê' ya berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê Alî Çîçek, wê bibe perspektîfa wan a ji bo tevlîbûna li pêngavê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê ciwanên Kurdistanê em ê li her qadê, ji bo serketina pêngavê bi erka xwe ya pêşengiyê rabin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên welatparêz û jin ên ciwan ên welatparêz ên Kurdistanê, her wiha ciwanên şoreşger, çep, sosyalîst û demokrat dikin ku tevlî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê' bibin û hesab ji rêveberiya şer a AKP-MHP a faşîst û dagirker bipirsin."