HTŞ’yiyên ku li Sûriyeyê desthilatdarî bi dest xistin, di raya giştî ya derve û hundirîn de bawerî neda. Jixwe paşeroj û sicîla wan gelekî xirab bûn. Bi kurkirina riyên xwe û guherandina cil û bergên xwe hewl dan ku nîşan bidin ku ew guhertine. Lê belê di pratîkê de gotin û kiryarên wan ne weke hev bûn. Bi zanebûnî hêzên birêxistinkirî yên li Sûriyeyê dûrî hemû pêvajoyan girtin. Statuyeke serokkomariyê ya ku zêde raye lê hatiye barkirin, li makezagona demkî zêde kirin. Bi vî rengî bi awayekî zelal nîşan dan ku wê rejîmeke ji ya BAAS’ê xirabtir, ava bikin. BAAS’ê rejîmeke zextkar ava kiribû û ev yek bi neteweperestiya Ereb xurt dikir. HTŞ’ê jî fanatîzma olî lê zêde kir û rejîmeke despotîktir û yekperest ava dike.
HTŞ di serdema lêgerînên rewabûnê de jî li hemberî Elewiyan komkujiyeke mezin pêk anî. Bi rewşa xwe ya heyî tam ne sewerî Sûriyeyê ye; di hundir de qels e. Têvîvê yekê jî hêzeke ku komkujiyeke bi vî rengî pêk bîne, dema xurt dibe, wê çi û çi bike? Ev bingeha xwe ji avaniyên ku bi rê û rêbazên hov, bi serjêkirinê, tirsandina civakê hewl didin bandor bibin, distînin. Dema ku serweriya Sûriyeyê bi dest xistin wê mafê jiyanê ji bo kesên cuda û ne ji wan nas nekin.
Ne ku zîhniyet û avaniya HTŞ’ê nayê zanîn. Ji ber vê yekê di qada navneteweyî de li gorî daxwaza wan nayên qebûlkirin. Jixwe DYE, NY û welatên Ewropayê HTŞ ji lîsteya terorê dernexistine. Bi ser de biryara berdewamkirina ambargoya li ser rejîma BAAS’ê girtin û gotin ku ew ê çavdêriya kiryarên vê komê bikin. Tevî ku di bin çavdêriyê de ye û aboriya wan xirab e jî li ser Elewiyan komkujiyeke mezin pêk anîn. Her wiha pratîka wan a rêveberiyê ya heya niha jî bi temamî dûrî demokrasiyê ye.
Sûriye welatekî pirçandî û pirbawerî ye. Lê belê rêveberiya rejîma BAAS’ê ya navendî û zextkar berê Sûriyeyê da rewşa îroyîn. Hewcehiya Sûriyeyê ne bi despot û rêveberiyên zextkar heye. Berovajî wê hewcehiya wê bi pergaleke demokratîk ya berfireh heye. Bes Sûriyeyeke demokratîk dikare hemû bawerî,çand û cudahiyan hembêz bike. Lê belê HTŞ heya niha berovajî vê yekê tev geriya. Hikûmeta demkî û qanûna bingehîn ya demkî li gorî kêfa xwe ava kirin. Behsa kongreyê kir lê belê bi tena serê xwe biryar girtin. Di vê pêvajoy de serî li rêveberiyên xweser ku rêveberiya beşeke mezin a Sûriyeyê di destê wan de ye, Durziyan, rewşenbîran û derdorên demokratîk nedan û ew agahdar jî nekirin.
Weke rejîma BAAS’ê diyar kiriye, xwedî li navê Sûriyeyê derketin û ew dubare ferz kirin. Li şûna ‘’Komara Sûriyeyê ya Demokratîk’’ di navê ‘’Komara Sûriyeyê ya Ereban’’ de israr kirin. Weke tê dîtin hem zîhniyeta wan û hem jî rê û rêbazên wan gelekî dûrî demokrasiyê ne. Bi zanebûnî jî dibêjin ku wê çêkirina qanûna bingehîn û hilbijartin çar pênc salan bidomin. Lê belê ji bo çêkirina qanûna bingehîn salek bes e û zêde ye jî. Ji bo hilbijartinan jî du sal bes in. Lê belê ji ber ku piştevaniya civakê nagirin, bi bikaranîna hêza dewletê hewl didin xwe birêxistin bikin û serdest bin. Plan dikin ku piştî serdestbûnê û lawazkirina muxalefetê hilbijartinan bikin.
Di nava nîqaşên derdorên demokratîk û raya giştî ya derve de şaşiyên mezin hene. Divê ev werin sererastkirin û ji bo hemû Sûriyeyê daxwaza demokrasiyê bê kirin û têkoşîna vê yekê were meşandin. Tê gotin ku ‘’Divê hemû Elewî, Durzî, Xiristiyan û kêmaniyên li Sûriyeyê li hemberî komkujiyan werin parastin.’’ Di van mijaran de avakirina hesasiyetan ne şaş e. Dema ku HTŞ’ê hêz bi dest xist wê kêmaniyên berbehs biçewisîne. Zîhniyeta wan ji bo vê yekê guncav e. Hêrs û feraseta wan a desthilatdariyê ya bê sînor heye. Lê belê bi tenê nirxandina vê pirsgirêkê ya di vê çarçoveyê de şaş e; ew tê wateya rastgerandina dolaba HTŞ’ê.
Ma li Sûriyeyê bi tenê kêmanî û kesên ji baweriyên cuda daxwaza demokrasiyê dikin? Gelo hemû gelên li Sûriyeyê zîhniyet û feraseta rêveberiya HTŞ’ê erê dikin? Na! Beşeke mezin a gelên Sûriyeyê, bi taybetî jî divê Erebên Sunî ji bextê HTŞ’ê re neyên hiştin. Li vî welatî beşeke berfireh ya xwedî jiyaneke sekuler heye. Bo nimûne ji sedî çendê Şamê zîhniyet û şêwejiyana HTŞ’ê qebûl dike?
Ma hewcedariya gelên Elewî, Kurd, Tirkmen, Durzî û Xiristiyanan bi demokrasiyê heye û hewcedariya Suniyan bi demokrasiyê tune ye? Ger Sunî werin paşguhkirin, pêşketina demokrasiyê wê bi talûkeyan re rû bi rû bimîne. Çawa ku sûcdarkirina rejîma BAAS’ê ya weke lewiyan şaş e, ev yek ji bo derdorên Sunî jî derbasdar e. Nêzîkatî û nêrîneke wisa şaş e.
Divê daxwazên demokratîk û têkoşîn ji bo hemû Sûriyeyê bin, rêveberiyên xweser, derdorên demokratîk û rewşenbîr hewlên xwe bikin yek û tecrûbeyên xwe parve bikin. Divê destûr neyê dayîn ku HTŞ mezhebparêziyê bike û olê di çarçoveya desthilatdariya xwe de bi kar bîne. Bêyî ferq û cudahiyên mezheb û gelan divê ji bo hemû Sûriyeyê daxwaza demokrasiyê bê kirin. Dema ku hemû gelan û baweriyan hevûdu qebûl kirin û bi hev re jiyan wê demê wê li Sûriyeyê her kes bi awayekî ewle bijî. Ji bo ku Sûriye bibe mala hemûyan a hevpar wê demê divê meydan ji kesên hov û komkujiyan dikin re neyê hiştin!