Divê mirov şaşitiyan neke û di têkoşîna rast de israr bikin

Bi rastiya ku bi êrişên dawî re eşkere bû, dem hatiye ku têkoşîna Tirkiyeya demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hîn bi xurtî, rêxistinî û bi hev re bê meşandin.

Rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst di şeva 14-15'ê Hezîranê de li dijî Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke berfireh a hewayî kir. Her wiha tevî rêveberiya Îranê bi balafiran û topan êriş bir ser derdora Çiyayê Helgûrtê. Piştre li Heftanînê ku qada bejahî ya bajarokê Zaxoyê ye, ji bo dagirkirinê dest bi êrişa bejahî kir. Fermandariya Navenda HPG'ê ev rewş piştrast kir û diyar kir ku wê derba herî giran a dîrokê li artêşa Tirk a faşîst bixin.

Li ser bingeha van hemûyan li qadê şerekî giran diqewime. Wezareta Parastinê ya TC ku dagirkeriyê bi rêxistin dike û bi rê ve dibe, diyar kir ku êrişa dagirkeriyê wê ji Xabûrê heta Qendîlê be û heta payîzê wê PKK'ê biqedîne. Bêguman ev yek îdîa ye û nediyar e ku bi ser bikevin an bi ser nekevin. Dewleta Tirk bi dehan salan heman îdîa kir, dike, lê belê heta niha ev îdîa bi cih neaniye. Lewma gelekî zehmet dixuye ku hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê vê îdîayê bi ser bixîne.

Bêguman ev xusûsa ku me got gelekî girîng e, lê belê ev rewş mijareke cuda ye. Em niha naxwazin li ser vê xusûsê bisekinin. Mijarên ku em dixwazin li ser bisekinin cuda ne. Mînak; Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bûne hedefa êrişa dewleta TC û rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê herêmên vala û bêxwedî nînin. Mesela Mexmûr kampeke penaberan a 26 salan e ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye naskirin. Li vê herêma ku li nava dewleta Iraqê ye zêdeyî 11 hezar penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hene.

Şengal ku xaka Kurdistanê ya qedîm e, herêmeke ku civaka me ya Êzidî bi hezaran sal in lê ye. Li gorî cografyaya siyasî ya ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn afirand, di nava sînorên dewleta Iraqê de ye û bi dehan kîlometreyî dûrî sînorê TC'ê ye. Şengal herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi êrişa qirkirinê ya DAÎŞ'ê û berxwedana gerîlayên PKK'ê ya ji bo parastina civaka Kurd a Êzidî ketibû rojevê. Heftanîn bi temamî di nava sînorên dewleta Iraqê de ye û niha yek ji herêmên şîrîn ên Başûrê Kurdistanê ye. Çiyayê Helgûrtê herî kêm bi 60 kîlometreyî, Çiyayê Qendîlê jî sed kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.

Bi kurtasî ev herêm ne di nava sînorên TC'ê de ne, vala û bêxwedî jî nînin. Di çarçoveya sîstema dewletên ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re afirî, di nava sînorê Dewleta Iraqê de ne û ev rewş ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê qebûlkirin. Ji vê jî wêdetir qada xwe ya ewlehiya hewayî di kontrola DYE'yê de ye. Yanî pêwendiya xwe bi Ewropa û NATO'yê jî heye. Bêguman wate û girîngeke xwe heye ku em van hemûyan bi berfirehî dibêjin. Yanî ji bo êrişeke leşkerî li van qadan bê kirin divê destûr ji gelek hêzan, ji dewletên ku li Neteweyên Yekbûyî tên temsîlkirin bê wergirtin, piştgiriya wan divê. Çapemeniya şerê taybet gelekî binepixîne jî dewleta TC bi tena serê xwe nikare tiştekî wiha bike. Wê demê ji bo êrişa leşkerî ya ku di şeva 14-15'ê Hezîranê de dest pê kir, dewleta TC û hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê herî kêm destûr ji Neteweyên Yekbûyî, NATO, Ewropa, Rûsya, Îran, Iraq, PDK û YNK'ê wergirtiye û piştgiriya wan dîtiye.

Ev rewş hêjayî lêkolînê ye û bi encamên hîndekar dagirtî ye. Dikare bê gotin ku ji ber dewletên TC û Îranê li dijî Kurdan e normal e ku tifaqeke wiha bike û tê fêhmkirin. Baş e wate û sedema piştgiriya wan hêzên din ji bo dewleta TC li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd çi ye? Dewleta TC û rêveberiya AKP-MHP dibêjin ku ew van êrişan li dijî PKK'ê dike, yanî dixwaze Kurdên azad tune bike! Wê demê hêzên ku piştgiriya êrişa dagirkeriyê ya AKP-MHP'ê dikin, hingî piştgiriyê didin faşîzma AKP-MHP'ê ji bo PKK'ê tine bike. Yanî ew jî li dijî hebûna Kurdên azad in, yan jî dixwazin bê tepisandin û lawazkirin. Bi vî rengî dixwazin Kurdên azad bitepisînin û Kurdên noker li nava civaka Kurd serdest bikin. Sedem û armanca destûr û piştgiriya ji bo êrişên li dijî PKK'ê ev e. Bi kurtasî bi teslîmkirin an jî tinekirina PKK'ê re dixwazin PDK û YNK'ê ber bi xeta xwe ve bikişînin.

Di vir de tiştekî zêde nîne ku ji PDK û YNK'ê re bê gotin. Ji ber ku îradeya azad bi wan re nîne. Ew ji her alî ve di xeta DYE, Îsraîl û Îngilistanê de ne û li ser vê bingehê sîstema modernîteya kapîtalîst çi ji wan dixwaze wê dikin. Lê belê hêzên derve divê zanibin ku bi vê nêzîkatiyê re êrişî îradeya Kurdên azad dikin û gelekî zêde dest li karên navxweyî yên Kurdan werdidin. Di hiqûq û exlaqê de mafekî wan ê bi vî rengî nîne. Tenê ji rewşa nezantî û bêrêxistiniya Kurdan sûdê werdigirin û vê dikin. Eşkere ye ku wê bêhtir bê dîtin ku ev yek nêzîkatiyeke emperyalîst-mêtingeriyê ye, wê Kurdên zane û rêxistinbûyî bersivê bidin vê.

Dema ku em li Kurdan vegerin, li pêşberî eşkerebûn û nobûna vê têkoşînê hin Kurd radibin sekn û têkoşîna azadîparêz û serxwebûnê ya PKK'ê rexne dikin û ji PKK'ê dixwazin ku serî li ber zextên sîstema kapîtalîst bitewîne û bibe mîna PDK û YNK'ê. Ji wan heye ku PKK bi vî rengî bike wê sîstema kapîtalîst pirsgirêka Kurd çarser bike û mafê Kurdan bide wan. Bi kurtasî dibêjin ku siyaseta demokratîk a ku xwe dispêre azadiya civakî û serxwebûna fikrî şaş e, pê piştrast in ku bi sekneke hevkariya serî li ber sîstema heyî ditewîne wê encamê werbigire. Belgeya ku ji bo vê yekê jî nîşan didin ew e ku sîstema qalê din yekcaran dibêje 'Kurd' û pêşketinên heyî yên li Başûr û Rojava ne. Li gorî xwediyên vî fikrî, hêza ku ev yek afirandiye sîstema kapîtalîst a heyî ye. Qet nabînin û fêhm nakin ku yên heyî bi saya hebûn û têkoşîna PKK'ê hatine afirandin. Hêzên ku niha ji tirsa PKK'ê dibêjin 'Kurd' û Başûr û Rojava qebûl dikin, dema ku PKK tine bûn Kurdistan parçe kirin û dîktatoriyên qirker li ser Kurdan ferz kirin. Lê ew hêz vê yekê nabînin an jî ji bîr kirine. Lewma bi nêrîna teng dibe ku rewşeke metirsîdar ji nû ve derkeve holê. Eşkere ye ku divê bi vî rengî nebe. Divê Kurd şaşitiyê nekin û heta dawiyê di têkoşîna rast de israr bikin.

Em bên ser rewşa faşîzma AKP-MHP'ê û dewleta TC. Belê ji ber ku lawazbûna PKK'ê li berjewendiya wan tê, ev hêz li dijî PKK'ê piştgiriyê didin faşîzma AKP-MHP'ê. Bêguman destûr û piştgiriya wan jî bêberdêl nîne. Di vir de ne tenê lawazkirina PKK'ê, her wiha berjewendiyên wan ên madî û siyasî jî hene. Faşîzma AKP-MHP'ê li se bingeha lawazkirina PKK'ê ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bike gelek tawîzan dide van hêzan hemûyan. Ya rast faşîzma AKP-MHP'ê ji bo mayindetitiya xwe nirxên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê hemû pêşkêş kiriye û bêrawestan difiroşe. Êrişên navborî di vê astê de civaka Tirkiyeyê eleqedar dikin.

Sermerselê em bêjin ku ya hate plankirin pêk hat, yanî PKK lawaz bû û îradeya Kurdên azad bêbandor kirin; ji vir wê kîjan encam derkeve? Bêguman di vir de hêzên ku PKK'ê bi vî rengî lawaz dikin û mîna ku çêlekê bidoşe Tirkiyeyê didoşin, dema ku encam girtin û pêwîstiyan wan nema wê êdî dor bê Tirkiyeyê û mîna li Iraq û Sûriyeyê kirin wê li Tirkiyeyê jî bikin. Zinarê ku faşîzma AKP-MHP'ê Tirkiyeyê ber bi wir ve dibe ev e. Mixabin dewleta TC hewldanên Rêber Apo yên ji bo berevajîkirina vê yekê ji bo nebaşiyê bi kar anî û ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve jî hîn nehatiye fêhmkirin. Bi rastiya ku bi êrişên dawî re eşkere bû, dem hatiye ku têkoşîna Tirkiyeya demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hîn bi xurtî, rêxistinî û bi hev re bê meşandin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA