Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Divê her tim gel û yên bindest di bin de nemînin

Ji vir şûnde yê ku di bin kavilande bimîne, divê ne tenê xizan û kedkar bin. Firsenda daxistina xwarê, yên ku rê ji bo belatan re vekirine û yên serdest, divê baş bê bikaranîn.

Ji vir şûnde yê ku di bin kavilande bimîne, divê ne tenê xizan û kedkar bin. Firsenda daxistina xwarê, yên ku rê ji bo belatan re vekirine û yên serdest, divê baş bê bikaranîn.

Erdheja mezin, bu sedemê hilweşandin û windayiyên mezin. Beşek mezin ya Tirkiyê, Kurdistan û Sûriyê hejand û bi erdêre kir yek. Herêmên ku erdhej çebû berê jî dihat zanîn ku xeta fay a çalak heye. Mirovên pispor hişyariyên pêwîst kiribûn. Lê desthilatdariya siyasî û rêjîmên heyî ewlekariya jiyana gel esas negirt in. Ji bo wan ya esas desthilatdariya wan û ji bo çîn a serdest îmtiyazan avakirin bû. Yanî yê serdest û desthilatdar bûn sedem ku yên bindest û xizan, bên binax kirin.

Slogana ‘’erdhej nakûje, dewled dikûje’’ pênaseyek rast e. Erdhejên di heman pîvanan de, li welatên weke Japonya dema ku çêdibe, bi sed hezaran kes bin kavilande namînin û namirin. Erdheja heyî li gor texmînan wê bibe sedemê ji 200 hezar zêdetir windayiyan. Lê rêveberiya faşîst ya Erdogan, ji ber ku pergala xwe li ser derew, talan û zordarî avakiriye, hêjmarê miriyan jî vedişêre. Yên di bin kavilande mane jî, bi kavilan re wê rakin û bavêjin. Yên ku nasnameyên wan nayên zanîn jî nayên hesibandin. Dema hêjmarê miriyan kêm hate nîşandan, yê desthilatdar xwe serkeftî bidin nîşandan! Ev çi bê vicdanî û çav sorî ye. welatê wan û hemû cîhan xirab bibe jî, ne xema wan e. Nafikirin dev ji kar jî berdin.

Erdogan weke kûna reş (karadelîk) ya esmanande hemû şeran dikşîne nava xwe. Bi nexweşiyeke pir xirab ya navendîbûyîn û bidestxistina hemû hêzan ketiye. Li welat hemû saziyên bi bandor û xizmeta civakê bikin daqurtand. Ne edalet ne azadî û ne jî demokrasî nehiştiye. Civaka rêxistinkirî û çalak ji bo xwe xeter dibîne. Di ol de rizandinê û bê vicdanî pêşxist. Bi destê ragihandinê propagandayê reş xist şûna rastiyan. Tarîkatan û cemaatan kir şîrketên mezin. Ji bo şer artêş dewlemend kir. Di erdhejêde gel dema hember serma û birçîbûnê, û hember mirinê tekoşîn dikir, artêş ji qişleyên xwe temaşe dikir. Vê yekê bi fermanê Erdogan kir. Heman artêş niha ji bo şer û dagirkerî amadeye. Lê ji bo gelê xwe xelas bike tûneye.

Tê gotin bobelat bi tena xwe nayê. Erdhej di nîvê zivistanê û di nîvê şevê de hat. Ango dema ku hemû kes li hûndir bûn, hat. Yên ku ji erdhejê xelas bûn jî, hember tinebûn û sermayê tekoşîn kirin. Di bîn kavilande hêjmareke zêde ya mirovan, ji ber ku hewar û alikarî dereng ma jiyana xwe ji dest dan. Tiştên neyînî li pey hev hatin. Li ser van hemûyan Erdogan ji gel re dibêje ‘’saleke din wext bidin me’’. Ev 21 salin desthilatdarin, welat anîne vê rewşê û ev jî têrê nake, cardin dibêje min hilbijêrin û cardin bikin desthilat. Gelên Tirkiyê divê vê yekê bizanin, bi destên xwe belayên nû binin serê xwe!

Li Sûriyê jî rewş pir cûdatir nîne. Eger cûdabûnek hebe ew jî, li Tirkiyê derfet zêdetirin. Sûriyê şerekî giran yê hûndirîn derbas kir. Welat ser û bin bû. Bi milyonan mirov koçber bûn. Welat xistin bin ambargoyê. Her wiha herêmên erdhejê weke Efrîn û Îdlib di bin dagirkeriya Tirkan de ye. Çeteyên ku hêzên dagirker bi cîh kiribûn jî, ji erdhej kêmtir bobelatek nebû. Tiştêkî ku ne anîn serê gel nema. Niha jî alîkariyên ji derve hatine nagîhîjin gel. Dest datînin ser û talan jî berdewam dike. Ev sûcen mirovayî, rûyê Erdogan sor nake. Ji ber ku vicdan û rûyê wî reş bûye; hem li ser welatê xwe, hem jî li ser welatên cîran, bela li ser bela dibarîne.

Rêveberiyê Sûriyê jî xwe li gor pêwîstiyên gel rêxistin nekiriye. Ji bo wan jî ya esas parastina desthilatdariya xwe ye. Rewşa ku welat têde ye, qet xwe berpirsiyar nabînin; xwe lêpirsîn nakin. Hemû tiştên neyînî bi hêzên derve girêdidin û ji nav derdikevin. Sedemê ambargoyê polîtîkaya wan e. Nakokiyên navbera wan û welatên rojavayî ne. Sedeme vê yekê gel nîne. Lê, berdêlê vê gel dide. Çawa be jî, yê serdest û xwedan îmtiyaz malên xerabûyîde û birçî namînin. Yê bedel didin herdem ê binîne.

Erdogan û çeteyên wî dewledê şelandin. Ev jî têrê nekir, bi leystokê borsa û enflasyon tiştê ku destê gel de mabû jî girtin. Hem dewled şelandin, hem jî gel şelandin. Xwezayê jî talan kirin. Çavê wan têr nabe. Niha jî çav berdane alîkariyên ji derve tên. Niha hesabê alîkariyên ji derve tên çawa dikarin bidizin, dikin. Bi destê mûtahîdan û TOKî yê dixwazin vê diziyê bikin. Ji aloziyan sûd wergirtin de, pir serkeftîn e!

Li Tirkiyê mijareke din ya ku divê bi baldarî ser bê sekinandin jî, leystokên qirkirina qewmî ya li herêma Mereş û Meletya ye. Berê gel didin koçberiyê. Qada jiyana wan dixwazin ji destê wan bigrin. Elewi, Kurd û hêzên demokratîk rehên xwe, qebrê xwe û axa xwe, divê neterikînin. Heta gel vîna xwe û rêxistina xwe bidomîne, dikare birînên xwe derman bike û jiyanê ji nûve ava bike. Hevgirtin û çalakbûnê ku di erdhejêde hat nîşandan, diyarkir ku ev derfet heye.

Ji vir şûnde yê ku di bin kavilande bimîne, divê ne tenê xizan û kedkar bin. Firsenda daxistina xwarê, yên ku rê ji bo belatan re vekirine û yên serdest, divê baş bê bikaranîn.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî