Divê em niha çi bikin?

Li dijî gelê Kurd gefên cidî û pêvajoyeke metirsîdar heye. Ji gelek aliyan ve dibe ku êrîşên nû li ser Kurdan bêne kirin. Wê demê divê li dijî her cûre êrîşan, berxwedana azadiyê bê xurtkirin û amadekarî bê kirin.

Siyaseta Tirkiyeyê bi rengê sê tifaqên bingehîn tevlî hilbijartinên 14'ê Gulanê bû. Xwe weke 'Tifaqa Ked û Azadiyê', 'Tifaqa Milet' û 'Tifaqa Cûmhûr' pênase kirin. Bêguman hilbijartina ku di 14'ê Gulanê de hate kirin wekhev nebû, berevajî; di nava zexteke giran û fenan de pêk hat.

Nexşeya siyasî ya ku di encama hilbijartinên parlamenteriyê de afirî, raxist pêş çavan ku Tirkiye xwedî sê meylên siyasî yên bingehîn e. Li bajarên peravên Derya Spî û Egeyê û bajarên herî mezin, dengê herî zêde ji aliyê Tifaqa Milet ve hate biderxistin ku hewl dide xwe bi ser 'demokrasiya Ewropayê' ve bike. Li Bakurê Kurdistanê jî Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku li ser bingeha azadiya Kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dike armanc, bi şênberî jî Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de bi ser ket. Li herêmên ku di navbera van herdu herêman de dimînin jî Tifaqa Cûmhûr a faşîst, qirker, mêtinger di hilbijartinê de bi ser ket.

Di encamê de jî bi hilbijartinên 14'ê Gulanê re ku bi zext û hîleyan hate kirin, Tifaqa Cûmhûr li meclîsê piraniya endaman wergirt. Bi vî rengî qanûn û biryarên dema bê li meclîsê bêne amadekirin wê ji aliyê Tifaqa Cûmhûr ve bê diyarkirin. Her wiha sîstema serokkomariyê ya sosret jî wê dewam bike ku ji aliyê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ve hate avakirin. Eger di hilbijartinên 28'ê Gulanê de Tayyîp Erdogan bibe serokkomar, di rewşeke bi vî rengî de Tayyîp Erdogan wê hikumeta nû ava bike. Yanî dema bê, tevî tevahiya Tirkiyeyê Kurd jî wê ji aliyê hikumeta Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr ve bêne birêvebirin.

Halbûkî zêdeyî ji sedî şêst ê Kurdan dengê xwe dan Partiya Çepên Kesk. Di ser ji sedî heftê jî dengê xwe dan Kemal Kiliçdaroglû. Piraniya Kurdan Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr red kirin. Li gel encameke bi vî rengî ya şênber, wê ji niha û pê ve çi bibe? Eşkere ye ku meh û salên bê, Kurdên ku di asta ji sedî heftêyî de red kirin wê ji aliyê Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr ve bêne birêvebirin! Gelo ev rewş a qebûlkirinê ye? Kurdên ku bi rengê xwe Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr red kirin, gelo wê qebûl bikin ku ji aliyê wan ve bêne birêvebirin? Eger Kurd qebûl nekin ku ji aliyê rêveberiyeke bi dengê xwe red kiriye bêne birêvebirin, hingî wê Kurd bêne sûcdarkirin? Dewletên ku Kurd sed sal in bi vê rêbazê xistine bin serweriya rêveberiya dewleta Tirk û her cûre komkujî û qirkirina li Kurdan qebûl dikin û piştgiriyê didin, gelo wê çi ji vê rewşê re bibêjin, wê vê rewşê qebûl bikin?

Eşkere ye ku zêde ne bi dilê wan jî be, hinekî li ber rabe jî hilbijêrên deng dane Tifaqa milet dawiya dawî karin di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr de bijîn. Ji xwe di navbera wan de cudahiyeke cidî ya îdeolojîk nîne. Lê belê Kurdên ku deng dane Partiya Çepên Kesk ti carî qebûl nakin ku di bin rêveberiyeke bi vî rengî de bimînin. Bi her rê û rêbazê wê ji bo demokrasî û azadiyê li ber vê rêveberiyê rabin û têbikoşin. Eger Kurd bi vî rengî bike, ma dibe ku bêne sûcdarkirin? Teqez nabe ku bêne sûcdarkirin.

Wê demê ji niha û pê ve divê em çi bikin? Beriya her tiştî weke gelê Kurd û saziyên siyasî yên demokratîk divê em bi rengekî şênber ku her kes fêhm bike ragihîne û bibêje, 'Em ê rêveberiyeke bi vî rengî ya dijminê Kurdan ti carî qebûl nekin'. Bêyî ku xwe sist bike, li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê divê em têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin, ji bo vê jî xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek. Bi kurtasî divê em hîn bi xurtî xwe ji bo têkoşîna antî faşîst re amade bikin. Her wiha divê her gavê em wan dewletan rexne bikin ên ku beriya sed salî ev sîstema qirker ava kirin û hewl bidin piştgiriya wan a ji bo qirkirina Kurdan bi dawî bikin.

Bêguman ev tiştên em dibêjin demdirêj in û esas in. Lê belê beriya vê, hin kar hene ku divê em di vê serdemê de bikin. Divê em hilbijartinên serokkomariyê yên 28'ê Gulanê gelekî girîng bibînin, hîn bi bandor bi rengekî seferberiyê bixebitin û bikin ku di 28'ê Gulanê de Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de têk biçe. Weke gelê Kurd divê em serketina xwe ya hilbijartinê ya 14'ê Gualnê di 28'ê Gulanê de bibin serî û dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan hilweşînin.

Bêguman di hilbijartinên 28'ê Gulanê de serketina Kemal Kiliçdaroglû ji bo demokratîkbûnê dibe ku gelek tiştan neafirîne. Lê belê têkçûna Tayyîp Erdogan wê ji bo pêşvebirina têkoşîna demokrasiyê ya antî faşîst gelek tiştan bide qezençkirin. Wê demê ji hilbijartina Kemal Kiliçdaroglû wêdetir divê ji bo têkbirina Tayyîp Erdogan mirov di hilbijartinên 28'ê Gulanê de seferber bibin û ji bo deng ji Kiliçdaroglû re bê dayin bixebitin.

Ji ber ku piştî encama hilbijartinê ya 14'ê Gulanê, serketina hilbijartina serokkomariyê hîn bêhtir girîng bûye. Di rewşeke welê de ku Tifaqa Cûmhûr li meclîsê bûye serwer, gelekî girîng e bê kî bibe serokkomar. Eger Tayyîp Erdogan careke din bibe serokkomar, ev yek wê ji bo Kurdan bibe sedema êrîşeke hîn girantir û komkujiyan. Wê zext, zilm, teror, komkujî û kiryarên qirikrinê yên 8 sal in têne kirin, hîn bi giranî dewam bikin. Hilbijartina Kemal Kiliçdaroglû weke serokkomar, wê serweriya faşîst a li meclîsê hinekî bixe nava hevsengiyê û bi xwe tiştekî cidî nikaribe bike jî wê derfetê neke komkujiyên faşîst-qirker.

Wê demê hilbijartinên 28'ê Gulanê jî herî kêm bi qasî hilbijartinên 14'ê Gulanê, ji wê jî zêdetir girîng e. Wê demê divê ev girîngî bê dîtin, li gorî wê yekê nêzîkatî bê nîşandan. Ji bo hilweşandina dîktatoriya Tayyîp Erdogan a faşîst û ji bo têkoşîna demokrasiyê bingeheke xurt bê avakirin, divê hilbijartinên 28'ê Gulanê girîng bêne dîtin. Divê em bikin ku teqez tayyîp Erdogan têk biçe. Paşeroja azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi vê encamê ve girêdayî ye.

Eşkere ye ku encamên serketina Tayyîp Erdogan wê ne tenê li Bakurê Kurdistanê bimîne. Ji xwe hîn hilbijartina 28'ê Gulanê pêk nehat, artêşa Iraqê kete nava liv û tevgerê û yek ji navendên herî girîng ên welatparêziya Kurd Kampa Penaberan a Mexmûrê dorpêç kir. Bêguman ev êrîş bi zext û daxwaza rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê hate kirin. Diyar e ku eger Tayyîp Erdogan bibe Serokkomar wê êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hîn zêdetir bibin. Ne tenê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê, her wiha di encama zexta wê de wê rêveberiyên Iraq û Sûriyeyê jî vê bikin. Mîna rêveberiya Iraqê, rêveberiya Sûriyeyê jî dibe ku bi hêza ji Yekîtiya Ereb wergirtî êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Eşkere ye ku li dijî gelê Kurd gefên cidî û pêvajoyeke metirsîdar heye. Ji gelek aliyan ve dibe ku êrîşên nû li ser Kurdan bêne kirin. Wê demê divê li dijî her cûre êrîşan, berxwedana azadiyê bê xurtkirin û amadekarî bê kirin. Ji ber ku ji bo Kurdan yekane rêya hebûn û jiyana azad, berxwedana li dijî êrîşên qirker û şikandina êrîşan e. Ji bilî berxwedan û serketinê Kurd nikarin hebûna xwe biparêzin û azad bibin.

Li ser vê bingehê em berxwedana dîrokî ya gelê Mexmûrê, bi taybetî berxwedana jin û ciwanên Mexmûrê ya li dijî êrîşên Iraqê silav dikin, pîroz dikin. Em dibêjin ku bila zanibin, ew bi tenê nînin, gelê Kurd bi wan re ye. Bila ji dil bawer bikin ku bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin û vê bexwedana azadiyê û mirovahiyê ya dîrokî heta dawiyê dewam bikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka