Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk ji bo ku hêzên gelê Kurd ên li ber xwe didin ji holê rake êrîş û sûikastên xwe didomîne. Ji ber ku gerîla û gel li ber xwe dide, dewlet nikare stratejiya qirkirinê bigihîne encamê. Ji bo ku qirkirinê bi tevahî pêk bîne divê berxwedana gel a bi rêxistinî were şkandin. Ger ku pêşeng werin berterefkirin dê ev bibe sedema hemû destkeftinên gelê kurd ji holê rakirinê. Gelê Kurd bê rêxistin û pêşeng were hîştin dê wê demê berxwedan bişkê û tu destkeftî û sengerên wê nemîne. Di roja me ya îro de gelê Kurd çi bi destxistibe saya rêxistinbûyînê ye. Dema ku gel bê rêxistin û bêzane bû di wê demê de dewleta Tirk navê wê jî bi bîr nedianî.
Çima jin û pêşengên gelê Kurd rastî ewqas êrîşan tên, divê pêşiya her tiştî mirov vêya baş fêm bike û bide fêmkirin. Îro îstîxbarata Tirk, MÎT tam weke makîneyeke cînayetê kar dike. Demekî cînayetan JÎTEM, Hîzbullah û hêzên din ên tarî pêk dianîn. Lê niha MÎT, Artêş, Kurdên xayîn û çeteyên berhevkirî di van qetlîam û cînayetan de tên bikaranîn. Dewletê berê ev bi vekirî nedigirt ser xwe. Heta hebûna JÎTEM’ê jî înkar dikirin. Cînayet û pêkanînên dijmirovayî davêtin li ser Hîzbûllah û digotin destê me paqij e. Lê yên ku Hîzbullah kirin dewrê û bi kar anîn jî ew xwe bûn.
DESTÛR Û SERBESTIYA CÎNAYETAN GIRTINE
Herî dawî dewleta Tirk li Silêmaniyê Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Dizanîbûn ew jin û rojnamevan in. Êrîş li gor îstîxbarata dest wan de hatîbû kirin. Ji ber vê ne gengaz e ku ew nizanîbin di vê erebê de kî heye. Niha rayedarên dewleta Tirk û MÎT bi pesindayînê ve van cînayetan digirin li ser xwe. Destûr û serbestiyeta cînayetan girtine. Dewletên ku cînayet tê de pêk tên bê deng dimînin û çavgirtin heye. Welatên bi bandor ên wek Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rusyayê jî yan li van bêhuquqî û sûcên şer re dibin hevkar an jî bêdengiyê ve alîkarî û cesaretê didinê.
HÊRSA WAN A LI HEMBERÎ JINÊN KURD MEZIN E
Nagîhan Akarsel jî li Silêmanîyê hate qetilkirin. Tîma ku van cînayetan organîze dike dîyar e ku li hember jinan kîn û dijminahiyeke mezin dijî. Di Rojava de jî bi hejmareke mezin jinên pêşeng hedef girtin. Ên ku pêşengtiya Rêvebiriya Xweser dikin heta yên ku bi qehremanî lî dijî DAÎŞ’ê şerkirin gelek jin kirin hedef. Pêşengiya jinan ya ji şoreşan re û bandorkirina wan ya gelan ji bo di derheqê wan de biryara kuştinê were girtin sedemeke têrker e. Ger ku ev jin Kurd bin û nêzî Tevgera Azadiyê bin wê demê jixwe mirin heq kirin e! Çavên rayedarên Tirk reş bûne.
HEWL DIDIN YNK’Ê BITIRSÎNIN
Sedemeke ji van êrîşan li Silêmanî û derdorê wê çêdibe jî çav tirsandina YNK’ê ye. YNK wek PDK’ê neçû li ser xeta îxanetê. Alîkarî neda dagirkeriya Dewleta Tirk û li hember gerîla dijminahî nekir. Rêvebiriya Erdoxan gelek caran gef ji YNK’îyan xwarin. Sozan da û hê jî têdikoşe. Wek tê dîtin berfirehî û sedema van êrîşan pir girîng e. Yekitiya gelê Kurd tê sabotekirin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike, li dijî hev bikar bîne û bi vî awayî biperçiqîne. Neyekbûna parçeyan û nebûyîna xwedî statûyê ji bo wê armanca yekemîn e.
BÊDENGIYA LI HEMBERÎ PDK’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN
Dewleta Tirk artêşa xwe dajo li nava Iraqê û li hember vê PKD’ya ku ji van planên xeter re dibe hevkar re bêdeng mayîn rewşeke ku were qebulkirin nîne. Dê kî vê artêşê ji Başûrê Kurdistanê derxe? Ên ku dagirkeriyê re dibin hevkar, alîkariyê didin rijandina xwîna Kurdan, dê pêşerojê çawa plan bikin? PDK dê ji dewleta Tirk re bêje: ‘’Leşkerên xwe bikşînin, wê wisa soz dabû me?’’ Ne mumkun e. Dema ku beşeke gelê Kurd ji dagirkeriyê re bibe hevkar wê demê ma yên ku li Iraq’ê rûniştine dijî dewleta Tirk derkevin? Ew jî nabe. Ên ku xwedîyê malê ne gazî dagirkeran dikin û du re jî dê bibêjin ‘’Çi halê wan heye bila bibînin.’’ Jixwe ya ku niha dibe jî ev e. Erdoxan proje û teklîfên nû bir pêşiya Baxdayê. Ew jî dixwazin sûdê ji şerê dijî Kurdan pêk tê werbigirin û li Başûrê Kurdistanê zêdetir bibandor bibin. Ji ber vê tevlî van planan bûn.
MEDYAYA PDK’Ê CÎNAYETAN REWA DIKE
Çapemeniya PDK’ê li Rojava bi bihayê genim re eleqedar dibe. Tiştên ku pêk tên dixwazin li gor xwe biteysînin. Ji bo ku Rêvebiriya Xweser teşhir bikin û binketî nîşan bidin pir hewl didin. Lê belê Başûrê Kurdistanê bi leşkerên Tirk hatiye tijî kirin, çiya û zinar tên bombebarankirin, erazî û daristan dişewitin, gund tên vala kirin. Di wê erdnîgariyê de qiyamet rabuye (Dinya xirabuye) lê çapemeniya PDK’ê wek tu tişt nebuye dikare tevbigere. Dikare zimanekî wek bêalî ya ‘’Şerê di navbera Dewleta Tirk û PKK’ê de’’ bi kar bîne. Li ser erdê wan du hêzên biyanî şer dikin û çapemeniya PDK’ê jî di rewşa bêalîbûnê de ye! Hûn alîkariyê nadin PKK’ê, welatparêziya we nemaye lê ma hûn mecbûr in alîgiriya Dewleta Tirk ya ku dixwaze Gelê Kurd bi destkeftiyê wê ve ji holê rake bikin? Jinên ku hebûna xwe di oxira gelê xwe de dane û pêşengtiyê dikin, nîşandana wan wek PKK’yî yan jî ‘’Mirin heq kirine’’ dê exlaqê kîjan çapemeniyê û kurdewariyê ve were ravekirin? Çapemeniya PDK’ê qetilkirina gerîlla, ronakbîran û welatparêzan bi gotina ‘’PKK yî ne’’ ve rewa dike. Çapemeniya ku divê gel ronî bike bi destê PDK’ê ve rastîya berovajî dike û vegeriyaye amûreke ku dijmin û kujeran paqij dike.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî